Monday, January 18, 2010

Zarokên serhildana Botanê

18/01/2010

ÇINAR MARDÎN

Ji bo bi watekirina şehîdan ne hemû peyvên xweşik ên cîhanê ne jî hêza mejiyê analîtîk têrê dike. Yên ku bi şêweyeke herî sade û vekirî xwe îfade dikin, bi ruhê xwe, bi dilê xwe û bi bedena xwe dibezîn azadiyê û ji bo heqîqeta jiyanê kirîn şehîdên me ne. Yê ku maf dayî şehadetê û li ser vê ya têkoşîn mezin kirî rastiya Rêbertiyê ye. Rêbertî her şehîdek ku çêdibe weke parçeyek ji canê xwe dibîne. Dema ku têkoşîn mezin kirî jî bi nirx zêdekirina li şahadetan, li viya wate zêdekirinê wê çawan xwedî li bîranîna şehîdan derbikeve pêwîstiya wê ya herî giring derxistiye holê.
Bi ked û xwihdana şehîd û rêbertiya me û xeyalên gelek ên ku zuha bibûn, riziyabûn ji nû de şîn bûn. Her çêbûnek bi rastiya xwe ya cewherî ji nû de ketiye tevgera gihiştinê. Hewaya azadiyê bi şêweyeke herî xurt dest bi herîkinê kiriye. Ev hawaya azadiyê tevayî Kurdistan girtiye nava xwe. Herêma ku ev serpêhatî ya hewaya azadiyê bi xwe re jiyankirî Botan e. Botana ku di agirê Mezopotamya de xwe bi hebûn kirî, xweşikiyên xaka pîroz ya dayika xwedawend di himêza xwe de helgirtî, şopên kur yên çanda dayika xwedawend tê de tên dîtîn, bi xweşikiyên xwe yên dîrokî ku boyî mijara romanan, filman û helbestan bi wate bikî zehmete, divê li Botan jiyan bikî.
Xaka Mezopotamya ku landika mirovahiyê ye, cografya ku weke diyariya jiyanê tê watekirin, bi herikîna çemên xwe yên Firat û Dîcleyê weke kaniya buhiştê difûre û xweşikiyek reng bi reng dide derdora xwe. Şahidê van xweşikiyan şikeftên wê, bermayên dîrokî ta roja me ya îro jî xwe li ser lingan digre.
Ji vana Gemiya Nur ku ya herî xweşik û dîrokî ta roja me ya îro jî bi coşa xwe ya mezin tê bîranîn, bi xweşikiyên xwe di dil û ruhê mirovan de bi kolanên hûr weke neqşan tên bikaranîn.
Botan keçikek ezîze ku di nava agir de direqise bi bîr tîne. Nebûna heyran ya vê reqsê û bêhişnebûyîn bê derfetiyeke. Hele yek jî ew rezên tirî yên Botan ku ser bi yek ji herîqeyên cîhanê baxçeyê Babîl ve diçe, bi darên xwe yên behîv û gûzan, bi avên xwe yên ku di herikin serkaniya jiyanê ye. Weke hemû coxrafya Botan, çanda wê, rêbaza jiyanê ku bi keda xwe bi xwezayê re hêvênbûye, di himêza dayika xakê ku bi xwîn û rondikan hatiye avdan, bû ye agirek û tu caran nimeta xwe ji me gerîlan qut nekiriye.
Di rastiyê de Botan efsaneyeke. Cihê ku Mem û Zîn tê de jiyan kirine. Cihê ku evîndarên mezin û girêdanên mezin hatin jiyandin û serpêhatî tê de hatine nivîsîn. Ji vê sedemê ye ku keç û kurên Botan di asta evîndariyekê de bi xaka xwe ve girêdayîne, her wek hevalê Zafer. Mirovên vê herêmê evîndarî û bêrîkirinên xwe bi hestên herî xweşik kirine mijara helbest û edebyatê. Ev rastî bûne sedem ku gelê vê herêmê bi şêweyeke herî xurt bi PKK’ê ve bêne girêdan û vê yekbûnê jiyan bikin. Ji sedema van rastiyên dîrokî ne ku rastiya gelekî ku girêdana bi azadiyê ve di asta evînekê de girêdayî û têniyê wê heye. Rastiya vî gelî weke evîndarên azadiyê, girêdana jiyanê û bêrîkirinê bi tekoşîna me re kiriye yek.
Di nava kesayetiya ferd de ku rastiya civakî mezinbûyî serbixwe nikarin bigrin dest. Di nava civaka ku tê de jiyan dike her wek ku cewherê ferd di afirîne.
Hevalê Zafer jî di Botana ku şopên jiyana çanda xwedawendî de û ligel hemû çewisandinan jî warên tune nebûyî, di temenekê zaroktî de tevlî refên PKK’ê dibe. Amûrên leyîstokên hevalê Zafer ku di temenekî biçûk de tevlî refên gerîla bibû çek û rexta wî bû û leyîstokên wî jî li gel dujmin şer dikirin. Kes di tevilbûna xwe ya tekoşînê de hest dikin. Hevalê Zafer jî tevilbuna xwe ya jiyanê û paqijiya xwe ya hevaltî, sekna xwe ya li hemberî mezinbûnê herdem weke zarokekî ku li ber xwe bide , ma. Hevalê Zafer ku kesayetiya wî ya dinava rêxistinê de sewa,şervaneke heta bê xwestin serbilind, serhildêr, stu ne tewandî û ji zoriyan hezdikir. Bi bûna xwe ya rikber û qure re zu bi zû îqna ne dibû, tiştaku bawer dikir jî bêy ku çavê xwe xwe binuqîne di oxira wê de dibû sedem ku bi bazde mirinê.

No comments:

Post a Comment