Tuesday, January 12, 2010

'Dewlet him birayê min da kuştin him jî min ji kar avêt'

'Dewlet him birayê min da kuştin him jî min ji kar avêt'
Xwişka ciwanê 19 salî Necmî Oral ê ku di 15'ê kanûnê de li Navçeya Kopê di buyera şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê' de, ji hêla cerdevan Turan Bîlenê ve hate kuştin Sezen Oral, ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê wek karkerê paqijiyê dixebitî, ji hêla rayedarên nexweşxaneyê ve bi gotina "Emir ji cihê mezin hatiye" ji karê paqijiyê hate avêtin.

Xwişka Necmî Oral ê di bûyera Kopê de ji aliyê Cerdevan Turan Bîlen ve hate kuştin Sezen Oral, ku li Nexweşxaneya Dewletê karê paqijiyê dikir, bi hinceta 'Emir ji jordehatiye ji kar hat avêtin. Li Navçeya Kopê, di 15'ê kanûnê de bi armanca şermezarkirina şert û mercê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê meş pêk hatibû û rastî mudaxaleya polîsan hatibû. Di buyerê de cerdevanê bi navê Turan Bîlen ku tê gotin endamê JÎTEM'ê ye gule barand ser girsê û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 8 kes jî birîndar bubûn. Piştî vê bûyerê Xwişka Necmî Oral Sezen Oral bi hinceta 'Emir ji cihê jor de hatiye' ji kar hat dûrxistin.

'Tiştekî em bikin tune emir ji cihê bilind hatiye'

Piştî bûyerê li navçeyê ji bo Necmî Oral (19) û Kemal Agca (45) konê sersaxiyê hatibûn vekirin û bi rojan ziyaretên sersaxiyê dom kir. Ji ber ziyaretên taziyeyan û gel Xwişka Necmî Oral, Sezen Oral neçar mabû ku bi mêvanan re eleqeder bibe û neçû kar. Her çiqas di ser bûyerê de 10 roj demek kurt derbas bûn jî, Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê, agahî ji Oral re şand û xwes dest ji pêşwazîkirina mêvanan berde û dest bi kar bike. Sezen Oral jî, bi sedema ziyaretên sersaxiyê didomiyan xwest çend roj din jî destûr bigre. Sezen Oral piştî gazîkirinê 2 roj şûnde çû nexweşxaneyê û xwest dîsa dest bi kar bike. Serhekîmê nexweşxaneyê, di heman roja ku Sezen Oral dest bikar kir agahî ji wêre şand û diyar kir ku ji kar hatiye dûrxistin. Sezen Oral, da zanîn ku tenê bi gotina "Emir ji cihê bilid hatiye" sedema karderxistina wê hate bersivandin.

Sezen Oral diyar kir ku di malbata 10 nifusî de ew tenê dixebite û ji ber ji kar hatiye avêtin mexdur bûye. Oral, bûyerê wiha got: "Dema gazî min kirin ji ber ku ziyaretên konê sersaxiyê didomiyan min bersiva ez niha nikarim bêm, da. Piştî 2 rojan şûnde ez çûm nexweşxaneyê. Serhekîmê nexweşxaneyê ji min re got 'Dawî li karê te hatiye.' Dema min sedema wê pirsî got 'Ez nizanim, ji me re wisa hate gotin, tiştê em bikin tûneye, emir ji cihê jor hatiye.' Her çiqas min rewşê ji wan re got jî, dîsa min derxistin. Niha ez nizanim çi bikim. Min debara malbatê dikir. Xwişka min zanîngehê duxîne Xwişk û birayên min ên ji min biçûktir, dibistanê dixwînin. Bavê min jî karkerê demsale ye û niha naxebite. Ez dê çibikim?"

'Birayê min kuştin û ez jî jikar avêtim'

Oral, destnîşan kir ku ew nêzî 3 sale wek karkerê paqijiyê di nexweşxaneyê de dixebite. Oral, bal kişand ser bêedaletiya nexweşxaneyê û da zanîn ku yên di nexweşxaneyê de dixebitîn bi rojan ne dihatin kar, lê dengê xwe jî ji wan re nedikirin. Oral, anî ziman ku wan kesên emîr ji jor şandine baş nas dikin. Oral, wiha got: "Him birayê min kuştin, him jî ez ji kar avêtin. Lê ev dewlet ji bo qatilekî biparêze hemû îmkanên xwe seferber kir. Ez pêşiya vê yekê bernadim. Ez dê derheqê rayedarên nexweşxaneyê de serlêdana sûc bikim. Ev mejî, mejiya ku malbatên wekê me him di hêla madî û him jî hêla manewî de hilweşînin e. Lê em dê diberxwe bidin."

Li aliyê din rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku beyî destûra Qeymeqamiya Kopê nikarin agahiyan bidin û derbarê mijarê de agahî nedan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment