06/03/2010
Endamê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Hiqûqnas Hassen Ebrahîm, diyar kir ku têkoşîna gelê kurd di qada navneteweyî de kêm tê agahdarkirin û piştgiriyeke xurt nabîne. Ebrahîm, anî ziman ku pêwîst e pirsgirêka kurd li cîhanê baş bê naskirin û ji bo pirsgirêka kurd hemû cîhan baş bê agahdarkirin.
Ji rêberên ANC'ê Hassen Ebrahîm, pirsgirên welatê xwe û pirsgirêka kurd danî ber hev û destnîşan kir ku Afrîkaya Başûr jî di pêvajoyeke wekî pirsgirêka kurd re derbas bûye. Ebrahîm, bi lêv kir ku ji bo pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bê çareserikirin divê hêza raya giştî ya navneteweyî hebe .
Ebrahîm, anî ziman ku welatên cîhanê pir kêm ji pirsgirêka kurd agahdar in û wiha got: "Ez difikirim ku têkîldarî pirsgirêka kurd cîhan kêm tê agahdarkirin. Ji ber vê yekê hem aktîvîstên Tirkiyeyê hem jî em hê zêdetir pêştgiriyê bidin. Her roj zêdetir mirov di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin û çareseriyê dixwazin. Lê ez dizanim ku hêza navneteweyî tu caran têrê nake. Ji bo me jî heman tişt pêwîst bû. Ji ber wê yekê divê cîhan hêj zêdetir bê agahdarikirin û bigihîjin însanan da ku kurd piştgiriyeke xurt bigirin.
' XALÊN HEVBEŞ HENE'
Ebrahîm, da zanîn ku di navbera têkoşîna Başûrê Afrîkayê û têkoşîna gelê kurd de wekî hevî hene û wiha pêde çû: "Wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema Serokê me Nelson Mandela jî him li derva û him jî li hindur serokê me bû. Di her şertî de vasifên wî yên serokatiyê winda nekirin."
'DIVÊ GAVA YEKEMÎN AŞTÎ BE'
Hassen Ebrahîm, daxuyand ku dema endamê ANC'ê bû di sala 1979'an de ji ber zordariya reviya Botswananê û 12 salan li koçberiyê ma. Ebrahîm, got ku piştî 12 salan di sala 1991'an de ji bo xebatên Komisyona Makezagonuya Wezareta Dadê bi rêvebibe vegeriya welatê xwe. Ebrahîm, nîqaşên makezagonê yên li Tirkiyeyê jî nêrxandin û anî ziman ku di serî de divê ji çeribandinên din fêde bigirin.
Ebrahîm pêvajoya Başurê Afrîkayê wisa şirove kir: "Berî ku çêkirina makezagonê bê sazkirin her du aliyên şer, zanîbûn ku ji bilî diyalogê û nîqaşan tu çareyên din tune bûn. Ev yek jî, bi pêvajoya agirbestê pêkan bû. Piştre agirbest hate îlankirin û ji bo pêşeroja welat dest bi axaftinê kirin. Pişt re hevdîtinên makezagonê dest pêkirin. 2 makezagonên me hene yek herî zêde peymana aştiyê ye. Navê wê jî peymana aştiyê ye. Di sala 1994'an de hilbijartin pêk hat ji bo makezagona bingehîn hevdîtinan bidomînin."
'MERCÊN OCALAN '
Ebrahîm, şert û merçên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girtîgehê jî nêrxandin û bal kişan de ser wek heviya pêvajoya Nelson Mandela û wiha berdewam kir "Her diçe em dibin şahidê sererast kirina şertên Ocalan ên girtîgehê. Hêvî dikim ku dê di pêşrojê de Ocalan jî wekî Mandela bişînin hepsa malê û pişt re jî dê li derva polîtikayê bike. Berê ji bo Başurê Afrîkayê û Mandela jî tu kesî tiştekî wisa nedifikiri. Ji ber vê yek divê em heviyên xwe winda nekin." AMED - DÎHA
No comments:
Post a Comment