|
Endamên "Teşebûsa Jinê ya Enqereyê ya Ji bo Aştiyê", bi armanca şermezarkirina pêkutiyên li ser jinên kurd û yên li ser saziyên kurdan ên ku di demên dawî de zêde bûne, Navenda Giştî ya BDP'ê ziyaret kir. Jinan hişyariya "Di pirsgirêka kurd de tiştên baş nabin" kir.
Endamên "Teşebûsa Jinê ya ji bo Aştiyê ya Enqereyê", bi armanca şermezarkirina zêdebûna pêkutiyên li ser jin, siyasedmedar û saziyên kurdan şermezar bikin, Navenda Giştî ya BDP'ê ziyaret kirin. Jin, ji aliyê parlementerên BDP'ê Sevahîr Bayindir û Pervîn Buldan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê jinan Şukruye Ercan, diyar daxuyaniyek da çapameniyê. Ercan, bi bîr xist ku piştî DTP hate girtin qedexeya siyasetê ji Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û Parlementer Aysel Tugluk re heta dayîn, şaredar û siyasetmedarên kurd destên wan hatin kelepçekirin û hatin girtin. Ercan, da zanîn hikûmet ji van gavan re dibêjin pêşketin û "Di pirsgirêka kurd de tiştên baş nabin". Ercan, destnîşan kir ku girtin, binçavkirin û astengiyan diyar dibe ku Hikûmeta AKP'ê kurdan dixe nava bendemayinê û dixapîne.
Ercan, bibîrxist ku ew pêkutiyên li dijî jinên kurd qebûlnakin û qedexekirina siyasetê ya li Leyla Zana, Aysel Tugluk ku parlementeriya wê hate xistin şermezar kir. Ercan, binçavkirina Seroka Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê Songul Erol Abdîl, gotina Bulent Arinç a li dijî Parlementera Mêrdînê Emîne Ayna jî şermezar kir. Ercan, anî ziman ku wekî Teşêbûsa Jinan a Ji bo Aştiyê şer naxwazin û da zanîn ku di bin nîqaşên hewldanên AKP'ê de, girtina DTP'ê û pêkutiyên li dijî kurdan hene û ev tişt gotin: "Em li hemberî van yekan ji bo aştiyê bi israr in. Tenê kurd na pêvidiya tevahiya kesên ku li ser vî welatî dijîn û ya jina bi aştiyê heye." Ercan, bi lêv kir ku ji bo aştiyê dê dinava hevgiriya bi kudan û BDP'ê debin.
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî diyar kir ku serdana jina gelekî bi wate dibînin û wiha dom kir: "Jinan şer ava nekirine, lê jin dê aştiyê avabikin."
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment