Tuesday, January 26, 2010

Bo zarokên girtî nivîskar civiyan

25/01/2010

Nivîskarên jin ên li Tirkiyeyê tevlî panela ku zarokên bûne mexdûrê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) bûne. Panel bi navê ‘Zarokên ku kevir avetine!’ hate organîzekirin. Nivîskarên jin li ser nêzîkatiya medyayê ya li hemberî zarokên girtî sekînin.
Ji bo zarokên ku ji ber Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMY) tên darizandin, li dijî darizandinê Hewldana Banga Edaletê ya ji bo Zarokan di nav hewldanan de ye. Bi vê munasebetê nivîskarên ku ji rojnameyan re dinivsînin hatin cem hev. Muge Îplîkçî (Vatan), Ture Ozçelîk (Akşam), Aylîn Goçmen (Bîrgun), Esra Çîftçî (Gunluk), Sennur Sezer (Evrensel), Yildiz Ramazanoglu (Ozgun Duruş), Fadîme Ozkan (Star) tevlî panelê bûn. Aktîvîstê hewldanê Mehmet Atak moderatorî kir. Atak di axaftina destpêkê de bal kişand ser rewşa zarokên ku hatine girtin. Atak, diyar kir ku bi vê panelê dixwazin ku bala hemû nivîskaran bikişînin ser vê mijarê.

ZAROKÊN LI KURDISTANÊ
Aylîn Goçmena nivîskara rojnameya Bîrgunê, diyar kir ku Tirkiye jî wekî Israîl û Amerîkayê ceza dide zarokan û divê li dijî vê rewşê têkoşînek bê dayîn. Her wiha nivîskara Gunlukê Esra Çîftçî, da zanîn ku li Tirkiyeyê zarokbûn dezavantajek e, lê li Kurdistanê zarokbûn dezavantajeke du qet zêdetir e. Çîftçî, destnîşan kir ku bi salan e zarok di nav şer de dijîn û rastiya zarokan nayê dîtin û wiha got: “Zarok hatin lêdan, bi îşkenceyê re rû bi rû man, hatin kuştin, bi panzeran hatin kaşkirin. Niha jî zarokên 12 û 15 salî di girtîgehan de ne. Ez nikarim zaroka xwe li girtîgehê bifikirim. Dema min nameya zaroka filistînî di medyayê de temaşekir, ez gelekî hestiyar bûm. Niha jî zarokên ku tên darizandin wekî xayîn tên nîşandan.”

LI SEDEMAN BIFIKIRIN
Fadîme Ozkan, di axaftina xwe de bal kişand ser hişyarbûna raya giştî û diyar kir ku divê civak bangî hikûmet û meclîsê bike ku mafên wan zarokan bên parastin. Ozkan, destnîşan kir ku divê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bê pratîzekirin û wiha axaftina xwe dom kir: “Her tim di medyayê de rayedar dibêjin ‘PKK zarokan bi kar tine û divê dayik û bav xwedî li zarokên xwe derkevin.’ Ev gotin nêzîkatiyeke sivik e û zarokan sûcdar nîşan dide. Divê li ser sedema ku zarok derdikevin qadan bisekinin. Şert û mercên girtîgeha Amedê ji yên girtîgeha Guantanamonuyê xirabtir in. Zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, li ser wan polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Hemû zarok in. Li ser wê erdnîgariyê di binçav de windakirin, kuştin heye û zarok di bin wan şert û mercan de nerazîbûna xwe wisa nîşan didin. Dijminatiya xwe ya li hemberî dewletê nîşan didin. Ev tişt bi nêzîkatiya civaka sivîl tê guhertin. Em li vir wekî rojnamegerên jin gelek tiştan dibêjin û divê ev gotinên me bidomin. Rola çapemeniyê di vir de gelekî zêde ye û divê vê rastiyê ji raya giştî rê bibêjin. Li ser sedeman bisekinin.”
Muge Îplîkçi, destnîşan kir ku divê li ser hêla hiqûqî, siyasî û dîrokî bê sekinandin û wiha got: “Dema bi perspektîfa jinê de li bûyeran mêze dikim û wekî dayikekê diaxivim, şîdetê dibînim. Ev tişt min pir xemgîn û hers dike. Li Tirkiyeyê şîdet, îşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê hê jî didomin. Divê guh bidin dengê zarokan û raya giştî hişyar bikin. Divê hemû qadên medyayê; nivîskar, rojnameger, nûçegihan girîngiyê bidin zimanê xwe û zimanekî li diji şîdetê bê bikaranîn.
Yildiz Ramazanoglu, got tu divê her xwe ji nêzîkatiya teng rizgar bike. Ramazanoglu, got ku wekî her car nêzîkatiyêke ku mirovan dûr dixe heye. Sennur Sezer jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê muameleyên nîşanî zarokan didin ne wekî hev in. Sezer, daxuyand ku zarokan tehdît dikin û dibêjin dê wan bişînin girtîgehê, divê li ser sûc û cezayê carek edin bê sekinandin.
Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan dom kir. Her wiha nivîskarên jin biryar dan ku dê ser li vê mijarê nivîsan binivîsin û raya giştî hîşyar bikin. STENBOL - DÎHA

No comments:

Post a Comment