Saturday, March 6, 2010

Wenêyên demokrasiya Ewropayê!


06.03.2010

Polîsên Belçîkayê bi ava şid û copan mudaxeleyî girseya gel a ku ji bo xwedîderketina li Roj TV'ê hatibûn ber avahiya televizyonê kir û di encama mudaxaleyê de ew wêne derketin holê. Girseya qelebalix jî bi sloganan bersiv da polîsan. Di vê mudaxaleyê de gelek kes birîndar bûn.
Wekî ku di wêneyan de jî xuya dike polîsên Belçîkî kurd avêtine erdê. Dîsa di wêneyekî din de kesek serçavê di nav xwînê de maye û wêneyê kelepçeyê jî dîmenên ku siyasetmedarên kurd ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn kelepçekirin tîne bîra mirov. Di mudaxeleyê de gelek kes hatin binçavkirin û hin kes jî birîndar bûn. BRUKSEL

No comments:

Post a Comment