Tuesday, January 12, 2010

Belavokên kurdî bi keyfî hatin komkirin

Belavokên kurdî bi keyfî hatin komkirin
Belavokên ku Komeleya Çand û Hunerê ya Bîslîmê ji bo pîrozbahiya sersala kurdî ya li gorî salnameya hicrî çapkirin, ji aliyê polîsan ve bêyî ku sedem bê nîşandan hatin berhevkirin.

Komeleya Çand û Hunerê ya Bîslîmê, bi armanca şahiya pîrozbahiya sersala kurdan a li gorî salnaneya hicrî belavokên bi kurdî û tirkî çapkirin. Komeleya Çandê, belavokên çapkirin li camê kiratxaneyan û dîrekên kolanan xistin, lê ekîbê polîsan bêyî ku sedemê nîşan bide hemû belavokên li nava navçeyê kom kirin. Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Bîsmîlê Murat Baran, bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kir ku gelê kurd her sal vê sersala xwe pîroz dike û ji bo vê şahiyê jî bi kurdî û tirkî belavok belav kirine. Baran, anî ziman ku belavokên li nava navçeyê ji aliyê polîsan ve hatine komkirin durûtiya Hikûmeta AKP'ê ye û wekî bêhiqûqî û bêedaletê nirqand.
Baran, ev helwesta komkirina belavokan bi awayeki tund şermezar kir. Baran, da zanîn ku derbarê belavokan de tu biryara komkirinê tune û bi awayekî keyfî belavok kom kirine.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment