Saturday, March 6, 2010

Kes nikare dengê kurdan bibire


06/03/2010


Pîrozbahiyên 8’ê Adarê bê navber li hemû bajaran tê pîrozkirin. Jinan li qadan daxwazên xwe tînin ziman û êrîşên li hemberî kurdan pêk tê şermezar dikin. Di 100’emîn salvegera 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinan bi cilên xwe yên kurdewarî li qadan kom bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyan de li navenda Colemêrg, Şirnex, Riha, Sêrt, Tetwan û Îdirê bi beşdariya parlementeran mîtîng hatin lidarxistin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, yekem car di pêşengiya jinên BDP'ê de mîtînga jinan li Idirê hate lidarxistin. Di mîtînga ku li Qada Şaredariyê hate lidarxistin de Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî di nav de nêzî 2 jin beşdarî bûn. Di mîtîngê de dowîzên wekî "Azadiya jinan jinan, dê şaristaniyê demokratîk azad bike", "Ji şer re na" hilgirtin û qadi bi alên DOKH'ê ve hate xemilandin. Cîgira Şaredar Guzel Onder, diyar kir ku jin hêza aştî û azadiyê bînin welat in. Onder, destnîşan kir ku civakên girîngiyê nadin jinan, ên paşketî ne. Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan jî, diyar kir ku li Îdirê jinan yekaneyek pêk anîne û serbilindahiya vê yekê dijîn û wiha got: "Birêz Ocalan ku derfeta xwe îfadekirina jinan a li qadan afirandiye, em wekî jina hurmetê xwe pêşkêş dikin. Tevgera azadiya gelê kurd alîkariyek mezin da pêşketina jinan. Ger em li qadan e ev yek jî têkoşînek e. Ev yek encama têkoşîna Zilan û Semayan e."

LI PIRSÛSÊ JÎ MÎTÎNG
Li Pirsusê ya Rihayê jî li ber Salona Dawetê ya Avestayê miting hate lidarxistin. Endama MY'ê ya BDP'ê Nursel Aydogan, Aktivîsta DOKH'ê Azîze Yagiz, Edama Meclîsa Jinê ya BDP'ê Saadet Aksoy û bi sedan jin beşdar bûn. Di mitinê de pankartên têkildarî 8'ê Adarê hatin daliqandin û dowîzên "Çi reş çi spî jin li her derê jine", "Bila dayîk negirîn, şîniyê negirin" hilgirtin. Di mitingê de sloganên "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Nursel Aydogan, bertek nişanî serdagirtina Roj TV û saziyên kurdan da. Aydogan, diyar kir ku bi encama polîtîkayên qirêj van pêkutiyan li ser kurdan pêk tînîn. Piştî axaftinên jinan Koma Hêvî û Koma Narîn staranên gotin û jinana govend girt.

LI HER DERÊ ÇALAKÎ...
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li bajarên Kurdistanê didomin,
ŞIRNEX: Endamên Komaleya Jinan a Şirnexê (ŞAR-DER) bi wesîleya 8’ê Adarê, ji zarok û jinên girtî re name şandin.
AMED: Meclîsa Jinan a BDP’ê li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Nivîskar Ayşegul Devecioglu, Nivîskar Ayşe Berktay, Melek Ulagay Taylan, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel, Şaredara Bismilê Cemile Eminoglu û Nivîskar Esra Çiftçi jî tevlî civînê bû. Li avahiya BDP’a Pîranê, li navenda navçeyê li jinan qurnefîl û belavok hatin belavkirin. Di pêşengiya Navenda Jinan a Nûjiyanê ya ku girêdayî Şaredariya Licê de, gora Ceylan Onkol a li Licê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, hat ziyaretkr.
MÊRDÎN: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi mabesta 8’ê Adarê li ber avahiya BDP’ê heta Goristana Mezopotamyayê meşek hate lidarxistin.
WAN: Li Ebexa Wanê jî, jinên ku li ber BDP’ê ya navçeyê hatin cem hev, ber bi avahiya şaredariyê dest bi meşê kirin. Polîsan li pêşiya jinan barîkat danîn û destûr nedan meşa jinan. Di meşa ku panqarta, “Jinên kurd ên ku şopdarên Zîlan in, 8’ê Adarê pîroz dikin” vekirin de, ji ber astengiya hate derxistin jinan li ser kolanê daxuyanî dan çapameniyê.
ERZIROM: Li navçeya Tekmanê ya Erziromê jî, jinan ji bo şahiya di çarçoveya pîrazbahiyên 8’ê Adarê de, li navçeyê belavok belav kirin û welatî beşdarî şahiyê kirin. Piştî belavok hatin belavkirin jî Komîteya Amadekar a Şahiyê çû gundan û banga beşdariya şahiyê li jinan kir.

No comments:

Post a Comment