Saturday, March 6, 2010

OCALAN:AKP RÊGIR E


06/03/2010


"AKP li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd astengiya herî mezin e. AKP mîna ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike xwe dide xuyakirin lê nahêlê çareserî pêk bê. Li gorî nêrîna min dewlet ji diyalogê re amade ye. Lê AKP li pêşiya çareseriyê asteng e. Mîna çareser dike xwe nîşan dide lê di rastiyê de tasfiyeyê bi pêş dixe."

Rêberê Gelê Kurd çarşema borî bi parêzerên xwe re hate cem hev û têkildarî rewşa siyasî û geşedanan nêrînên xwe anîn ziman. Ocalan di hevdîtinê de têkildarî rewşa tenduristiya xwe got, "Pirsgirêkên tenduristiyê yên berê ku ji ber şertên girtîgehê derketine didomin, di standin û dayîna nefesê de zehmetiyan dikişînim. Dîsa prostat û hwd. hene. Nexweşiyên têkildarî temenê min jî hene. Lê ez hewl didim li hemberî şertan li ber xwe bidim. Ez bawer nakim piştî vê kêliyê tiştek were guhertin. 11-12 sal in min li ber xwe da, hewl didim xwe li hemberî rewşê bigirim. Ez ê karibim li ber xwe bidim, lê nizanim hevalên din dê kiribin an na. Di demên pêş de şert û merc têne guhertin an na, nizanim. Di encamê de tenduristiya min girêdayî sîstema girtîgehê ye. Divê pirsgirêkên min ên tenduristiyê bi vî rengî werin dîtin."

'Em ê li benda hêzên çepgir nesekinin'

Ocalan têkildarî siyaseta Tirkiyeyê, rewşa hêz, partiyên ku siyasetê dimeşînin û rewşa aborî û civakî ya Tirkiyeyê jî nêrînên xwe anîn ziman. Ocalan der barê rewşê de ev nirxandin kir: "Dibe ku dengên AKP'ê daketibin rêjeya ji sedî 30'an. CHP û MHP jî nikarin dengê xwe zêde bikin. Artêşeke bêkaran a mezin pêk hatiye. Nêzî 15 mîlyon hilbijêrên bêbiryar hene, pêwîstiya van bi partiyeke nû heye. Ji bo vê yekê ez girîngiyê didim xabata Partiya Sîwane. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi alternatîfeke wisa heye. Divê gengeşiyên bêencam neyên kirin. Pirsgirêkên me bêhempa ne, divê dest biavêjin wan, enerjiya heyî divê bi gengeşiyên bêencam neyê xerckirin. Pêwîstî bi partiyeke nû heye. Divê giranî ji bo xabatên vê partiyê were dayîn, valahiya heyî bê dagirtin. Pirgirêkên gelekî mezin ên ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin hene. Li Tirkiyeyê bêkariyeke mezin heye. Baş tê bîra min di demên borî de ji tirkan û beşên cada eleqeyeke mezin a ciwanan hebû, dihatin gel me, beşdar dibûn, bawer im îro jî wisa ye. Pêwîstî bi rêxistinkirina van ciwanan heye. Mîna berê, niha jî ev ciwan dikarin werin rêxistinkirin. Heger ev yek pêk were dê hêzeke bêhempa derkeve holê. Lazim e mirovên li rojavayê Tirkiyeyê werin rêxistinkirin. Rewşa Çepgiran li holê ye, em ne di rewşeke wisa de ne ku li benda wan bisekinin. Bêyî windakirina demê divê em dest biavêjin pirsgirêkên heyî yên dijwar. BDP li gorî vê perspektîfê dikare rêxistinbûyîna xwe li herêma rojava xurt bike. Li Afyonê, Bursayê, Îzmîrê û bajarên din ên rojava dikare xwe birêxistin bike. Mînaka Bergamayê tê zanîn. Di nava têkoşîna Bergamayê de ciwanan jî cih digirt. Divê BDP li hemberî van pirgirêkan jî hestyar be. BDP divê nîşan bide ku bi hemû cure pirsgirêkan re mijûl dibe û bi pratîk-kirina vê yekê re dikare bibe partiya Tirkiyeyê. Wê demê bi vê xabatê re hevdeng dengê wê jî dê bilind bibin."
'Wekîltiya Tirkiyeyê lîstik e'
Rêberê Gelê Kurd têkildarî hewldanên AKP'ê yên bi navê pakêta guhertina Makeqanûnê jî bal kişand ku hin lîstik hene. Ocalan destnîşan kir ku bi rêbazên mîna 'Parlamenteriya Tirkiyeyê' mebesta AKP'ê ew e ku avakirina koma meclîsê ya BDP'ê asteng bikin. Ocalan di vê mijarê de jî ev nêrîn anîn ziman: "Parlamenteriya Tirkiyeyê ku AKP dixwaze bi pakêta guhertina Makeqanûnê re bîne rojevê lîstik e. Bi vê yekê amanc dike ku bi vê serastkirina qanûnî li pêşiya avakirina koma BDP'ê ya parlamentoyê bibe asteng. Bi şertê kêmkirina benda hilbijartinê destekdayîna bi tena serê xwe ya BDP'ê jî hewldaneke ne di cih de ye. AKP bi hezaran zarok avêtine girtîgehan û hêna jî girtin berdewam dikin. Bi sedan siyasetmedar di girtîgehan de ne. Ji bo destekdayîna vê pakêta Makeqanûnê beriya her tiştî divê qanûna li dijî terorê were guhertin. Guhertin jî kêm e divê bi tevahî were rakirin. Bi van qanûnên li dijî terorê gelek mirovan diavêjin girtîgehan. Divê ev qanûn were rakirin."

