Thursday, January 14, 2010

Başûr pîkola îstîxbaratan e


14/01/2010

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku di demên dawî de, herî zêde, rêxisitna îstîxbarata Îran Îtlaat der barê dengeya di navbera rêxisitnên îstîxbaratî de bandora xwe zêde kiriye. Heman çavdêr dibêjin ku têkiliya MÎT’a Tirkiyeyê û Îtlaata Îranê heye û destê wan di revandin û kuştina penaberan de heye.
Piştî sala 1991'ê ku, ji sedema şerê di navbera hêzên kurdan de valahiya otorîteyê derkete holê, Îtlaatê jî ev valahî wek firsend dît û li dijî muxalifên rejîmê û şoreşgerên kurd çalakiyên ji holê rakirinê li dar xistin.
Îstîxbarata Îranê Îtlaat, bi kesên ku di salên 1991'ê de ji ber zilma Dîktator Saddam Huseyin reviyan, bi kurdên ku wekî penaber li Îranê cîwar bûn re têkilî danîn û ew bi kar anîn. Di heman demê de, bi hinek kadroyên siyasî yên partiyên rojhilatê Kurdistanê re jî têkilî danî.

YNK HEVKARIYÊ DIKE
Îtlaata ku li başûrê Kurdistanê bi hêsanî tevdigeriya bi destek û alîkariya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK), gelek pêşmergeyên ji rojhilatê Kurdistanê berteref kirin. Di salên derbasbûyî de, 8 şoreşgerên ji rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê kiribûn.
Rejîma Îranê ku wekî Tirkiyeyê serî li kûrkirina nakokiyên di navbera hêzên kurd de dide, pere û alavên narkotîkê bi kar tînin û sivîl hedef digirtin.
Rayedarekî ji herêmê ku nexwest navê xwe bide têkildarî rewşê wiha axifî: "Pêşmergeyên YNK'ê ji bo peran, li dijî malbateke ji rojhilatê Kurdistanê êrîş pêk anîn. Fermandarên YNK'ê di sala 1993'an de û dema ku xwest di navbera gundê Bolê û Enzê de, bi wesaîta tijî alavên teqînê, li dijî malbatên rayedarên siyasî yên kurdên rojhilatî çalakiyê li dar bixe, bi birîndarî hate girtin. Lê fermandarê YNK'ê, piştî 2 mehan serbest hate berdan."
Li aliyê din, tê îdiakirin ku hinek ji partiyên marjînal, li başûrê Kurdistanê, bi peran ji bo Îtlaatê çalakiyan li dar dixin. Piştî desteka Îranê di sala 1996'an ya ji bo YNK'ê ya li dijî PDK'ê, Îtlaat li herêmê bandora xwe zêde kir.
Wekî din, partiyên xwedî îdeolojiya îslamî, wek Hizbullah û Bizava Îslamî ya başûrê Kurdistanê, dîrekt bi Îranê re têkildar in û destekê didine Îtlaatê.

I-KDP’IYEK TASLÎM KIRIN
Endmamê Komîteya Navenda Bizava Îslamî ya Kurdistanê Enver Enebî, di 20’ê cotmeha 1996'an de ji Helepçeyê pêşmergeyên I-PDK Erşed Rezaî, Daryuş Îslam Dost, Muhammed Ezîz Kadirî, Yunus Muhammed Pur, Adnan Îsmaîlî, Muzafer Kazimî û Maruf Sohrabî revandin û radestî Îranê kirin.
Partiya Ethem Barzanî Hizbullaha Şoreşger a Kurdistanê jî 2 pêşmergeyên I-PDK girtin û radestî Îranê kirin.
Baş tê zanîn ku Îran, pêşmergeyên radestî wan tên kirin, bêyî dadgeh bike dikuje.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku hêzên Amerîka di sala 2007'an de avêtin ser Buroya Îrtîbatê ya Îranê û endamên îstîxbarata Îtlaatê girtin. Hingî hat îdia kirin ku yek ji ajanên hatiye girtin, Aga Ferhadî ye û di kuştina Dr. Qasimlo de cih girtiye.
Heman çavkaniyan agahî da ajansa ANF'’ê û gotin: "Îran, bi desthilatdariya başûrê Kurdistanê re peymanên vekirina navendên çandî îmze kir. Bi riya van navendan, karên îstîxbaratî tê kirin."
ANF'ê destnîşan kir ku, ajanên Îranê, bi riya navendên çandî û aborî û bi riya buroyên bazirganên îranî li dijî endamên PJAK û partiyên dinwan ji ber ku Mihemedî endamekî aktîf ê Besîcê ye kuştinerî dimeşînin. Di heman demê de, Îtlaat xwendekarên ku ji rojhilatê Kurdistanê jî tên zanîngehên başûrê Kurdistanê, hedef digire. ANF

No comments:

Post a Comment