| 14/01/2010 |
| |
| Muhsîn û Laîma Beşer ku li Amedê dijîn, zarokê wan ê ku di 21'ê tebaxa 2008'an de hate dinê, xwestin navê Welat li zarokê xwe bikin. Navê Welat, ji aliyê Midûrê Nifûsê yê Amedê ve bi hinceta di alfabeya tirkî de tîpa ‘W’ tune, hate redkirin. ÎHD'a Amedê jî li ber daxwaza alîkariya hiqûqî ya malabata Başer serî li Wezareta Karên Hundir da jî bêencam ma. Der barê Midûrê Nifûsê de jî, ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Amedê ve doz hate vekirin. 2'yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê, li gorî giştînameya 24'ê îlona 2003'an a Midûrê Giştî yê Karên Welatiyê û Gelheya Wezareta Karên Hundir serlêdana malbatê nirxand û diyar kir ku tîpa 'W' li dijî alfebeya tirkî ye. Dadgehê da zanîn ku li gorî giştînameyê di xala 174'an a makeqanûnê ya hêjmar 1353 ku di sala 1929'an de hatiye amadekirin divê hemû nav li gorî alfebeya tirkî bên nivîsandin. Dadgehê bi hinceta tîpa 'W' li dijî ‘Çanda û kevnewoşopiya Neteweyî ya Tirk e’ biryara redkirinê da. Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku dê biryarê bibin Dadgeha Bilind. NERAZÎBÛN NÎŞAN DA Parêzerê malbatê Serdar Çelebî, diyar kir ku navê Welat bi kurdî ye û tê wateya warê ku kes lê ji dayik dibe û mezin dibe. Çelebî, anî ziman ku ev qedexe li dijî zagona gelheyê ya hêjmar 1587 a xala 16/4.'an e. Çelebî, anî ziman ku li gorî zagonê tu şertê ku nav bi tirkî an jî bi kurdî nehatiye ferz kirin. Çelebî, bertek nîşanî vê yekê da û daxuyand ku li şûna zagonan li ber çavan bigirin giştînameyan li ber çavan digirin û ev yek li dijî hiqûqê nirxand. Çelebî bi bîr xist ku kurd jî parçeyekî vî welatî ne û ne pêkan e ku navê 'Welat' li dijî çand û kevneşopiya neteweya Tirkiyeyê be. Çelebî bi bîr xist ku her çiqas tîpa 'w, x' di alfebeya tirkî de tune bin jî di gelek navan de tên bikaranîn. ‘EV DURÛTÎ YE’ Malbat, ji ber navê Welat li zarokê xwe kirin û nehat qebûlkirin, têkoşîna hiqûqê dide. Malbat, bi vê ji ber navê 'Welat' li zarokê xwe kirin nikarin nasnameya fermî bigirin. Ji ber vê yekê jî dema ku çûne nexweşxaneyê ji sîgortayê fêde negirtine. Malbata Başer, diyar kir ku biryara hikûmetê durûtiya wan nîşan dide û wiha got: "Ev tiştê dikin bêdadiyeke mezin e, durûtî û nakokî ye. Ji bo dewletê serbest e lê ji bo me kurdan qedexe ye." AMED - DÎHA |
| |
Thursday, January 14, 2010
Welatê biçûk jî bû dijberî tirkan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment