Thursday, January 28, 2010

BDP'ê ji bo daxistina bendava hilbijartinê guhertina qanûnê xwest

BDP'ê ji bo daxistina bendava hilbijartinê guhertina qanûnê xwest
BDP'ê, bi armanca bendava hilbijartinê ji sedî 10'an dakeve sedî 3'yan û endamtiyên meclîsên giştî yên bajaran diyar bibe daxwaza guhertina qanûnê kir.

Parlementerê BDP'ê yê Sêrtê Ozman Ozçelîk, bi armanca di hilbijartinên herêmî de endamtiyên meclîsên giştî yên bajaran diyar bibe û bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 dakeve ji sedî 3'an daxwaza guhertina zagonê da meclîsê. Ozçelîk, diyar kir ku demokrasiya temsîlî her ku diçe tê berfirehkirin û wiha got: "Rêgezên demokratîk, bi boneya bibe bersîva daxwaz û pêvidiyên civakên cuda, hewl dide ku hevkêşiya 'di nûnertiyê de edaletê û di rêvebertiyê de îstîkrarê' pêş bixin." Ozçelîk, anî ziman ku partiyên siyasî têgeha jiyana demokratîk a jêneger e û wiha axivî: "Cihê ku azadiya rêxistinê tune be an jî rê li pêşiyê bê girtin demokrasî pêş nakeve. Li Tirkiyeyê bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 li pêşiya demokrasiyê asteng e. Li welatê demokratîk ev bendav ji sedî 3 an jî ji sedî 5 e. Ji ber ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe vê bendavê danaxin. Partiyên wekî CHP, DYP, ANAP, DSP û MHP ku bendavê diparêzin, car caran dadikevin bin bendavê. Divê ev bendav teqez dakeve.

'Beşdarvaniya rêveberiya herêmî hewcedariya demokrasiyê ye

Ozçelîk, da zanîn ku li gorî pêdiviyên zagona hêjmar 2972'an di hilbijartinên herêmî de jî endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr û Meclîsên Şaredariyê heman bendav tê bikar anîn û xwest ev zagon bê guhertin. Armanca me em di rêveberiyên herêmî û giştî de pergala demokratîk têxin jiyanê. Ger ku di hilbijartinên herêmî de bendav dakeve ji sedî 3'yan dê her kes vîna xwe di şaredariyan de bibîne. Her wiha ger ku di hilbijartina giştî de jî bendav dakeve ji sedî 3'yan dê her kes vîna xwe di parlementoyê de bibîne.

DTP'ê jî xwestibû ku bendava hilbijartina giştî dakeve

Berê jî DTP'ê ji bo zagon bê guhertin daxwaza guhertinê biribû meclîsê. Parlementera DTP'ê ya Amedê Gulten Kişanak, di 16'ê tîrmeha sala 2008'an de bi daxwaza guhertina zagonê daxwazname dabû parlementoyê.

No comments:

Post a Comment