Thursday, January 14, 2010

Hebûna JÎTEM’ê ji neçareseriyê tê

13/01/2010

Li Tirkiyeyê çima Makeqanûn ne demokratîk e? Çima qanûn dijdemokratîk in? Çima li Tirkiyeyeyê daîreya şerê taybet wekî welatên NATO’yê yên din nehatine belavkirin?
Makeqanûn li ser tirkbûna kurdan hatine sazkirin. Bi hinceta ku dê kurd jê sûdê bigirin, Makeqanûn ji bo tundî û çewisandinê ava kirine. Her xaleke qanûnê ji bo pişaftin û çewisandina kurdan hatiye amadekirin. Bi Makeqanûnê jî ji bo kurd jê sûdê negirin û bêtir ji nasname, çand û koka xwe dûr bikevin, bi awayekî dijdemokratîk hatine sazkirin. Qanûna partiyên siyasî û hilbijartina jî ji bo kurd ji mafê xwe yê qada siyasî sûdê negirin hatiye amadekirin û di gelek aliyan de astengiyên mezin hatine derxistin. Bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 ku her kes şaş dibîne, lê tu kes jî ji bo guhertina vê qanûnê nerazîbûnê xwe nîne ziman, ji bo rêlipêşîgirtina kurdan a qada siyasetê hatiye sazkirin.

ŞÎFREYA WÊ DIZANE
Bi kurtasî, Tirkiye ji ber dibêje dê kurd jê sûdê bigirin naxwaze bibe dewleteke demokratîk. Ji bo her tim gelê kurd di bin çewisandin û tundiyê de bigire qanûnan naguhere û demokratîk nake. Heta ku li Tirkiyeyê çand û feraseta komkujî, pişaftin û şîdetê ya li ser gelê kurd bimeşîne, ne qanûn û ne jî Makeqanûn tên guhertin. Her wiha Tirkiye jî demokratîk nabe. Rojnameger Celal Başlangiç, di nivîsa xwe de got 'Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, JÎTEM ji holê ranabe.' Celal Başlgangiç, şîfreya paşverû ya faşîzm û kevneperestiya Tirkiye bi dest xistiye. Ji ber ku rojnamegerê ku herî zêde şerê qirêj ê salên 1990'î baş zane Başlangiç e. Pratîka rojnamegeriyê bûye sedema fêmkirina pirsgirêka kurd û bûye sedema duhurîneriya hişkbûna dewletê jî.

RÊBAZÊN DERQANÛNÎ
Tiştê ku daîreya şerê taybet kiriye, qerargeha şerê qirêj pirsgirêka kurd e. Ji sedî 90'ê şerê qirêj li dijî gelê kurd pêk hatiye. Ji ber ku ji bilî qanûnên heyî ne pêkane ku Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd têk bibin. Sedema bi dehan salan cezayên li zarokên kurd tên birîn jî ji ber vê yekê ye. Ji ber ku ew qas doza kurd mafdar e, zagonên heyî û înkarkirinê jî nikarin rê li pêşiya têkoşîna wan bigirin. Lewre têkoşîna li dijî gelê kurd û tevgera azadiya gelê kurd tê meşandin, ji bilî zagonên heyî rê û rêbazên din jî tên bikaranîn. Ji bo kurdan hemû şerê qirêj û dijzagonî sewab tên dîtin.
Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye dê hewcedarî bi saziyên ku ne girêdayî bi qanûn û Makeqanûnê bibîne. Sedemê girtina şaredar û DTP’iyan ya derhiqûqî ji vê tê. Çunkî li gorî qanûnên heyî tu nikare van girtinan pêk bîne. Ji ber vê bi îdiayên derewîn girtinan pêk tîne. Ev girtin derqanûnî û ne li gorî qanûnan dikin, rêbazên din jî jixwe divê dê bi nepenî û derqanûnî bikin.
Êdî bi awayekî aşkera nabêjin hûn nikarin vî mafî nexwazin, li pêşiya têkoşîna mafgerînê “Piştgiriya rêxistinê dike”, “Di nava rêxistinê de li dar xistina çalakiyan” û tu delîl li holê tune ye bi hinceta “endamtiya vê rêxistinê” digirin. Zihniyeta bi vî rengî û hewcedarî bi îdiayên derewîn dibîne ku rêxistinên weke JÎTEM’ê afirandine.

HEWCEDARIYA JÎTEM’Ê
Her hal polîs her roj du-sê mirovan li malê qetil nedikirin. Kurdek li mala xwe ji aliyê leşker û serbazekî dihate girtin, lê dema dihat pirsîn tu qereqolan nedigot me kesekî wiha binçav kiriye. Çunkî qereqolên fermî û yên têne zanîn dikarîbûn du-sê kuştinên bi vî rengî bikirana, lê nikarîbûn bi sedan kesan tune bikirana. Ji ber vê hewcedarî bi rêxistinên weke JÎTEM’ê dîtin. Ev rêxistinên qirêj ku duh navê wê JÎTEM bû sibê dikare tiştekî din be. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, ne qerargeha daîreya taybet ne jî JÎTEM ji holê ranabe û rê li ber sûcên qirêj nayê girtin.

SEDEM NE ÇARESERÎ YE
Rêxistinên bi vî rengî li welatên NATO’yê hatin belavkirin, sedemê li Tirkiyeyê xurt bûye ji ber ku pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Li hemberî vê neçareseriyê berxwedana gelê kurd e. Ji bo vê berxwedanê biçewisîne ji qanûn û Makeqanûna dewleta tirk wêdetir hewcedarî bi amûrên pekutiyê yên din heye. Sedemê hebûna daîreya şerê taybet û JÎTEM’ê mirov fêm neke, nikare analîza JÎTEM û daîreya şerê taybet baş bike. Lê kengî pirsgirêka kurd bi awayekî rasteqîn hate çareserkirin, di nava dewletê û kurdan de di mijara mafên siyasî û neteweyî de pirsgirêk nemîne dê wê demê hemû şîfreyên odeya kozmîk çareser bibe.
Jixwe dadgehê biryara xwe da: Tu belge nikarin derxin derve, tenê dikarin îdiaya suîqesta Arinç lêkolîn bikin. Ev êdî bûye têgihiştinek. Niha kes nikare dest vê têgihiştinê bide. Dema dadger ev biryar girt çapemeniya hikûmeta AKP’ê negot ‘gik’. Tenê gotin ji daxwaza sekinandina lêgerînê re biryara red derketiye û tiştê ku bibe mijara nûçeyê û bê analîzkirin piştguh kirin.

TABLOYA ŞERMÊ
Tirkiye li hemberî kurdan ew qas sûc pêkanînin ku heke ev sûc derkevin holê li Tirkiyeyê dê her kes ji tirkbûna xwe şerm bike. Ji ber vê ji ber ku hêj şerek li hemberî Tevgera Azadiya Kurd tê meşandin û beşeke girîng şerekî qirêj e, vê tabloya şermê îro dernakeve holê.
Tevgera Azadiya Kurd, tevgerên çewisandinê yên bi rêbazên qirêj ên daîreya şerê taybet pûç kir û îtîbara vê qerargehê hejand û çawa anî asta nîqaşkirinê, bi ferzkirina çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd dê deriyên odeyên kozmîk jî bişikîne.
AKP, ku kilîlên nû bi odeyên kozmîk ve dike, gelê kurd û hêzên demokratîk dê van hemû kilîlan bişikîne.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment