Sunday, January 31, 2010

Vê hefteyê ji bo Taniş û Denîz rûniştin

31/01/2010


Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li ber lîseya Galatasarayê ji bo ku aqûbeta windayan bipirsin hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de jî pankarta “ên ku winda kirine diyar in lê kiryar li kû ne” û wêneyên kesên hatine windakirin hatin rakirin. Dayikan û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta endamên HADEP’ê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ên ku di 25’ê çileya 2001’an de li Sîlopiyê hatin binçavkirin û piştre ji wan agahî nehat girtin hate pirsîn. Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn li ser Taniş û Denîz axivî got ku Levent Ersoz gelek caran Taniş û Denîz tehdît kiriye. Keskîn got ku piştî bûyerê ew çûye Sîlopiyê û şahidên bûyerê navnîşan weke Levent Ersuz nîşan dane. Ji ber vê yekê jî birpisyarê windakirina Taniş û Denîz, Levent Ersoz e. Divê Ersoz ji vê dosyayê bê darizandin.
Piştre hunermend Nur Surer axivî û got ku Taniş û Denîz ji ber ku siyasea demokratîk dimeşandin hatine windakirin. Surer diyar kir ku feraseta ku li Sîlopiyê siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz windakirine îro jî kelepçeyê bi siyasetmedarên kurd dixin. Her wiha surer got ku divê Levent Ersoz, Waliyê Şirnexê yê wê demê Huseyîn Başkaya û Waliyê OHAL’ê yê wê demê Gokhan Aydemîr ji ber windakirina Taniş û Denîz bên darizandin.

LI DIJÎ EKER NERAZÎBÛN
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan jî li Amed û Êlihê çalakî li dar xist.
Li Amedê parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê bi slogana “bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” cara 51’emîn hatin ba hev. Wê hefteyê MEYA-DER, DIYAR TUHAD-DER û Platforma Demokrasiyê ya Amedê jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de Sekreterê ÎHD’a Amedê Burhan Zorooglu axivî bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan.
Piştî axaftina Zorooglu, Seroka Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Necîbe Guneş çîroka windakirina Ebubekîr Denîz û Serdar Taniş vegot. Guneş xwest ku kiryar di demeke kin de bên dîtin û darizandin. Guneş li hemberî gotinên Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker ên ku bi kelepçeyê şikur bikin jî nerazîbûn nîşan da. Piştî axaftinan bi çalakiya rûniştinê çalakî bi dawî bû.
Li Êlihê jî ji bo windayan li cadeya Gulîstanê daxuyanî hate dayîn. Ji rêveberên ÎHD’ê Salîh Atsan axivî û bal kişand li ser rewşa zarokên ku di demên dawî de têne windakirin. Atsan got ku ew dixwazin berpirsyarên kesên ku hatine windakirin bên dîtin û hesab bê pirsîn. Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. STENBOL – AMED - ÊLIH

No comments:

Post a Comment