06/03/2010
Di çarçoveya operasyona ku li Belçîkayê li dijî sazî û siyasetmedarên kurd pêk hatin de 22 kes hatibûn binçavkirin. Operasyon li 25 noqteyan li hemberî studyoyên ROJ TV, KNK û nûneriya BDP’ê pêk hatibû. 14 kes serbest hatin berdan. Di nav de Serokê Kongra Gel Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar heyî bi giştî 8 kes hatin girtin. Di operasyona Brukselê de Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal hatibûn binçavkirin. 12 kesan li dozgeriyê îfade dan. Hakimê lêpirsînê De Coster biryara girtina Aydar, Kartal û 8 kurdên din da.
No comments:
Post a Comment