Showing posts with label © VOA. Show all posts
Showing posts with label © VOA. Show all posts

Sunday, March 14, 2010

Xwenîşdana Kurdên Sûrîyê li Berlîn


12/03/2010

Îro li paytaxta Almanya Berlîn, jibo bîr anîna kuştina Kurdên Qamişlo, di serhildana Kurdên Sûrîyê de, mêşek li ber Balyozxaneya Îspanî heta ber derê balyozxaneya Surîyê hate kirin.

Xwenishandana Kurdan

Kurdên Qamişlo

Peyamhinêra me Hêvî Berwarî ji Almanya ev raportê şandîye.

Jibo guhdar kirina vê raportê, kerema xwe li lînka destê rastê bitikînin.

raport
Guhdarî bike (MP3)



Thursday, March 11, 2010

Îran Bizavkarekê Opozisyonê Azad Dike


11/03/2010

Medyaya Îranî radighîne ku karbidestên Îranî yek jî rêberên hevrik ji zindanê serbest kir. 

Mistefa Taczadeh
Mistefa Taczadeh
, ku bi gumana desthebûn di xwenîşandanên paş hilbijartinên serokatî de hatibû girtin, roja Çarşemê hate berdan.

Cîgirê wezîrê navxwe yê berê Taczade, yek roj piştî hilbijartinên 12’ê Xezîranê hatibû desteser kirin ku serokê tûndrê AhmedîneJad bo carê duyê hatIbû hilbijartin.

Taczadeh, yek jî 100 bizavkarên opzîsyonê bû ku bi girseyî hatîbûn dad kirin. Wan îddî'a kirîbû ku, birêz AhmedîneJad fêl û sextekarî xistîye nav hilbijartinan.

Azad kirina Taczade, çend rojan berî cejna sala nû ya Îranî tê ku hikûmeta Îranî gelek caran zindanîyan azad dikin, wekî nîşaneyeke niyaz çakî.

Nûçe
Guhdarî bike (MP3)

Monday, March 8, 2010

Bi Sedema Erdhejîneka Bihêz 51 kes li Bakure Kurdistane (Tirkîye) Hatin Kuştin.



08/03/2010

Bi sedema erdhejîneka bihêz li rojhilata Tirkîye bi kêmî ve 51 kes hatin kuştin.
Ziyanên erdhejînê li Qereqoçan, Duşembî 8-ê Adarê, 2010.
Ziyanên erdhejînê li Qereqoçan, Duşembî 8-ê Adarê, 2010.

Hikûmeta Tirkîye di destpêkê de ragehand ku 57 kes hatin kuştin, belê paşî jimara kuştiyan kire 51.

Erdhejîna bi hêza 6.0 sipêdeya roja Duşembî devera Elezîz hejand û bo sedeme herifîna xanî û mizgeftan li jimareka gundên wê deverê. Bi kêmî ve 70 kesên din birîndar bûn.

Dezgehê Çavdêriyê Kandilli ragehand ku ew erdhejîn demjimêr 4:32 sipêdê nizîkî bajerokê Qereqoçan çêbû.

Ji bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêra Dengê Amerîka Xecîcan Farqîn li Diyarbekirê.

Raport
Guhdarî bike (MP3)

Jiyan û Berhemên Dildarê Mîdî




08/03/2010

Bernama Ferheng û Ture yê Kurdî

Dildarê Mîdî
Dildarê Mîdî

Babet: Jiyan û Helbestêt Dildarê Mîdî

Mêvan: Helbestvan Dildarê Mîdî

Ji bo guhdarî kirina vê bernamê, Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.


Bername
Guhdarî bike

Thursday, March 4, 2010

Rolê Jinan li Helbijartinên Îraqê




04/03/2010

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Şukirye Resûl, profîsora Zanîngeha Selaheddîn basê

Shukriya Rasull
Şûkirye Resûl
rolê kandîdên jin û dengderên jin li helbijartinên Îraqê dike.

Dr. Sukirye, endama berê ya perlemanê Herêma Kurdistana Îraqê, dibêje li Îraqê nêzîkî 1798 kandîdên jin hene ji bo bidest anîna 81 kursiyan li perlemanê 325 endamî.

Profîsor Şukriye her whia got ku cihê xweşhalî ye ku kandîdên jin şan bi şanê kandîdên mêr bizavê dikin ji bo bidest anîna piştevanîya dengderan.

Ji bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.


Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

Monday, March 1, 2010

Konferanseka Taybet bi Pirsa Kurd li Diyarbekirê



01/03/2010

Di rojên 27 û 28ê Subatê li Diyarbekirê, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve, di
konferansa Diyarbekirê.
Konferansa Diyarbekirê.
derbarê çareser kirina pirsa Kurd de bi navê "Tecrubeyên Çareseriyê û Danûstandinên Navneteweyî " konferanseke hat li darxistin.

Di serî de nûnerê serokê berê Afrîka Başûr Nelson Mandela, dadgerê dadgeha bilind yê Afrika Başûrê Essa Moosa, parêzerê Mafên Mirovan yê Afrîka Başûr Brîan Currîn, analistê Polîtîkayê û nûnerê BASKê Jone Goîrîzelaîa, Berdevkê Partiya Aralarê Jon Abrîl, akademîsyen Ana Vîllellas Arîno,pParlementera berê yê Galîçya Camîlo Nogueîranûnerê partiya çepgirê ElmanyaNorman Peach, siyasetmedara Kurd Leyla Zana, , rojnamevan Cengîz Çandar, Ece Temelkuran, Prz. Sezgîn Tanrikulu,İrfan Dundar, hevserokê DTPa hat girtin Ahmet Turk, Nivîskar Avnî Ozgurel, akademîsyen Ayşe Betul Çelîk, gelek rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen bi giştî 120 kes beşdarê konferansê bûn.

Bajervanê Diyarbekirê Osman Baydemîr di destpêka konferansê de gotarake da. Osman Baydemir di axftina xwe de destnîşan kir ku kêşeyên Ergenekon, Balyoz û kêşeya dadgeriyê ku li Tirkiyeyê pêk hatin, bingehên xwe ji nebûna aştiya navxweyî u ji pirsgirêka Kurd distîne û got “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîbûn, azadî û sivîliyê ye, lê hê jî dexwaza Kurdan a rêveberiyên herêmî wek "perçekirina welat" tê nişan dan. Bajarvanê Diyarbekirê got gelê Kurd dixwaze bi ziman û bi çanda xwe bijî. Baydemir got “heta niha bi înkar û îmhayê tu çareserî çênebuye, çareseriya vê pirsgirêkê, bi Kurdên nasnameya xwe dinasin tê çareserkirin. Wê demê dê biratiyek çêbibe û Kurd û Tirk dê hevdû baş binasin. Baydemir destnişan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê şerê bi çekî jî were qedandin.

Hevseroka kongreya Demokratik Yüksel Genç jî diyarkir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya Tirkiyeyê yeherweha ev mesele buye pirsgirêka Rojhelata navîn, Emerika, Yekitiya Ewrupa û ya NATOyê jî. Ji ber vê yekê ji ev pirsgirêk bi hevkariya van hêzan dikare were çareserkirin.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî beşdarê konferansê bu û got “Ji berê û heta neha ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hebuye li pêşiya mirovan; yek şer e, yek jî li hev hatin e. Dîrokamedeniyetan dîroka li hev hatina ye. Ên ku çareseriyê di şer de dîtin, wek agirê puşê geş bûn û vemirîn. Kurd naxwazin bibin wek agirê puşê. Kurd ji bo aşitîyê bi israr û bi biryarin. Leyla Zanayê li ser rêvekirina pirsa Kurd jî got “ bila her kes bizanibe ku Kurdan tu caran destê ku ji bo aşitiyê hatiye dirêj kirin li ba nexistine. Kurd jî gelekî mezopotamyayê ye ku ji bo gelên mezopotamyayê aşitî terza jiyanê ye. Ji bo aşitiyê jî divê muhatab ji dil bin. Emê di nêz de bibînin ka gelo hikumet ji bo aşityê çiqas ji dil e. Leyla Zanyê bang kir û got “ku ji bu aşitiyeke wekhev û daîmî divê ku em hêz bidin. Divê ku her kes ji bo çêkirinê biaxvive ne ji bo xerakirinê.”

Rojnamevan Cengiz Çandar jî di derbarê pirsa Kurd de destnişan kir ku sozên ku di destpêka komara Tirkiye de ji bo Kurdan hatibun dayin, herweha gotinên Ataturk yê ku di 1921 de li İzmirê gotibû bi cîh bihata û tiştên ku li Lozanê hat jiyîn pêk nehatibana dê pirsgirêka Kurd jî çênebuna. Çandar got “di rewşeke bêbawerî de, pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê ku li Tirkiyê jî ev bawerî bê sazkirin. Divê ku li Tirkiyê tirsa piraniya gel û îradeya kêmaran bibe yek. Divê ku êdî Tirkiye bi vê şîdeta li dijî Kurdan re hevrû bibe

Di konferansê de Parlamenterê Alman Prof. Dr. Norman Paech di axaftineke kir. Prof Paech got “Li Filîstîne raportorê YEê heye lê li vir tune ye herweha destnişan kir ku Tirkiye, pirsgirêka kurd wek ‘terorê’ bi nav dike û ev yek mijara nîqaşan e û “Di pirsgirêka kurd de çareseriyek aştîyane û siyasî şert e herweha ji bo çareserkirina pirsa kurd divê alîyên pirsgirêkê divê bi hev re runên û bo vê jî divê wek gava yekem, serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji girtîxaneyê bê derxistin. Ji Projeya Mafên Mirovan ya Kurd (KHRP) Rajesh Raî jî axivî û got "Devlet bi operasyonên li hemberî BDPê dide nîşandan ku ji bo çareseriyê ji dil nîne."

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî di konferansê de gotareke da. Ahmet Turk di gotarê de destnişan kir ku pirsgirêka Kurd bi şer, bi tundutujiyê nayê çareserkirin divê ku danusendin were destpêkirin û dewlet ji niyete xwe ya çareserkirinê nişan bide û gavên bi bawer bavêje. Ahmet Turk balê kişande ser niqaşên ku “ bila PKK bêqeyd û şert dev ji çekan berde” got “heta ku dewlet bi niyeta çareserkirinê gavên ji dil navêje em dizanin ku çek jî nayên berdan. Ahmet Turk got “ê gring ewe ku hêzên navxwe bikevin nav hewldanên çareseriyê lê em dibînin ku mesela Kurd buye pirsgirêka tevekî rojhelata navîn jî.” Hevserokê DTPa girtî destnişan kir ku dewleta Tirkiye, wek meseleya terorê li pirsa Kurd dinêre û tu kes jî ji Tirkiyeyê napirse ka gelo çima mafên Kurdan nayê daiyîn. Herweha got ku astengiya herî mezin ya pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd dewlet bixwe ye û teveki cihan jî di çarçoveya nêrina Tirkiyeyê wek meseleya terorê li pirsa Kurdî dinêre. Ahmet Turk ji bo çareserkirinê ji got “divê kanuna bingehin were guhertin ku her kes tê de wek hev be, xwediyê mafên hev par be. Herweha Kurd li herêmên xwe divê dikaribin bibin xwediyê mafên xwe idrarekirinê. Turk di dawiya axaftina got ku tekoşina wan ji bo tekoşina demokrasiya Tirkiyeyê ye.

Encamnameya komferansê weha hat aşkere kirin:

-Li gor rêçika tecrubeyên navnetewî em dikarin bêjin ku pirsgirêka Kurd jî hêjayê li ser esasên danustendinên bi hevkarîyê ye. Metirsiya çareserkirina pirsgirêkê, prosesa lihevhatinê dur û dirêj dike ku ev jî dibe egerên xetereyan û yên janên nuh.

-Li gor tecrubeyên Îrlanda, Galiçya, Gal, Bask, Katalan, Afrikaya Başur û Bolivya derketiye holê ku çareserî bi riya tundutujî bidest nakeve. Li gor vê yekê jî pirsgirêka Kurd, ancax bi danusendin û bi muzakereyan dikare were çareserkirin.

-Şerta çareseriyê ewe ku serê ewil divê pirsgirêk were fêmkirin, ji bo wê jî divê aliyên vê pirsgirêkê ji hev fêm bikin divê herdû alî jî xwe têxin şuna hev;

-Divê zimaneke aşitiyê were bi kar anîn;

-Ji bo domahiya muzakereyan divê herdû alî jî ji bo baweriyê zêde bikin dev ji hewldana bernedin.

-Ji bo lihevnekirinan divê tevekî aliyên vê pirsgirêkê dest bi danustendin û lihevhatinan bikin. Aşitî ji aliyê dewlet, opozisyon û ji aliyê gel de divê were li dar xistin.

- Ji bo kêmasû û xetayên ku hatine kirin jî him dewlet, him jî rêxistina PKK divê ku bi diroka xwe re ruqalê hev bibin.

- Li gor dexwazen welatiyan divê nexeşeyeke çareseriyê ya şênber were amade kirin da ku dilxwazên aşitiyê û hêzên navnetewî dikaribin piştgiriya çareseriyê bikin.

Raport


Sunday, February 28, 2010

Hevpeyvîn digel Welîd Haji sebaret têkelîyên Sûrîya û Îranê



28/02/2010

سه‌رۆکی سوریا به‌شـار ئه‌لئه‌سه‌د و سه‌رۆکی ئێران مه‌حمود ئه‌حمه‌دی‌نه‌ژاد له‌ میانه‌ی ئێواره‌خوانێـکدا له‌ دیمه‌شق، پـێـنجشه‌ممه‌ 25 ی دووی 2010

Serokê Sûrî Başar Asad seredana Îranê kir bo qeymkirina têkelîyan li demê kû piranîya welatên cîhanê bi taybet li rojava helwîst dijî Tehranê werdigirin jiber nîyaza wêya navokî. Di hevpeyvînekê de di dengê Amîrîka, şarezayê kar û barên sîyasî Welîd Haji, bingeh li Dubay gote Dexîlê Şemo Asad wesa dike jinkû her karekê Sûrîya kirî jêre maye.


Thursday, February 25, 2010

Clinton: Îran Bizavê Dike Egerê Bikete ser Helbijartinêt Îraqê

25/02/2010

Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêjit wê çi guman di hindê de nîne ku Îran bizavê

US Secretary of State Hillary Clinton
Hillary Clinton.
diket egerê bikete ser helbijartinêt giştî yêt meha Adarê li Îraqê.

Demê şayetî danê beramber Komîta Karûbarêt Derve li Civata Nûneran roja Pêncşembî, Clinton got Îran û cîranêt dî yêt Îraqê ya pê çêbibe dikin da egerê bikene ser encamêt helbijartinêt 7-ê Adarê, lê wê navê çi aliyan ne anî.

Wezîra derve bersiva gelek raporta da ku dibêjin Îran ya pere û alîkarîyên dî dete hevalbendêt xwe li Îraqê.

Wê gote komîteka Kongrisê ku Washington ya dixema maytêkirina Îranê di helbijartinêt Îraqê de ye. Lê wê her wisa got Îraqî bara pitir netewperwerin û dijî wê maytêkirinê ne.

Clinton got Amerîka ya bizavê diket ku Îraqî bi awayekê berfireh pişikdarî hebijartina bibin dijî bizavêt Îranê.

Wednesday, February 24, 2010

Hevpeyvîn Derbarê Biryara Sêdaredana Şîrîn Alamhûlû

[Shirin+Alam+Hooli.jpg]
24/02/2010

Dadgeha Înqilab ya Îranî hikûmê sêdaredanê dijî girtîya siyasî ya Kurd Şîrîn Alamhûlû da, piştî dadgehê ragehand ku Alamhûlu endame di Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Melayeke Alamhûlû, endama malbata Şîrîn Alamhûlû, basê desteser kirin û dadgehî kirina wê dike.

Melayeke dibêje li jêr azar û eşkence îfade li Şîrînê hatiye wergirtin.

Ji bo guhdarî kirina we hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

Tuesday, February 23, 2010

Omer Ebdul Ezîz Dibêje Budceya Herêma Kurdistanê Pir Kêmasî ye


23/02/2010

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê perlemanê Herêma Kurdistana Îraqê Omer

Omer Ebdul Ezîz
Omer Ebdul Ezîz
Ebdul Ezîz derbarê derçûna perlemantarên Yekgirtû ya Îslamî li kombûna roja sêşembî dipeyive.

Perlemanê herêmê kom bide ji bo bas kirina pirojeya qanona bûdceya herêmê. Birêz Omer dibêje piştî rêk bi dezgehên ragehandinê nehat dan li nav hola kombûnên perlemanî bimînin, endamên Yekgirtû ya Îslamî, Gorran û Komela Îslamî li hola perlemanî neman.

Serokê frakisyona Yekgirtû li perlemanê herêmê her wiha dibêje ku budceya herêmê pir kêmasî ye.

