06/03/2010
Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî operasyonên ku li piştî İtalya û Fransayê li Belçîkayê li hember kurdan pêk hatin nîşan da û Ewropa wekî dirû binavkirin. Hat gotin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd de rola dewletên ku operasyonan pêk tînin heye.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan anî ziman ku kurdan dikin qurbana berjewendiyên navneteweyî. Turkdogan da zanîn ku divê operasyonên ku li Ewropayê li hember sazî û siyasetmedarên kurd tên demildest rawestin û wiha got: “Carê hincetên cuda nîşandidin. Lê di dawiya de derdikeve holê tu hincetek rast nîn e. Divê neyê ji bir kirin ku ger pirsgirêk heta niha nehatibe çareserkirin rola dewletên ku operasyonan pêk tînin heye.” Serokê Mazlum-Derê Ahmet Faruk Unsal bilêvkir ku ev operasyon bi hevkariya Tirkiyeyê pêk tên û di demeke ku pirgirêka kurd tê nîqaşîn de ev operasyon ne rast in.
Cigirê Serokê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Yusuf Alataş da zanîn ku Ewropa bi salan e li hember pirsgirêka kurd dû rû tevdigere û wiha got: “Welatên Ewropayê di mijara pirsgirêka kurd de li gorî Tirkiyeyê û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Salên herîz êde pêvçûn hebû jî PKK nexistin lîsteya terorîstê lê piştî 11’ê îlonê helwesta xwe guherandin û xistin lîsteya ‘teror’ê. Ev nêzîkahiyeke polîtîk e. Li gorî mafê mirovan pirsgirêkê nanirxînin li gorî berjewendiyên welatan dinirxînin. Dibe ku rojên pêş li Almanyayê jî berdewama operasyonan pêk bê. Wisa xuya dike ku bi Tirkiyeyê re bazarê dikin. Hiqûqê dixin amûrê siyasetê.”
Sekreterê Giştî yê KESK’ê Emîralî Şîmşek got divê operasyon di çarçoveya rojevên dawî de bên nirxandin û wiha got: “Ji meha nîsanê heta niha li Tirkiyeyê 500’î zêdeter siyasetmedarên kurd hatin girtin. Hê îdîanameyên wan jî nehatine amadekirin. Di pêvajoyeke wiha de li Îtalya, Fransa û Belçîkayê jî operasyon pêkhatin û ev girêdayî hev in. Li vir komployeke navneteweyî heye. Li Tirkiyeyê çapemeniya muhalîf tê bêdengkirin. Li Ewropayê di ser studyoyên ROJ TV de girtin. Di navenda ewropayê de hovîtiyê re ru bi ru ne.” Şîmşek da zanîn ku divê hemû kes vê êrîşê şermezar bike.
Endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat da zanîn ku ev berdewama operasyona Tirkiyeyê ye û wiha got: “Ev demek e AKP’ê ji bo operasyoneke wiha xwe dixwar. Piştî hîn hevdîtînên Brukselê ev operasyon pêk hat. Ewropa ji bo hesûdî, berjewendî û polîtîkayên dirû li hember têkoşîna demokratîk a kurdan ev êrîş pêkaniye. Ev êrîş li dijî hiquq û mafê mirovan in. Ev nêzîkahiyeke pir qirêj e. Ev di encama hikumeta Tirkiyeyê ya bazarên kirêj pêkhatiye û li dijî demokrasiyê ye.” Firat destnîşan kir ku bila derdor şa nebin bi van operasyonan ve kurd tasfiye nabin û dê têkoşîna xwe bidomînin.
Parêzvanê mafê mirovan Eren Keskîn da zanîn ku ev nêzîkahî xizmetî çareseriya pirsgirêka kurd nake. Cigirê Seroka SDP’ê Yeşîm Ergul da zanîn ku ev operasyon wekî konsepta tasfiyeyê li hember kurdan tên meşandin û di vê konseptê de Yekitiya Ewropayê û Amerîka jî cih digirin.
BDP dê giliyê Belçîkayê bike
Parlamenterê BDP’ê Emîne Ayna da zanîn ku dê bi boneya serdagirtina buroya BDP’ê de giliyê Belçîkayê bikin. Ayna bangî Belçîkayê kir ku bila demildest dev ji van pêkanînan berdin.
Ayna diyar kir ku di serdagirtina buroyê de kompîtir û gelek eşya hatine desteserkirin û wiha got: “Di sala 1994’an de ji berk u partiya wan hat girtin parlamenterên berê yên DEP’ê Remzî Kartal û Zubeyir Aydar neçar man ku derketin derveyî Tirkiyeyê lê di navenda Ewropayê de hatin binçavkirin. Lê balkêş e heman Ewropa xelata Sarharovê dide parlamenterê berê yê DEP’ê. Ev nakokî ye. Ji ber ku Kartal û Aydar bi avayekî terorîstî hatine binçavkirin ev bi tundî şermezar dikim.” Ayna da zanîn ku di demek e ku li Amerîkayê pêşnûmeya ermeniyan hatiye pejirandin pêkhatina operasyonên li hemberî kurdan tesaduf nîn in. Ayna bilêv kir ku bi zextên li ser ROJ TV ve dixwazin mafê kurda ya bidestxistina nûçeyan bê astengkirin. Ayna da zanîn dê der barê serdagirtina buroya wan giliyê Belçîkayê bikin.
Demîrtaş: Gelo siyasetmedarên kurd kirin qurban?
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş Sefîrê Balyozxaneya Belçîkayê ziyarte kir û bal kişand dema operasyonê û wiha got: “Gelo di pêvajoyeke ku pêşnumaye ermeniyan dihate nîqaşîn de ji bo bertekên Tirkiyeyê kêm bikin bi vê operasyonê ve siyasetmedarên kurd careke din kirin qurban?
Li hember operasyonên ku li Ewropayê li dijî kurdan pêk hatin bertekên BDP’ê didome. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê mijarê Sefirê Balyozxaneya Belçîkayê Pol De Witte ziyaret kir. Demîrtaş piştî hevdîtînê balkişand operasyonên li dijî saziyên kurd pêk hatine û wiha got: “Li Brukselê li ser buroya partiya me de girtine û hevalê me hatiye binçavkirin. Me der barê vê mijarê Balyozxane ziyaret kir û agahî girtin. Şev nûnerê me serbest hatiye berdan. Me der barê serdagirtinan de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Wan jî got pêvajoya darazê didome, belge û kompîtîrên ku buroya me hatine desteserkirin dê heta çend rojan bên îadekirin.”
Demîrtaş bilêv kir ku bi taybet jî ji bo serdagirtina buroya BDP’ê ziyaret pêkanîne. Demîrtaş pirsa rojnamegeran ya ‘Îadekirina Aydar û Kartal tê xwesin ziyaret ji bo vê yekê pêk hat’ got ‘Hevdîtina me ji bo vê yekê pêk hat pêvajo çawa dimeşe emê bibînin.” Demîrtaş balkişand dema operasyonan û wiha got: “Divê hemû kes bifikire ku di demeke ku çareseriyên pirsgirêkên kurd tên nîqaşîn de pêkhatine operasyoneke bi vî rengî çiqas li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ne. Li Amerîkayê demeke ku ji bo pêşnumeya ermeniyan deng dihat bi kar anîn ji bo bertekên raya giştî ya Tirkiyeyê kêm bikin gelo dîsa siyasetmedarên kurd kirin kurban û divê hemû kes di eniya xwe de bersiva vê pirsê bide.”
Demîrtaş da zanîn ku divê pirsgirêka gelê ermenî li Tirkiyeyê bê çareserkirin. Demîrtaş li ser pirsa dengdana pêşnûmeya komkujiya ermeniyan çawa dinirxinin wekî trajediyekî bi navkir û wiha got: “Wekî de hewaya temaşekirina maçeke zindî bû. Divê ev pirsgirêk bi diyalogan bê çareserkirin.” Demîrtaş got divê Tirkiye bi vê pirsgirêkê re ru bi ru be û wiha pê de çû: “Divê Tirkiye vê pirsgirêkê li ser esasê biratiyê û bi dîroka xwe re ru bi ru be wisa çareser bike. Ev pirsgirêk ne bi Amerîkayê û ne jî bi lobiyên li wir ve tê çareserkirin. Divê Tirkiye bi wêrekî tevbigere û gavan biavêje û vê pirsgirêkê çareser bike.” Demîrtaş got: “Tirkiye bi revê ve nikare pirsgirêkê çareser bike.”STENBOL -ENQERE-BRUKSEL
No comments:
Post a Comment