Tuesday, January 19, 2010

KESÊN LI EDALETÊ DIGERIN ÎRO WÊ LI BER ROJNAMEYA AGOSÊ KOM BIBIN

KESÊN LI EDALETÊ DIGERIN ÎRO WÊ LI BER ROJNAMEYA AGOSÊ KOM BIBIN

Di ser kuştina Dînk re 3 sal derbas bûn, lê heta niha dewletê ti gavên berbiçav neavêtine..

Bi rasthatina salvegera bûyerê, îrowê li ber Rojnameya Agosê çalakiya bîranînê were lidarxistin û xemsariya dewletê wê were protestokirin..

KESÊN LI EDALETÊ DIGERIN ÎRO WÊ LI BER
ROJNAMEYA AGOSÊ KOM BIBIN

Nivîskar û rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk 19'ê Çile 2009'an li ber rojnameya Agosê hatibû kuştin.

Dînk ji damezrênerên rojnameya Agosê ye...

Edîtorê rojnameya bi Ermenî weşanê dike, Pakrat Estukyan anî ziman ku piştî qetilkirina Hrant, tîraja rojnameyê 3 qat zêde bûye....

Lê tevî vê elaqeya zêde jî, heta niha di doza kuştina Dînk de, ti gavên berbiçav nehatine avêtin..

Jina Dînk Rakel Dînk di yekemîn salvegera kuştina wî de weha gotibû, 'Tenê edalet dikare dawî li rijandina xwînê bîne'....

Belê gelek kesên ku hê jî baweriya wan bi van gotinan tê, îro wê li ber rojnameya Agosê tevlî çalakiya bîranîna Hrant Dînk bibin..

No comments:

Post a Comment