Ji bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

Zîrek Kemal Derbarê Rolê Kurd li Bexda Dipeyive


Zirek Kemal
Hevpeyvîn: Ahmed Barzanî
23/02/2010

Komandarê hêzên Amerîkî li Îraqê dibêje Kurd dê rolekê giring bilîze li hikûmeta nû ya Îraqê
piştî helbijartinên Adarê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Zîrek Kemal şêwirmendê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje Amerîka û şarezayên siyasî baş dizanin ku bitinê gelê Kurd li Îraqê pêgir in bi cî kirina destûr û pêşde birina Îraqê di hemî astekê de.

Birêz Zîrek her wiha got ku "kêşa me nuha li Bexda ye, ne li Kurdistanê ye."

Ji bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

Îran: Rêberê Cundallah li Dervey Welatî Hat Desteser Kirin

وه‌زیری ئیتڵاعاتی ئێران حه‌یده‌ر موسـڵحی له‌ که‌ناڵی ته‌له‌فیزیۆنی پـرێس تی‌ڤی وێنه‌ی عه‌بدول مالیک ڕیگی نیشان ده‌دات و باس له‌ گرتنه‌که‌ی ده‌کات، سێشه‌ممه‌ 23 ی دووی 2010
23/02/2010

Karbidestên Îranî dibêjin rêberê gropa çekdarî ya Sunnî li dervey welatî hate desteser kirin û ew dibêjin wî têkelî ligel Amerîka hebû.

Ajansên ragehandinê yên ser bi hikûmeta Îranê ve radigehînin, hêzên parastinê Ebdulmalik Rigî roja Sêşemê desteser kir, li nav firokeke ku ji Dubey ber bi Qirgizistan diçû.

Rigî rêberê gropa çekdarîya Cundallah ye, ku bi encam dana jimareka hêrişan li Îranê hatiye tawanbar kirin.

Televizyona hikûmetê ragehand ku wezîrê agahî yê Îranê got Rigî li bingehekê leşkerî yê Amerîka bû, 24 demjimêran berî bihête desteser kirin û Amerîkiyan passporteka Afganî dabû wî.

Îran, Amerîka tawanbar dike ku alîkariya diravî dide Cundallah wek bizavek ji bo aloz kirina hikûmeta Îranê. Amerîka van tawanbariyan red dike.

Nûçe
Guhdarî bike (MP3)

Roja Cîhanî Ya Zimanê Zikmakî li Surîyê

Husên Habeş
23/02/2010
Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, helbestvan û nivîskar Husên Habeş derbarê rewşa zimanê Kurdî li Surîyê agahdarîyan dide.

Birêz Habeş dibêje, zimanê dayik wekî şîra dayik helal e û mafê ti kes tune ku zimanê te ji te bistîne. Mixabin li Surîyê gelê Kurd hîn jî, nikane zimanê xwe bi azadî deng bike û zimanê xwe yê zikmakî li xwendîngeh û warên din yên jîyanê bikar bîne.

Husên Habeş her wiha dide zanîn ku, her çi qas azadîya Kurdan tune be ji, piştî serhildana 12ê Adarê edî tirs nemaye û gel bi wêrektir li ziman, wêje û çanda xwe xwedî derdikeve.

Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

Hevpeyvîn Husên Habeş
Guhdarî bike (MP3)

Sunday, February 21, 2010

Roja Cîhanî Ya Zimanê Zikmakî li Tirkîye


21/02/2010

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û berdevkê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) Samî Tan li ser çalakî û pîrozbahîyên li Dîyarbekir û bajarên din dipeyive.

Sami_small

Samî Tan

Birêz Tan dibêje, ew gelek kar û xebat bar dikin jibo pêşve birina zimanê Kurdî, jiber vê yekê jî gelek kurs hatine vekirin ku gel zimanê xwe baştir hîn bibe.

Samî Tan her wiha daxwaz ji karbidestên hikûmetê dike, ku hebûna zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bicîh bike û pêşî li kar anîna Kurdî veke. Birêz Tan lêzede dike û dibêje, “hinek pêngavên mîna TRT 6 û Enstîtuya Kurdî têne avêtin lê navê Kurdî naye bikar anîn. Navê televîzyon, Kanala Pir Zimanî û navê Başa Kurdî jî, Beşa Zimanên Zindî ye. Divê navê ziman bi eşkereyî û fermî bête gotin û bi qanûna qanûna binhegîn were parastin û ji pola yekê heta xwendina bilind perwerdeya Kurdî serbest be.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

Hevpeyvin
Guhdarî bike (MP3)

Saturday, February 20, 2010

Kanî Xulam Derbarê Dadigehî Kirina Ralph Fertig Di Axivit

20/02/2010

n7413032_8376

Profîsor Ralph Fertig temen 79 salî, yêke ji kesên endamên Partiya Karkerên Kurdistanê dine

[insert caption here]
Ralph Fertig
dide ku dest li tond û tîjiyê berden û rû bikin rêkên aştîxazane bo destve anîna daxazên xwe. Lê li ber bendek nav dijî terorê ya Amerîka ew berew rûyê dadigehî kirinê dibe, ku biryare heftiya tê li dadigeha bilinda Amerîka Supreme Court ê birêve biçe.

Sebaret wêçendê hevkarê me Janî Dîlan hevpeyvînek tevî Kanî Xulam serokê

American Kurdish Information Network pêk aniye.

Dikarî bi Kilîk kirina liser fayla dangî gohdariya wê got û bêjê bikey ku 13:45 xoleke

Ralph Fertig
Guhdarî bike (MP3)


Friday, February 19, 2010

Samî Şoriş: Yekdengîya Kurdan li Îraqê Zor Giring e




18/02/2010

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Samî Şoriş berbijarê jimarek yek yê
Sami Shorsh
Samî Şoriş
Hevpeymaniya Kurdistanê li Hewlêrê basê pirsên girêdayî bi helbijartinên perlemanê Îraqê roja 7-ê Adarê dike.

Birêz Şoriş dibêje yekdengîya Kurdan giring e ji bo proseya siyasî ya piştî helbijartinê li Îraqê û dengê Kurdan li Bexda bihêz dike.

Ji bo guhdarî kirina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.


Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

Hamid Aslan û Peywendîyên Surîyê ligel Îsraîl û Amerîka



19/02/2010

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan Hamid Aslan derheqa peywendîyên Surîyê ligel Îsraîl, Îran, Amerîka diaxife.

Hamid Aslan
Hamid Aslan

Rêzdar Aslan dibêje, pêngaveke erênî ye ku Serokê Amerîka Barack Obama balyozekî nû dişîne Samê û têkîlîya her du welatan baştir dibe. Her wiha, Surîye û Îsraîl jî mesajên nerm didine hevdû bo normal kirina peywendîyên aloz. Lê, bi dîtina min Surîye ew tiştana dike çimkî destê wê de kaxiz nemaye ku edî bikar bîne.

Hamid Aslan her wiha dide zanîn ku, di sîyaseta rejîma Surîyê ya hemberê Kurdan de, di demên nêzîk de nîşaneyên guhartinan tune ne.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

interview
Guhdarî bike (MP3)

Thursday, February 18, 2010

Helmetên Helbijartinê Dibin Sedema Tûndî û Alozî li Silêmanî




17/02/2010

Rewşa tenahî ya bajêrê Silêmanî li Kurdistana Îraqê bi sedema tûndûtîjî ya nêvbera hewadarên

Slêmanî
Silêmanî
lîsta Hevpeyvanîya Kurdistanê û lîsta Goran aloz bû.

Şeva sêşembî dengê teqê li Silêmanî hat bihîstin û 11 kes li hêzên navxwe hatin desteser kirin.

Li ser wê rewşê lîsta Goran di beyannameka tûnd de Yeketîya Niştîmanî ya Kurdistanê xetabar dike û radigehîne ku li sinorê parêzgehên Silêmanî û Kerkuk û Diyale tûndûtîjî dijî hewadarên wan dihên kirin.

Di bersive de, Lîjna parastina Silêmanî beyannamek belav kir û ragehand ku 11 kes hatin desteser kirin bi tometa bizav kirin ji bo aloz kirina rewşa tenahî ya bajêrê Silêmanî.

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Raport
Guhdarî bike (MP3)

Monday, February 15, 2010

Clinton: Îran Birev Dîktatorîya Leşkerî Diçe



15/02/2010

Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton dibêje Amerîka bawer dike ku Îran birev diktatorîya

هێله‌ری کلنتن له‌ میانه‌ی کۆنگره‌یه‌کی ڕۆژنامه‌وانیدا له‌گه‌ڵ شێخ حه‌مه‌د بن جاسم ئال ثانی سه‌رۆک وه‌زیر و وه‌زیری ده‌ره‌وه‌ی قه‌تر له‌ دۆحه‌ی پایته‌ختی قه‌ته‌ر، یه‌کشه‌ممه‌‌ 14 ی دووی 2010
Hillary Clinton
leşkerî diçe.