Samîmiyeta AKP'ê

Ocalan di hevdîtinê de bi israr niyet û hewldanên AKP'ê girtin dest û xwest beriya her tiştî samîmiyeta xwe bi gavên berbiçav nîşan bide. Ocalan bi van gotinan doza samîmîbûnê li AKP'ê kir: "Heger AKP bi rastî samîmî ye beriya her tiştî divê zarokên kurd ên di girtîgehan de û siyasetmedarên kurd serbest werin berdan. Hemû têkildarî qanûnên li dijî terorê ne. Heta ev qanûn neyê guhertin, rakirin divê kurd destekê nedin pakêta Makeqanûnê. Destek li aliyekî divê kurd muxalefeta herî tund a li dijî vê pakêta guhertinên destûrî bikin. Di vê mijarê de divê nerazîbûna xwe ya demokratîk heta dawiyê bi kar bînin û ji pakêta Makeqanûnê ya di vê rewşê de tê guftûgokirin re bêjin na. Em ne li dijî Makeqanûneke demokratîk in. Min sê pîvan anîbûn ziman. Min pîvana çaremîn jî li van sê pîvanên bingehîn zêde kiribû. Ev jî welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û ya çaremîn jî Makeqanûna demokratîk e. Divê nêzîkbûneke li gorî xala çaremîn a Makeqanûna demokratîk were nîşandan. Avakirina Makeqanûneke van pîvanan tevan hembêz dike lazim e. Li ser vî bingehî û li gorî du şertan em ê destekê bidin pakêta Makeqanûnê. Ya yekemîn, daxistina benda hilbijartinê. Helwesta BDP'ê ya di vê mijarê de erênî ye, lê têrê nake. Ya duyemîn jî rakirina qanûnên li dijî terorê ye. Bi vê wesîleyê divê di serî de ji bo hemû zarokên di girtîgehan de ji ber hestiyariya nîşan dane ez hezkirinên xwe, silavên xwe pêşkêş dikim. Ji bo zarokên beriya niha û di çalakiyên 15'ê Sibatê de hatin girtin ez hezkirinên xwe û silavên xwe pêşkêş dikim."

