Friday, January 22, 2010

HRW: Sicîla 2009’an ‘reş’ e



Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku parazvanên mafên mirovan par li welatên sîcîla wan xirab careke din rastî muameleyên pir xirab hatin.
Rêxistinê di rapora xwe ya 20’emîn de rewşa hemû mafên mirovan a cîhanê girte dest. Di raporê de hat vegotin li gelek deverên cîhanê di sala 2009’an de jî parazvanên mafên mirovan rastî muameleya xirab hatine, ketine binçavan û hatine kuştin.

REWŞA TIRKIYEYÊ
Raporê rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê jî girt dest. Rêxistin di beşa Tirkiyeyê ya raporê de bal dikişîne ser Makeqanûna Tirkiyeyê ya dema leşkeriyê. Tê xwestin ku li Tirkiyeyê makeqanûn bê guhertin. Li gorî vê, rapor aşkera dike ku par (2009) jî li Tirkiyeyê mafên mirovan hatiye binpêkirin û pêşî li azadiyên bingehîn hatiye birîn. Tê destnîşankirin ku li Tirkiyeyê par jî derfet nehatiye dayîn ku azadiya ramanê bi kar bê; rojnameger, nivîskar, weşanger, akademîsyen û parazvanên mafên mirovan hatine girtin, îşkence dîtin û ew kirin girtîgehan û ceza li wan hat birîn.

ROJNAME HATIN GIRTIN
Rapor vedibêje ku ji bo demî rojname hatine girtin, malperên ser înternetê hatine qedexekirin, pêşî li malpera parvekirina vîdeoyan Youtubeyê hatiye birîn û hê jî ev malper qedexe ye.
Cezayên bêsînor ên ultra li Koma Medyaya Dogan hat birîn û rapor ji bo vê fikara Ewropayê ya der barê astengkirina azadiya çapemeniyê ya li ser Tirkiyeyê bi bîr tîne. Li ser kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk jî radiweste. Tê gotin ku hê hin gumanên li ser kuştina Dînk di tariyê de mane.

LI KOLANAN ÎŞKENCE
Rapora Rêxistina HRW’ê ji bo êrişên polîsan ên li hemberî xwepêşandanan, îşkenceyên li binçavan û li kolanan tê kirin jî radiweste û dixwaze pêşî li van hovîtiyan bê girtin.

LI GAZZEYÊ SÛCÊ ŞER
Rapor rewşa Israîlê jî vedibêje. Dixwaze der barê zextên li Gazzeyê li dijî filistîniyan hatine kirin, binpêkirina mafên mirovan û sûcê şer lêpirsîn bê destpêkirin. NEW YORK

No comments:

Post a Comment