Sunday, January 24, 2010

Dosyaya qatilên Mustafa û Mahsum jî nepenî bûn

24/01/2010

Di ser kuştina Mustafa Dag û Mahsun Karaoglan ku di 'Meşa Amara' ya 4'ê nîsana 2009'an de ji aliyê cendermeyan ve hatin kuştin re nêzî 10 meh derbas bûn. Lê kujerên Dag û Karaoglan hêj nehatin dîtin û tu lêpirsîn nehat kirin. Bavê Mustafa Dag Salîh Dag, diyar kir ku dewletê kurê wî kuştiye. Parêzerê malbatê Bekîr Benek jî diyar kir ku lêpirsîn skandala hiqûqî ye. Benek, anî ziman ku encamê ji lêpirsînê negirin dê serî li DMME'yê bidin.
Girseya ku di 4'ê nîsana 2009'an de ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ber bi gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê ve meşiyan, rastî astengiyê hatin û bûyer pêk hat. Mustafa Dag û Mahsun Karaoglan ji hêla cendermeyan ve hatin kuştin. Di ser bûyerê re zêdeyî 10 mehan derbas bû lê hêj kujer nehatin dîtin û lêpirsîn nehat destpêkirin. Li aliyê din der barê 10'an kesên beşdarî meşê bûn de lêpirsîn vebû û bi "endamên rêxistinê", "li ser navê rêwistinê sûc kirine" û "li dijî zagona hêjmar 2911'an tevgeriyane" hatin tawanbarkirin û di navbera 10 û 12 salan de ceza li wan hate birîn.

'DEWLETÊ KUŞTIYE'
Bavê Mustafa Dag Salîh Dag, têkildarî buyerê diyar kir ku kurê wî bavê 2 zarokan bû û karkerê înşaatê bû. Bavê Dag, anî ziman ku wê rojê kurê wî destûr ji karmendê xwe xwestiye û beşdarî meşê bûye û wiha got: "Her kes beşdarî meşê bûbû. Lê ji ber ku kurê min beşdarî meşê bûbû dewletê kurê min kuşt. Têkildarî mijarê nehatin serî li îfadaya me jî nedan. Hikûmeta AKP'ê talîmat da. Min cenazeyê kurê xwe dît. Gule ketibû hundirê serê wî. Ji ber ku di destê çalakgeran de çek tune, wê demê diyar e ku qatil kî ye." Salîh Dag, da zanîn ku ji ber ew xizan in û nikarin bi şopa doza kurê xwe bikevin encamê nastînin. Dag, destnîşan kir ku dema kurê wî hate kuştin kurê wî yê din jî li navçeya Xozatê ya Dêrsimê leşker bû. Dag, bertek nîşanî vê yekê da û wiha axivî: "Dema ku dewlet kurekî min bikuje, ez dê çawa kurê xwe yê din bişînim leşkeriyê."
Dayika Mustafa Dag Naîme Dag jî bertek nîşanî helwesta dewletê da û xwest qatilê kurê wê bê dîtin û cezakirin. Dayika Mustafa, Naîme Dag destnîşan kir ku nebiya wê û keça Mustafa Dag Gulsum û Şeyma jî wêneyê bavê xwe hembêz dikin û bavê xwe dixwazin.

SKANDALA HIQÛQÎ YE
Parêzê malbatan Bekîr Benek, bi bîr xist ku li gel 10 meh di ser bûyerê de derbas bûye jî ji bo gumanên heyî yan jî berhevkirina agahiyan, serî li îfadeya tu kesî nehatiye dayîn. Benek, bal kişand ser rapora otopsiyê û wiha got: "Di raporê de sedema mirinê wekî 'Ji ber guleyê xwîn çûye ser mejî' hatiye kişifkirin. Tê zanîn ku di destê çalakvanan de çek nînin. Lê di destê polîsan de çêk hene. Ji cihê bûyerê qalikên guleyan ên ku bûn sedema mirina Mustafa, hatin berhevkirin û radestî meqamên lêpirsînê hatine kirin. Lê hîna jî nehatiye kişifkirin ku bê ev kovan ji çeka kîjan peywirdarî derketiye. Der barê vê mijarê de jî tu lêkolîn nehatine kirin." Benek, anî ziman ku di bûyera qewimiye de mafê jiyanê hatiye bin pê kirin û da zanîn ku ji ber lêpirsînek bi bandor nayê vekirin û baweriya li hemberî hiqûqê dişkîne.
Benek, da zanîn ku derbarê kujerên ku 2 kes kuştine de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û wiha got: "Ev nêzîkatî ne wîcdanî û ne jî elheqî ye. Divê dosya ji aliyê hiqûqnas û saziyên sivîl ve bê lêkolînkirin. Em difikirn ku dewlet di vî alî de suc dike. Ger ku em encamê bi dest nexwin em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. RIHA - DÎHA

No comments:

Post a Comment