Saturday, March 6, 2010

Bedêla lêgerîna edaletê girtîgeh e


06/03/2010


Zêdetirî 40 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê yên di girtîgehên Tîpa D û E yên Amedê de ne, bal kişandin ser neheqiya li dijî wan. Xwendekaran diyar kir ku ew bi îdiayên "Endamên rêxistinê ne" û "Propgandaya rêxistinê kirine" tên darizandin û wiha gotin: "Bedêla lêgerîna me ya edaletê girtîgeh e."
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê yên di girtîgehên Tîpa D û E yên Amedê de ne, der barê rewşa xwe de ji ajansa nûçeya ya DÎHA’yê re nameyek şandin. Xwendekaran, di nameya xwe de diyar kirin ku malbatên wan, di bin şert û mercên gelek xirab de wan didin xwendin û wiha gotin: "Lê ew mafê me yên xwendinê bin pê dikin. Me xwest ku em mîsyona xwe ya rewşenbîriyê bi cih bînin. Me xwest ku em çalakiyên demokratîk, semîner û daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin. Hemû çalakiyên me demokratîk in. Lê ew pir bi ser me de tên. Jixwe wekî tê zanîn hevalên me Masum Karaoglan û Aydin Erdem jî ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin."
Xwendekaran, destnîşan kirin ku ew û hevalên xwe Mahsum Karaoglan di heman polan de bûn, lê hevalên wan ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û wiha li nameyê zêdekirin. "Ne pêkan e ku em van pêkanîn tune bihesibînin. Ji bo vê jî me têkoşîna lêgerîna mafan da. Pêwîst bu ew kesên hevalên em qetil kirin, hesab bidana. Lê di encama lêgerîna edaletê de, em ketin girtîgehê. Em nehatin kuştin. Lê em ji ber vê yekê xwe 'bê bext' jî nabînin. Lê em vê yekê jî bêjin ku me şîna hevalên xwe jî di girtîgehê de girt. Me xwest ku bila hinek êşa me bi dawî bibe. Bila êdî tu kes xwe wekî miriyên potansiyel nebîne." Xwendekaran destnîşan kirin ku ew dê tu caran têkoşîna xwe ranewestînin.
DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE NE
Xwendekaran da zanîn ku ew encamên azmûnên xwe ji hevalên xwe hîn dibin û nameya xwe wiha bi dawî kirin: "Dibe ku dema li zanîngehê mamoste li me dipirsin, hevalên me dibêjin 'di girtîgehê de ne'.
Me bi erebeyên leşkerî dibin girtîgehê. Destên me bi kelepçe ne û di polê de jî em di dorpêça leşkeran de ne. Yê ku bibîne jî dê bêje qey, me planên darbêyê kiriye. Di encamê de, em naxwazin ku 20-30 sal di girtîgehê de bimînin. Em di her danişînê de li hêviya tehliyeyê ne. Lê em jî wekî hevalên xwe yên 'zarok', bi cezayên ji temenê me mezintir tên darizandin. Jixwe çend hevalên me jî ceza girtin." Xwendekaran banga hestiyariyê kir.

NAVÊN XWENDEKARAN
Sinan Kaplan, Zeki Metin, Hasan Basri Bozdemir, Talat Uçar, Bedri Adanır, Yoldaş Firat, Mehmet Kocakaya, Azad Akinci, Ozgur Guven, Abdullah Nas, Cihan Bahadır, Ethem Ocalan, Sedat Altunay, Umut Savaş Koçyigit, İdris Baran, Mahsum Akbaş, Ramazan Durmaz, Ahmet Boncuk, Harun Turan, Sedat Uysal, Maşuk Ertem, Ayetullah Ozçelik, Ferhat Yigit, Cihan Olmez, Mesut Bagcik, Mehdi Ay, Mehmet Tanrikulu, İlyas Gunduz, Ahmet Humartaş, Zeynep Altunkaynak, Mukaddes Şahin, Ceyhan Şaybak, Eray Olçen, Dogan, Cuma, Şaban, Mahrumi, Hasan, Şenol, Derya û Nilgun." AMED -DÎHA

No comments:

Post a Comment