|
Şaredara Bismilê Cemile Emînoglu, diyar kir ku kurd bi girtin, pêkutî û kuştinan dest ji evîndariya xwa ya azadiyê bernadin. Cemîloglu, anî ziman ku "Hewldana çareseriyê" ji aliyê hemû kesî ve hatiye fam kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Bismilê û Şaredariya Bismilê li Taxa Akpinarê civîna gel pêk anî. Şaredara Bismilê Cemîle Eminoglu, Serokê Rêxistina DTP'a hate girtin ê berê Mehdî Tanrikulu, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bismilê yê berê M. Salîh Astekîn, endamên Meclîsa Şaredariyê û rêveberê BDP'ê jî di nav de gelek welatî beşdarî civînê bûn. Serokê Rêxistina DTP'a hate girtin ê berê Mehdî Tanrikulu bi bîrxist ku di bin navê "Hewldana demokratîk" de hewldana tasfiyekirin gelê kurd tê dayîn û wiha got: "DTP çibe, BDP'ê partiyek gavek li pêştir e. Ji bo azadiya rêberiya me dê hewldanên me dom bikin. Me wekî partiyê hedefek danî pêşiya xwe, em dê rêber azad bikin. Ger yekîtiya me xurt be kes dê nikaribe partî û gelê me winda bike. Gelê kurd ji her demê zêdetir bihêz e."
'Gotin, hewldan, dest bi girtinan kirin'
Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu jî, diyar kir ku kurd bi girtin, pêkutî û kuştinan dev ji evîndariya xwa ya azadiyê bernadin û wiha axivî: "Di 24'ê kanûnê de şaredar û siyasetmedarên kurd na, vîna gelê me yê ku bi hezaran deng dan hate girtin. Bi vê operasyonê rengê hewldana wan baştir kişif bû. AKP'ê got, 'Hewldan', teskere hate erêkirin. Gotin 'Hewldan' hevalên me avêtin girtîgehan. Gotin, 'Hewldan' şaredarên me binçavkirin. Lazime hemû kes bibîne ku ev hewldan hewildana qedandinê ye." Emînoglu, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêşiya xitimîna siyasetê vebe, li ber banga wî Komên Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Cerdevanên ku deng nedabûn DTP'ê jî hatibûn pêşwazîkirina komê. Hemû kesî bihêviyên dê çareserî pêk bê kom pêşwazî kirin. Gel di pêşwazîkirinan de jî diyar kir ku çareseriyê dixwaze."
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment