Monday, January 18, 2010

Dest avêtin xeyalên zarokên kurd


18/01/2010

20 zarokên ku ketine destên bazirganên mirovan û ew birin ewropayê, li Sirbistanê di nav kolanan de li holê hatin hiştin. Zarok piştî rêwîtiya mehekê ya bi zor û zehmet anîn Sirbistanê. Hat gotin ku piraniya zarokên li holê mane ji Rihayê birine û ji ber ku bazirganên mirovan di nav xwe de li hev nekirine li Sirbistanê mexdûr mane. Ajansa nûçeyan ANF'ê navê kesên ku bazirganiya van zarokan kirine bi dest xist.
Ewropa ji bo penaberan dibe riya hêviyê. Lê ji bo gelekan jî dibe cehnem. Penaberên ku bi hêviyên mezin derdikevin ser riyan, bi mirinê re rû bi rû dimînin û her wiha di van rêwîtiyan de aqûbeta hinekan jî nayê zanîn. Hin di nava pêlên avê de winda dibin, hin di nava erdên bi mayîn de derbas dibin û hin jî ligel seqem û sermayê an jî di kamyonên bê hewa de jiyana xwe ji dest didin. Bazirganên mirovan îcar jî dest avêtin xeyalên zarokên kurd.
20 zarokên piştî mehekê gihîştin bajarê Sobatîca yê Sirbîstanê, di nava şert û mercên dijwar de hatine vî welatî. Ajansa nûçeya ANF’ê xwe gihand van zarokan û daneyên gelek girîng bi dest xistin. Bazirganên mirovan, derketina zarokan a ji Sirbistanê red dikin. Penaberê bi navê O. S. ku şanoger e, diyar kir ku gelek zarokên kurd jî ku temenê wan di navbera 16-19’an de ye, di heman riyan de derbas bûne û rewşa wan jî ne baş e. O. S. der barê mijarê de axivî û got ku zarokan bi xeyala ku dibin Ewropayê dixapînin û wan di nîvê rê de dihêlin.

SERÊ ŞEBEKÊ NANÎM E
O. S. di berdewama axaftina xwe de wiha got:
“Ez jî wekî van zarokên kurd di van riyan de derbas bûm. Kesekî din ez anîm virê, lê berpirsê vî karî kesê navê wî Naîm e. Alîgirê wî jî Alî Yener e. Yener bi 5 hezar euroyî dixebite. Beriya ku penaber ji Tirkiyeyê bên derxistin, pere digire. Piştre zarokan dibin paytexta Tîrana Arnawitluxê. Li vir dibin otelekê. Di kontrola pasaportê de nayên derbaskirin. Dizanin ku zarok tiştekî nizanin. Zarokan derbasî Macaristanê dikin. Piştî vê zarokan derbasî Sirbistanê dikin. Zarokan li vir dihêlin û rêwîtiya mehekê bi dawî dibe.”

‘EM BIRÇÎ NE’
O. S. di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Min xwest ku ez zarokan ji destê Naîm xilas bikim. Lê Naîl nehişt. Min xwe gihand zarokên din jî. Di telefonê de digiriyan. Digotin, sar e. Berf dibariya. Alî Yener zarokan dixapîne. Dibêje çûyîna Ewropayê zehmet e.”

NAVNÎŞANA NAÎM DIZANE
O.S. diyar kir navnîşana Naîm dizane û wiha got: “ Li nêzî otogarê kolana îstasyona benzînê heye. Li çepê kolanê 200 metre dûr e. Piştî vê li lambeyên sor divê vegerin çepê. Li vir kolana camiyê heye. Xaniyekî mezin û hewşa wê heye. Ev xanî wekî tamîratxaneyekê xuya dike. Dibe ku zarok li wir hebin. Çimkî dema ku ez çûm wir zarok li wirê bûn.” ANF

No comments:

Post a Comment