'AKP xasûk e'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî taybetmendiyên AKP'ê û siyaseta ku dimeşînê nirxandinên girîng kirin. Ocalan AKP mîna partiyeke 'xasûk' nîşan da û diyar kir ku di rewşa heyî de hêza herî mezin a li pêşiya çareseriyê dibe asteng AKP ye. Ocalan têkildarî siyaseta xeter a AKP dimeşîne û rola wê ya li pêşiya çareseriyê jî nêrînên xwe wiha rêz kirin: "AKP di vê mijarê de gelekî xasûk tevdigere. Di bin hemû hewldanên wê yên mîna gavên demokratîk nîşan dide de tasfiyekirina siyaseta demokratîk a kurdan heye. Armanca tasfiyekirina rêlêvebûna demokratîk a rastî heye. Di vir de tiştê kiriye armanc tasfiyekirina siyesat kurd e. AKP ku mîna pirsgirêkan çareser dike xwe dide xuyakirin di rastiyê de astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê ye. Tu evqas operasyon pêk tînî, zarok û siyasetmedaran dişînî girtîgehan paşê jî behsa vebûnên demokratîk dikî. Kes nehiştin. Tu dibejî pêşbaziya demokratîk, di van şertan de pêşbaziya demokratîk dikare were kirin, navê wê dikare bibe pêşbaziya demokratîk? Ya rast AKP di pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd de asteng e. AKP mîna dixwaze çareser bike xwe nîşan dide lê nahêle çareser bibe. Bi vî aliyê xwe ya rastî dewlet ji AKP'ê bêhtir nêzîkî çareseriyê ye. Ya ku vê asteng dike AKP bi xwe ye. Beriya 11 salan dema ez anîm vir, li pêşiya çareseriyê MHP asteng bû. Îro AKP asteng e. Li pêşiya AKP'ê îro tu sazî nikare xwe bigire, dengê xwe nake, rewşa Başbûg tê dîtin. Beriya 11 salan dema ez nû anîm vir 4 saziyên dewletê hatin bi min re hevdîtin pêk anîn. Behsa çareseriyê dikirin. Min jî ji wan re got: 'Gelo hêza we digihîje çareserkirina vê pirsgirêkê?' Diyar bû ku hêza wan negihîştiyê. Wê demê MHP li pêşiya çareseriyê asteng bû. Di roja me de AKP bi heman mîsyonê tevdigere. Li gorî min dewlet ji bo diyalogê amade ye lê AKP astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê ye. Vê yekê jî pir bi xasûkî pêk tînê. Mîna çareser dike xwe dide xuyakirin lê tasfiyeyê bi pêş dixe."

'Hegemonyaya spî û kesk'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de du hegemonyayên ku heta niha li Tirkiyeyê serdest in jî bi bîr xistin. Ocalan hegemonyaya yekemîn mîna Hegemonyaya MHP û CHP'ê ya Tirkîtiya Spî bi nav kir. A duemîn jî wekî Hegemonyaya Tirkîtiya Kesk a ku AKP nûneriya wê dike rave kir. Ocalan karakter û taybetmendiyên van hegemonyayan jî wiha analîz kirin: "Di bingeha van du hegemonyalan de faşîzm heye, her du jî faşîzmên sazûmanî ne. Hegemonyaya Tirkîtiya Spî ya MHP û CHP temsîl dike xwe dispêrê sedsala 19'emîn. Yanî ji sed salan zêdetir dîroka wê heye. Berdewama zîhniyeta Îtîhat û Terakî ye. Xwe dispêre nijadperestiya alman, ji faşîzma netewî ya alman bandor bûye, çavkaniya wê ev e. Bi hegemonyaya Tirkîtiya Spî ya MHP û CHP temsîla wê dikin Tirkiyeyê gihandin heta cihekî, heta cihekî jî ev polîtîka meşandin. Niha jî ya tê meşandin hegemonyaya Tirkîtiya Kesk a AKP nûneriya wê dike ye. Hegemonyaya Tirkîtiya Kesk a bi AKP'ê temsîla xwe dibîne jî çavkaniya xwe ji Îngilistan û DYA'yê digire, Anglo-Sakson e. AKP îro desteka xwe ji van hêzan digire. Her du hegomanya jî xwedî faşîzma sazûmanî ne. Xeta MHP'ê û CHP'ê xeteke neteweperest-faşîst e û xwe spartiye siyaseta înkar-tunekirin û asîmîlasyonê. Lê AKP her çiqas xwe mîna xeteke lîberal nîşan dide jî gelekî xasûk e. Li ser rûyê AKP'ê niha maskeyeke lîberal heye. Rûyê wê şîrîn xuya dike lê belê di bin wê maskeyê de rûyekî zexel û gemar heye. Divê ev were dîtin. Divê rûyê rastî yê AKP'ê ku di bin maskeyê de ye were dîtin û divê ev polîtika bi kûrahî were nirxandin. AKP maskeya lîberal dide ber xwe, mîna ku pirsgirêkan çareser dike xwe nîşan dide lê dixwaze tasfiyeyê bihûne. Divê bi rûyê AKP'ê yê xuya dike kes neyê xapandin û rûyê rastî were dîtin. Bi xasûkî dilîze. Polîtikayên ku niha AKP dimeşîne ji polîtikayên dema Çîller ên salên 90'î bixetertir in. Di dema Çiller de bi rengekî vekirî tunekirin dihate ferzkirin, ji ber ku ev vekirî pêk dihat xetereyeke ku ji aliyê her kesî ve dihate dîtin bû. Lê niha AKP heman tiştî kûr û veşartî dike. Erdogan û Beşîr Atalay bi gotinên 'rêlêvebûna demokratîk' an 'projeya yekitiya netewî' xwe didin nîşandan ku pirsgirêkê çereser dikin lê di pratîkê de berovajî wê pêk tînin. Her du hegemonya jî faşîzmên sazûmanî ne. Cengiz Çandar jî behsa şaşiyên li Lozanê hatine kirin dike. Dibêje heger li wir ew şaşî nekirana pirsgirêk evqasî mezin nedibû. Tiştê li Lozanê hate bilindkirin 'tirkîtiya bi tenê' bû. Niha jî ya dixwazin bilind bikin 'kurdîtiya bi tenê' ye. Di têgihîştina me de cihê van her duyan jî tune ye. Em di çerçoveya welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û Makeqanûna demokratîk de jiyaneke demokratîk û yekitiyeke demokratîk esas digirin."
'Du sê hefteyên krîtîk'
Ocalan çend hefteyên pêş mîna pêvajoya krîtîk bi nav kir û destnîşan kir ku nêzîkahiya aliyan dê encamê diyar bike. Ocalan wiha berdewam kir: "Li vir ez ê ji bo çareseriya pirsgirêkê desteka xwe pêşkêş bikim. Lê ji bo encamê biryarên ku alî bidin girîng e. Min nirxandineke Cemîl Bayik xwend. Dibêje ew ji bo şerê mezin ê tê wateya fînalê amade ne. Bêguman heger alî neyînî nêzik bibin dê pevçûn kûr bibe. Ev tesbîteke sosyolojîk e. Heger aştî bi pêş nekeve dê şer kûr bibe. Dibêjin ku amadekariyên wan hene, behsa beşdariya xurt a ji çar parçeyên Kurdistanê a nav gerîla tê kirin. Herhal beşdarî zêde bûye. Ez careke din dibêjim, heger nêzîkahiyên watedar bi pêş bikevin ez ê rola xwe ya dîrokî bilîzim. Ez li vir talîmatê nadim PKK'ê, rewşa min a dayînê jî tune ye. Ev yek rast jî nabe. Heta nîvê biharê her tişt zelal dibe. Ev hefte gelekî nazik in, heger di aliyê çareseriyê de pêşketin pêk neyên dê şer rû bide."

'Divê ciwan jiyanê bidin civakê'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoya girîng de banga tevgera zanistî li kurdan kir û xwest siyaseta demoktarîk û komuna demokratîk bi pêş bixin. Ocalan got ku divê kurd êdî tiştekî ji dewletê hêvî nekin û wiha berdewam kir: "Bêyî xwespartina dewletê û bendewariya ji dewletê divê kurd rêxistinbûyîna xwe ya demokratîk bi pêş bixin û sîstema xwe ava bikin. Divê jiyana xwe bi vî rengî tije bikin. Heger kurdan zanistiya we ya demokratîk û siyaseta demokratîk bi pêş bixista, her wiha ev têgihîştina siyaseta demokratîk li civakê belav bikira evqas ciwanan jiyana xwe ji dest nedida. Mînak li Semsûrê ciwanekî ji Meletiyê xwe şewitandiye, bi vê wesîleyê careke din ji bo malbata wî sersaxiyê dixwazim, hezkirinên xwe û silavên xwe pêşkêş dikim. Mîna min got heger ji bo siyeseta demokratîk bawerî bi pêş biketa li dewsa çalakiyên întîharwarî dê van ciwanan xwe bida jiyandin û di nava civakê de bi zanistiyeke demokratîk û ruhekî demokratîk bênavber bixebitiyana. Lewma ez Akademiyên Siyaseta Demokratîk girîng dibînim. Heger ev akademî hebûna, ciwanên ku ji van cihan gihîştibana dê jiyan bidana civakê. Belkî nayê fêmkirin lê bidestxistina têgihîştina demokratîk, jiyana di nava komunên demokratîk de, dahûrandina demokrasiyê di her qada jiyanê de nirx li mirov zêde dike, bi jiyanê ve bêtir girê dide. Li Semsûrê keçeke ciwan zindî hate binaxkirin. Li gelek cihan xwekuştinên jinan pêk hatin, pêk tên. Siyaseta Demokratîk, hûnandina zanistiya demokratîk a di nava civakê de çareya vê yekê ye."
Ocalan bi bîr xist ku li Batmanê di demên borî de gelek xwekuştinên jinan hebûn lê vê demê kêm bûne. Ocalan kêmbûna vê yekê jî bi pêşketina siyaseta demokratîk, bilindbûna guftûgoyên demokratîk ve girêda. Ocalan diyar kir ku pêşketina çanda demokratîk mirovan bi jiyanê ve girêdide. Ocalan ji bo vê yekê jî girîngiya komunan raxiste ber çavan: "Tiştê ku min ji tecrûbeya hevqas salan derxist ku pêwîstî bi zêdekirina komunên demokratîk ên civak di nava wan de tê rêxistinkirin e. Di beşa Civaknasiya Azadiyê ya parêznameyên xwe de min ev mijar bi berfirehî vekiribûn. Ez hinekî dişibînim eşîr, qebîle û terîqetên demên berê lê zîhniyeta komunên demokratîk ji vê cudatir e. Komunên demokratîk mîna eşîra modern, qebîleya modern, malbata modern. Divê civak ji têgihîştina lîberal a kapîtalîzm û takekesiyê were rizgarkirin."

'KCD qanûnî û legal e'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna çend hevdîtinên borî vê hefteyê jî li ser rol û mîsyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) rawestiya. Ocalan têkildarî KCD'ê û cudahiya di navbera wê û KCK û BDP'ê de jî ev nirxandin kir: "Mîna beriya niha jî min gotibû KCK cuda ye, KCD cuda ye û BDP cuda ye. Her yek ji wan xwedî cih, pozîsyon û rêveçûneke cuda ye. KCD demokrasî û aştiya kurdan bi pêş dixe, vê ji bo xwe dike hedef. Dibe ku li Tirkiyeyê û rojava xebatkar, dost an hevkarên wê hebin lê bi bingehîn demokrasî û aştiya kurdan ji xwe re dike hedef. Navenda KCD'ê Amed e û rêxistineke sivîl a legal û qanûnî ye. Divê mîna rêxistineke yedek nemîne, ji jêr ber bi jor ve divê xwe birêxistin bike. KCD tenê li cihên kurd lê dijîn valahiyên heyî tije dike. Ji hunerê heta bi çandê, ji civak, aborî û sporê bigire di her qadê de têkiliyên kurdan saz dike, pirsgirêkên wan çareser dike. Mînak ji bo kurdan hewldana avakirina bankavaniyê jî dibe, xabatên wan ên taybet ên bankayê jî dikarin pêk werin. KCD valahiya di vê qadê de dadigire. Divê li gorî qanûnan tevbigere. 
BDP partiya Tirkiyeyê ye. Valahiya siyasî ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê divê dagire. Xabatên xwe li gorî vê yekê divê bimeşîne. Ne tenê li Kurdistanê, li her dera Tirkiyeyê; li metropolan divê xwe birêxistin bike. 
KCK ji van gelekî cudatir e, hebûneke îlgal e. Hêzên wê yên çekdar hene. Li çar parçeyan rêxistinbûyîna xwe dimeşîne. Ez van tenê ji bo Tirkiyeyê nabêjim, KCK li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî dikare xwe birêxistin bike. Têkiliyên wê yên bi hebûnên din re ew bi xwe dikarin diyar bikin. Ji vir mudaxelekirina rêxistinbûyîna parçeyên din a KCK'ê dê ne rast be. Divê bi xwe biryarê bidin."
Ocalan di dawiya axaftina xwe de ji bo Dêrsim, Sêrt, Misirc û Dihê silavên xwe pêşkêş kirin. Her wiha ji bo hevalên xwe yên girtî jî silav şandin. Her wiha bi bîr xist ku ji girtîgehên Trabzon, Rîze Kalkandere, Sêrt, Batman, Semsûr, Îzmît, Midyad û Erzurumê bi bîr xistin û ji bo tevan silavên xwe pêşkêş kirin. Ocalan her wiha xwest ku xabatên xwe yên felsefîk bidomînin.

'8'ê Adarê pîroz dikim'

Rêberê Gelhe Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya roja Çarşemê de careke din li ser rewşa jinan rawestiya û bi taybetî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxand. Ocalan ku 8'ê Adarê pîroz kir der barê mijarê de ev peyam da: "8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dikim, silav û hezkirinên xwe dişînim. Têkildarî 8'ê Adarê dixwazim van tiştan bibêjim: Di 15 hezar salên beriya Sumeran de Serdema Daykanî hate jiyîn. Bi Sumeran re vê yekê cihê xwe ji Serdema Bavkanî re hişt. Di dema Sumeran de îlana Serdema Bavkanî hate kirin. 5 hezar Salên ji Sumeran û vir ve jî Serdema Bavkanî ye. Heta roja me 15 hezar sal dema Daykanî, 5 hezar sal jî dema bavkanî hate jiyîn. Di têgihîştina me de ne bavkaniyeke tam ne jî daykaniyeke tam heye. Têgihîştina me van her duyan digihîne hev, yekitiyeke girêdayî felsefeyê û bingeha wê ya felsefîk heye. Belê divê jin û mêr bi hev re bijîn, dikarin bijîn. Bila ev şaş neyê fêmkirin, tiştê ez behs dikim ne azadiyeke cinsî ye, ez vê taswîp jî nakim. Yekitiya jin û mêran a ez behs dikim divê bi felfeseyê hatibe strandin û yekitiyeke li ser bingeha felsefeyê be. Yekitiya jin û mêran tenê dikare bi vî awayî watedar bibe. Berovajî vê yekê dê me bibe cinsperestiya jinan a di sîstema kapîtalîzma hov de tê dîtin. Encama cinsperestiya kapîtalîzma hov jî felaket e. Azadiya jinan ku ez qala wê dikim jina zane û xwedî îrade ye. Nêrînên min ên der barê jinê de cuda ne, pir nû ne. Di pirtûka Civaknasiya Azadiyê de min ev berfireh girtibû. Dikare sûd jê were girtin. Heta têkoşîna azadiya jinan neyê bidestxistin, têkoşîna azadî û demokrasiyê nagihîje serekftinê."

Mînaka Berlusconî
Ocalan têkildarî rewşa jinan mînaka Îtalya û Serokwezîrê Îtalyayê Silviyo Berlusconî da. Ocalan der barê vê mijarê de jî wiha axivî: "Berlusconî bi nêzîkahiya xwe ya ji bo jinan gelekî derkete pêş, li Îtalyayê pir tê guftûgokirin. Tespîteke Berlusconî hebû, ez dixwazim balê bikişînim ser vê. Barlusconî digot, 'Ez tiştên ku hemû îtalyayî di xeyalên xwe de dixwazin bijîn dijîm, ji ber wê mîna hedef têm nîşandan'. Berlusconî ji bo xwe tesbîteke rast kiriye. Berlusconî nûnerê sîstema kapîtalîst e. Ji bo vê yekê li vir ez bangî sosyalîstên Îtalyayê dikim. Ji tiştên ku Berlusconî dijî wêdetir divê hûn yekitiyeke jin û mêran a li ser bingeha felsefîk biafirînin. Wezîfeyeke sosyalîstên Îtalyayê ev e; Divê jiyaneke alternatîf a têgihîştina jin û mêran a tiştên Berlusconî dijî ku îtalyan di xeyalên xwe de dijîn re hebe. Heta têgihîştineke rast a cinsî di navbera jin û mêran de neyê afirandin têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê nagihîje encamê, dê bêwate be û têkoşîna civakî dê nîvco bimîne. Bi vê wesîleyê ez silavên xwe ji gelê Îtalyayê re pêşkêş dikim."STENBOL/ANF

No comments:

Post a Comment