Di gotarekê de li Qeterê roja duşembî, Clinton got hêza leşkerî ya Supahê Pasdaran bizavê dike cihê hikûmetê bigrît.

Birêz Clinton seredana herêma Kendavê dike li çarçûva bizavên zêde kirina fişar û giraniyê li ser Îranê ji ber bernama wê ya navokî.

Wezîra derve her wiha seredana Erebistana Saudî dike û ligel Şah Ebdullah û wezîrê derve mîr Saud El-Faysel kom dibe ji bo bidest anîna piştevaniya Ereban bo sizayên nû dijî Îranê.

Nûçe


Guhdarî bike (MP3)

Saturday, February 13, 2010

Kêşeya Hinda Bûna Zarokan li Tirkîye



12/02/2010

Li Tirkîye di nav sala 2009'an de bi sedan zarok hinda bûn. Li gor pêzanînên Rêvebirîya Giştî ya Ewlehiyê, li Tirkiyeyê 1661 heft zarok hinda ne û ji wan 1016 kesan keçik in.

Leyla_Baykusak

Xwîşk û dîya Leyla Baykuşak

Li gorî agahîyên Rêvebirîya Giştî ya Ewlehiyê li her pênc mehên pêşîn yên sala 2009, hejmara zarokên hindabûyî gehîştîye 645 kesan. Li nav hemî bajaran, bajarê Stenbolê di rêze yekê de cîh digire.

Li gor daxûyaniyên dawî ya sala 2009'an de, li bajarên Kurdan jî rêjeya zarokên hinda pir zêde bûye. Li 8 bajarên başûra rojhilatê Tirkiyeyê de, li sala 2009'an de 80ên wê zarok, bi giştî 187 kes wenda bûne. Herwiha tê destnîşan kirin ku li herêmê, bajarê Dîyarbekir, ji aliyê hindayan de di rêza yekê de cîh digire. Li Dîyarbekirê hejmara kesên bê ser û çûne gehîştîye 99 kesan. Hêjayê gotinê ye ku li nav sala 2009'an, li gelek bajar û navçeyên Kurdan de bi dehan hewildanan revandina zarokan jî pêk hatine. Li gorî agahîyên fermî hejmara kesan wenda li bajarên Kurdan wiha ye:

li Dîyarbekirê 22 zarokê keçik, 15 law, 35 jin û 27 mêr, bi giştî 99 kes wenda ne.

li Batmanê: 15 keçik, 6 lawik 14 jin, 1 mêr, bi giştî 36 kes; li Şirnexê: 1 keçik, 3 lawik, 4 jin û 6 mêr, bi giştî 15 kes;

li Elezîzê : 1 keçik, 6 lawik, 3 jin, 1 mêr, bi giştî 11 kes;

li Mêrdînê 3 keçik, 1 lawik, 6 jin, bi giştî 10 kes;

li Sêrtê: 3 lawik, 5 jin, 1 mêr, bi giştî 10 kes;

li Çewligê: 1 keçik, 2 jin, 1 mêr, bi giştî 4 kes;

li Dêrsîmê: 1 lawik, 1 mêr, 2 kes hinda ne.

Leyla Baykuşak ya 8 salî jî, ji yek ji wan zarokên wenda bûyî ye ku ji 6'ê Îlonê vir ve bê ser û çûn çûye. Leyla, li ber deriyê mala xwe ya Dîyarbekirê wenda bûye. Malbata Leylayê, 6 mehê vir ve, ti agahî ji qîza xwe nebihîstine. Dayika Leyla, Ayşe Baykuşak dibêje ku wê Leylayê şandîye dikanê û dû re ti his jê nehatiye. Kalikê Leyla Hüseyin Baykuşak yê 70 salî jî 25 roj beriya Leylayê hinda bûye. Malbata Leylaya biçûk hîn jî bi hêvî ne, ku dê rojeke keçika wan bête dîtin.

Dayika Leyla jibo Pişka Kurdî wiha axivî:…………

Hêjayî gotin e, di nav gel de tirseke mezin peyda bûye. ku ev zarokên wenda bûyî ji alîya qacaxcîyên bedena mirovan têne direvînin, jibo firotina organ û ezayên laşên wan.

Raport
Guhdarî bike (MP3)