Wednesday, January 27, 2010

‘AKP HEVKARÊ DARBEKARAN E’

27/01/2010

Serokê Koma BDP'ê Nurî Yaman, di civîna komê de axivî û bal kişand ser nîqaşên demên dawiyê yên têkildarî planên darbeya Balyoz. Yaman, da zanîn ku ev plan li herêmê "Ji semîner û planê derketiye dest pê kiriye" û wiha pê de çû: "Hevkarê kar ê darbekarên li rojava, li rojhilat jî AKP ye." Yaman, bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Gund û Çandinê Mehdî Eker a wateya "Ji kelepçeyê şukir bikin" û wiha axivî: "Ev gotin rûyê qirêj ê AKP'ê carekê din raxistiye ber çavan. Bîrên asîtan nîşan didin û dibêjin ji kelepçeyê razî bin. Me li hemerî bîrên asîdan li ber xwe da, em dê li hemberî kelepçeyên we jî di berxwe bidin." Yaman, ronakbîr jî rexne kirin û ev tişt gotin: "Li rojhilat nedîtina meşandina darbeyê ya bi destê AKP'ê dirûtiyê. AKP cihê ku di sandoqande nestendiye dixwaze bi operasyonan bistîne. Lê ev der mewziyên me ne, em teslîm nakin."
Serokê Koma BDP'ê Nurî Yaman, di Civîna Koma Meclîsa Partiya xwe de, derbarê pêşketinên di rojevê de nirxandin kir. Di civîna ku hunermendên ku operasyonên li dijî BDP'ê şermezar kirin jî beşdar bûn de, Yaman, da zanîn ku li hemberî hunermendên kurd pêkutiyên mezin hene û bi dehan kes jî ji wan tên girtin û wiha got: "Ev nêzîkatî rûyê AKP'ê yê rast carekê din raxist ber çavan. Bi girtinan nikirin qlamên be bêdeng bikin."
Yaman, têkildarî windakirina Serokê HADEP'ê Serdar Taniş û Rêveberê Navçeyê Ebûbekîr Denîz a di 25'ê çileya 2001'an ku wekî "Windayên Slopî" tê nasîn ku piştî ji bo îfade bidin çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Silopiyê û piştre tu agahî ji wa nehate stendin jî, got ku hîna jî bûyer nehatiye ronîkirin. Yaman, da ziman ku ji kiryarên bûyerê Levent Ersoz ku di çarçoveya Ergenekonê de girtiye lê hesabê bûyerê nehatiye stendin. Yaman wiha pêde çû "Bila bê zanîn ku em pêşiya vê bûyerê bernadin." Yaman, ku hefteya borî çû serdana patrîkxaneya ermenî û ruman, bi lêv kir ku wan derdoran jî ji bo xebatên dimeşînin spasiyên xwe kirine.

EM NE KURDÊN BERÊ NE
Parlamenter Nûrî Yaman, diyar kir ku rojên borî de mijara Belgeya Siyasî ya Ewlehiya Netew û EMASYA'yê anîbûn rojevê û bal kişan dibûn ser vê yekê. Yaman, anî ziman ku di çarçoveya MGSB û EMASYA'yê de "dijminên navxweyî" hatine rojevê. Yaman, destnişan kir ku plansaziya Balyozê ya darbeyê ew sererastkirine û mafdariya wan seresert kirin û wiha got: "Rayagiştî ya bihestyar pêşiya vê yekê naberde ev yek giring e. Tabloya hatiye jiyandin heviyê dide. Divê êdî hewlidanên dijzagonî neyên qebul kirin. Êdî Tirkiye, Tirkiyeya kevin, civak jî civaka kevîn nine, kurd jî kurdên kevin nîn in." Yaman, bilvê kir ku sekna hikumetê ya xwemsar wan diltir dike. Yaman, gotina serokwezîr ya "agahiya me pê hebû lê em bêdeng man" nişan dike ku "hikumte di nava îcazetekê daye" Yaman wiha domand: "Ev yekê dinav vijdana civakê û demokrasiyê de nayê qabul kirin. Hikmetê peyvirdariya xwe bi awayekî xirab bikar aniye. Ji bo ku gavên demokratîk pavêje bi kesên plan pêk anî hevhatiye." Yaman, devbirî kir ku hikumet niha jî rola "maxdru û mazlumtiyê" dilize û wiha axivî: "Ev siyasete, siyaseta bazirganiyê ye.Ev ramana AKP'ê ye."

