Monday, January 18, 2010

Milyonek kurdistanî birçî hiştin


18/01/2010

Karkerên TEKEL’ê li ber polîtîkayên AKP’ê ku dixwaze wan bixe statuya 4/C’yê ku tu garantiya wê tune ye têkoşîn didin. Ev 34 roj in ku karker bênavber li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê dixwazin dengê xwe bigihînin desthilatdariya AKP’ê. Ligel şert û mercên xwezayê yên dijwar, êrîş û pêkutiyên polîsan karkeran gav bi paş ve neavêtin û çalakiya xwe xistin merheleyeke nû. Nêzî 10 hezar karkerên TEKEL’ê ku dest bi çalakiya rûniştine ya şev û roj kirin, piştî sê rojan dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin û ger dîsa pirsgirêka wan çareser nebe dê dest bi greva birçîbûna bêdem bikin. 31’ê çileyê karker an dê mafê xwe bi dest bixin an jî dê mafê xwe tevan winda bikin. Şêwirmendê Serokê Giştî yê Sendîkaya Tek Gida-Îş’ê Servet Akbudak jî li ser rewşa karkeran û polîtîkayên AKP’ê yên der barê jîngeha kedê de û her wiha ‘berlêvekirina çareseriya demokratîk’ jî nirxandinên xwe bi me re parve kirin.

NEYARTIYA KARKERAN
“Polîtîkayên AKP’ê der heqê karkeran de polîtîkayên ne rast in. Yanî mîna polîtîkayên hikûmetên berê, AKP jî li dijî karkeran, li gor pergala heyî polîtîkayên xwe didomîne. Polîtîkayên pergalê jî wek tê zanîn hem li dijî karkeran, hem jî li dijî aştiyê ne. Pergal û hikûmet alîgirê sermayeyê, bazirganiyê ne. Armanca wan sazkirina bazirganiyeke nêzî wan e. Di vî çend salê dawî de jî polîtîkayên xwe li ser vê esasê didomînin û bi kar tînin. Fabrîqeyên, kargehên raya giştî hemû hatin girtin. Karkerên feqîr û xizan jî ku debara xwe di wan kargehan de didomandin bi girtina wan kargeha hatin avêtin. Sedemeke vê yekê jî polîtîkayên İMF û Banqeya Cîhanê bûn. Hem ji hêla aborî ve hem jî ji hêla siyasî ve bazirganê ku nêzî xwe dîtin ev kargehê ku hatin arizîkirin xistin destê wan. Bi arizîkirin û girtina van kargehan, karkerên ku bê kar man jî bê çareserî hatin hiştin. Lewra nêzîkahiya vê hikûmetê dijminahiya karkeran e.

ARÎZEKIRIN BÛ TALAN
Ji roja arizîkirin dest pêkiriye û heya desthilatdariya AKP’ê nêzîkî 7 milyar dolar hatiye bi dest xistin. Lê ji desthilatdariya AKP’ê û heya niha nêzî nêzî 70-80 milyar dolar kargehên raya giştî hatine firotin. Jê re KÎT tê gotin. Di nav van de, TEKEL, Sumer, Saziya Masî û Goşt, Enerjî û her wiha Lîman hene. Çi hatiye ber wan firotine. Ev cihê ku firotine jî tev pêşkêşî bezirganê xwe kirine. Karkerên van kargehan jî xistine statuya 4/C’yê. Ku em wek koletiyê bi nav dikin. Lewra şert û mercên 4/C’yê ji hêla raya giştî ve êdî baş tê nasîn.
Heya niha dema kargeh dihatin arizîkirin an jî girtin zêde bertek nehatibûn nîşan dayin. Dema dor giha TEKEL’ê, TEKEL li dijî van polîtîkayan di pêşengiya sendîkayê de derket. Li ber xwe da û her dem têkoşîna xwe da. Herî zêde jî di herema me de ji 2001’an vir de li hember firotina fabrîqeyên TEKEL’ê me dengê xwe derxist. Wek we got, ji bilî karkerên fabrîqeyê 150 hezar malbat bi çandiniya tutûnê debara xwe dikirin, jiyana xwe didomandin. Îro ev 150 malbat ji tutûnê bi temamî mehrûm buye. Her malbatekî 5 zarok jî hesap bikî, digel karker û derdorê wê re dibe nêzî milyonek Kurdîstanî. Hukûmeta AKP bi polîtîkayên xwe yî hovane, milyonek Kurdîstanî pirçî hiştin. Dema ku tutûn hew hate çiyandin karkerên ku karê tutûnê dikirin, bi têkoşîna sendîqayê re derbasî fabrîqeyê vekirî kirin. Lê îro dawiya wê jî hat. Îro ne di welatê me de, ne jî di tevahiya Tirkiye’yê de tu karê tutûnê nema. Peyase bi tevahî xistin destê fîrmayê Emrîkî û İngilîz yên wek Birîtîsh American Tobacco (BAT). Êdî karker bê çare man û mecbûr man ku çalekiyên xwe gurtir bikin.
Beriya van çalekiyan me bi hukûmetê re ji bo çareseriyê gelek caran hevdîtin pêk anîn. Lê heya niha her dem, me xapandin û tu çareserî ji bo vê yekê neanîn. Heya 33 roj ewiltir em mecbur man hatin Enqereyê.

BUTÇEYÊN ŞER
Ev polîtîka ne polîtîkayê aştiyê ne. Lewra dema butçe tê plansaz kirin em dinihêrin ji şer re gelek pere tên veqedandin. Ê ev pere tev ji meaşê karkeran û vergiyên welatiyan tên birîn. Aboriyê dikin aboriya şer û şiddetê. Ji ber vê yekê jî refaha mirovan nahesibînin. Em dibînin ku her sal nêzî 6-7 milyar dolar ji bo şer tê veqetandin. Ji ber vê jî pere ji bo karkeran, tenduristiyê û perwerdehiyê namîne. Dema em 33 roj berê hatin Enqerê em digel 6 hezar karkerê TEKEL’ê çûn ber Navenda AKP’ê. Em heya şevê li wir man. Ji ber şev serma bû rabû qismekî me bi şev çûn Salona Sîporê ya Ataturk. Lê di wir de em hatin xapandin. Xwestin me ji hev biqetînin. Li ser têkoşîna me rabûn berê me dane Parka Abdî Îpekçî. Her ja piştgirî ji bo karkeran ji hemû derdoran zêdebûn ev yek jî desthilatdar rihetsiz kir. Bi polîsên xwe bi hawaki wehşiyane û hovane, bi gazên bombê û ava tazyîkkirî êrîşî ser karkeran kirin. Serokê Sendîkaya me Mustafa Turkel û Sekreterê me yê giştî Mecît Amaç binçav kirin. Duvre em jî li ber Turk-Îş’ê gihan hev û me çalakiya xwe heya îro anî.

REFERANDÛMA KARKERAN
|9 hezar û 680 kes beşdarî dengdanê bû. Ji van 9 hezar û 628 kes ji çalekiyan re gote ‘erê’. Encama vê dengdanê moreleke mezin da karkeran. Piştre jî biryara hatina Enqereyê hate dayin. Niha ji hemû derdorê Tirkiye’yê, nêzî 10 hezar karker û malbatên wan li Enqerê ne. Digel şevên sar tu kes bi paş ve gav navêje. Wek tê dizanîn Turk-Îş’ê jî ji bo piştgiriya me mîtîngek li dar da. Piştî vê mîtîngê em hêvî dikin bi hukûmetê re hevdîtinek pêk we re û çareserî bikeve rojevê. Lê ger çareserî nebe çalakiya me berdewame. Piştî çalekiya rûniştinê em ê sê roja dest bi gireva birçîbûnê bikin. Ger dîsa hukûmet pirsgirêkê çareser neke emê hingavê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem bikin. DÎHA

No comments:

Post a Comment