Thursday, January 14, 2010

Li dijî şîdetê tên cem hev

14/01/2010

Di qada navneteweyî de jinên ku ji ber şîdeta dewletan mexdûr bûne û jinên hiqûqnas û akademisyenên ku li ser şîdeta li dijî jinan lêkolîn û xebatan dimeşînin dê li Stenbolê di konferansekê de bên cem hev. Jin dê tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin. Di encamnameya ku piştî konferansê bê weşandin de jî dê xwe li dijî şîdeta sîstema desthilatdar a ku dibe sedema şer, cudakariya zayendî, homofobî û xizaniyê rêxistin bikin.
Li cîhanê jinên ku di encama sîstema desthilatdaran de rastî şîdeta zayendî, aborî, fîzîkî, psîkolojîk û cudakariyê tên roj bi roj ji bo têkoşîna xwe xurt bikin xwe bi rêxistin dikin. Hin rêxistinên jinan ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşînin ji bo konferansa bi navê “mîlîtarîzm û şîdeta li hemberî jinan” a ku dê li Zanîngeha Bogazîçiyê bê lidarxistin amadekariyê dikin. Konferans dê di 13’yê adarê de bê lidarxistin û bi taybetî jî jinên ku li welatên şer û pevçûn lê diqewinin dijîn û dibin hedefa şîdetê û jinên akademîsyen û hiqûqnas dê beşdar bibin.
Bernameya konferansê hêj zelal nebûye. Lê hedef ew e ku di beşa yekemîn a konferansê de jinên ku rastî şîdeta dewletê hatine û mexdûr bûne û li hemberî vê yekê têkoşînek dane tecrubeyên xwe dê parve bikin. Bi vî rengî dê şîdeta dewletê ya li hemberî jinan vebêjin. Di beşa duyemîn de jî jinên hiqûqnas û akademisyenên ku li ser şîdeta dewletê lêkolîn û xebatan dikin tecrubeyên têkoşînê ya li welatên xwe dê parve bikin.

POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
Yek ji amadekarên konferansê Parêzera Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Tacîz û Tecawîza di Bin Çavan de Eren Keskîn der barê mijarê de got ku şîdeta li hemberî jinan polîtîkaya dewletê ye û bi awayeke cur bi cur li hemberî jinan tê bikaranîn. Keskîn diyar kir ku di vî warî de gelek bûyer hene lê tiştên ku derdikevin holê an jî tên vegotin pir kêm in. Keskîn destnîşan kir ku jin ji ber nasnameya xwe ya siyasî, etnîkî an jî zayendî dibin hedefa nirxên mîlîter, feodal û serdestan. Ji ber vê yekê jî ew ê bi vê konferansê tecrube û rêbazên tekoşînê pêş bixin. Keskîn wiha awivî: “Di beşa yekemîn a konferansê de jinên ku ji ber şer, sedemên siyasî û edlî ango jinên ku rastî şîdeta dewletê hatine dê biaxivin. Lê tenê ne ev yek e. Ew hemû mexdûr bûne lê di heman demê de ji ber ku li hemberî vê şîdetê têkoşînek dane û ji bo jinên din jî bibin mînak dê rê û rêbazên têkoşîna ku dane jî vebêjin. Çawa li dijî vê şîdetê têkoşiyane dê parve bikin.”
Parêzer Keskîn got ku dê ji gelek welatên cîhanê ku şer û pevçûn diqiwimin jin beşdarî konferansê bibin. Lê niha di destê wan de lîsteyek tuneye. Keskîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji Tirkiye, Kurdistan. Almanya, Bosna û ji gelek welatên din jinên ku li ser vê mijarê lêkolîn kirine û xebitîne, jinên hiqûqnas, psîkolog, civaknas, pisporên tiba edlî dê rêbazên têkoşînê parve bikin. Piştre jê em ê encamnameyeke biweşînin.” STENBOL - DÎHA

No comments:

Post a Comment