DIJBERÊN DEMOKRASIYÊ NE
Yaman, daxuyand ku divê hikumet ji kesên li dijî darbeyan têkoşînê didin dersê bigire lê hikumet wekî "hem diz e hem jî topiz e" bi wan derdoran re pêl dike. Yaman, bertek nişanî gotina serokwezîr a "em li hemberî darbeyan têkoşînê didin" jî da û bûyerên Şemzînanê bibirxist. Yaman, gotinên Serokwezîr yên "em dê heya dawiya wê biçin" jî rexne kir û anîn ziman û kirina kiriye dozgerê Wanê ji kar avêtiye. Yaman, xwest ku lihevhatina li Dolmabahçeyê jî aşkera bikin. Yaman, da zanîn ku hikumeta AKP'ê di bêjî "Herî baş ez dê kurdan tasfiye bikin" Yaman, diyar kir ku EMASYA li dijî demokrasiyeye û wiha domand: "'Ji bo ku hikumet li herêmê bibe hêz piştgirî da EMASYA'yê"

LIHEVHATINA QIRÊJ
Parlamenter Nûrî Yaman, anî ziman ku makezagona heyî bingeha darbeyan ava dike û wiha dom kir: "Makezgona niha jahrê belav dike. Astengiya li pêşiya darizandina sivîl rezaleti ye. Hikûmet bi makezagonê re bû yek. Mînaka berbiçav girtina DTP'ê ye. Hemu 12 endamên dadgehê bûn yek deng û girtina partiya me erê kirin. Hikûmet dibêje bila her kes ji biryara dadgehê re hurmetê nîşan bide, lê hûn li pêşiya darizandina leşkeran a dadgehên sivîl astengiyan derdixin. Ev bêsamîmîyet e."

PLAN NE SURPRÎZ BÛ
Yaman, destnîşan kir ku plana Balyoz ji bo wan ne suprîz bû wiha dirêjî da axaftina xwe: "Welatekî ku dijminên wî yên hundir hebin, planê wî yên bi vî rengî jî hene. Dibe ku li rojava semînera planê pêk bê, lê ev yek li rojhilat ji planê derketiye. Li Stenbolê mizgeft nehat bombekirin, lê li Şemzînanê pirtûkxaneya Umut hate bambekirin. Di plana Balyozê de dibêjin "Rêbaza polîtîkayên Îsraîl tên pêkanîn" lê ev plan tev hemû her roj li herêmê tên kirin. Li herêmê zarok jin tên kuştin. Di sala 2006'an de piraniya wan zarok 12 kes hatin kuştin. Ev yek ji bûyerên Fîlîztîn ne kêmtir e. Hemû planên li Rojava tên kirin, li Rojhilatê herêmê dixin jiyanê."

ŞAREDARÎ ÊN GEL IN
Yaman, bal kişand ser girtina şaredar û siyasetmedarên kurd û wiha bilêv kir: "Cihê ku AKP lê şaredarî dernexistine, dixwaze şaredariyên me bi kelepçeyan ji peyvirê bigre. Gelo van şaredariyan dizî kir, fesadî tev li îhaleyan kir, çi kir bila bêjin? Çi kirin tenê ji bo aştî û demokrasiyê xebitîn. Tenê xizmeta gel kirin. Ew şaredarî bidestxistinên gel in. Kelehên gel in. Em van kelehên ku me bi keda gel bi dest xistine em qet nadin we." Yaman, disa bagn li hikûmetê kir û anî zian ku ev êrîşa li dijî vîna gel û gel dê li hemberî vê yekê li vîna xwe xwedî dereve. Yaman wiha got: "Ev darbeyek aşkere ye. Ev darbe ji darbeya 12'ê îlonê hîn xirabtir û dijwartir e."

ŞEQ-ŞEQÊN DURÛ
Yaman, gotinên Wezîrê Gundan Mehdî Eker ên wekî "Ji kelepçeyan şikir bikin" rexne kir û wiha dom kir: "Ev gotin dirûtî û rûreşiya AKP'ê ye. Qirêjiya polîtikayên AKP'ê ye. Bîrên Asîtê nîşanî me didin û dixwazin em ji kelepçeyan razî bin. Ev gefên teslîmîyetê ne. Ev yek qet nayê qebûl kirin." Yaman Wezîr Eker jî rexne kir û destnîşan kir ku gelê kurd dê li hemberî kelepçeyên we jî û bîrên asîtê jî tê bikoşe û AKP wekî partiya darbekar bi nav kir. Yaman, feraseta AKP'ê wekî nêzîkatiya neçirvan binav kir û wiha got: "AKP derketiye seyda şaredarên me. Ev bê hurmetî û karekî qirêj e. Hevkarê darbeyên rojava li rojhilat AKP ye. Ev yek têkiliya navbera rojava û rojhilat vedike. Divê nivîskar û rewşenbirên Tirkiyeyê vê yekê baş bibînin. Hedefa hikûmetê ne tenê gelê kurd hemû hêzên demokrasiyê ne."
Yaman, piştgiriya xwe ya karkerên TEKEL'ê jî anî ziman û ji karkeran xwest li mafên xwe xwedî derkevin. Yaman, da zanîn ku hikûmet ji Greva Giştî ditirse û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Greva giştî hikûmet tirsandiye. Ji ber ku çalakiyê hikûmet xistiye xwar. Divê hemû kesên pirsgirêkan dijîn bibin yek û piştgiriyê bidin hev." ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment