Li Bedlisê, piştî darbeya 24'ê Kanûnê, operasyon û binçavkirin hînê dewam dikin..
Ji 20 kesên doh derketin pêşberî dadger, 7 jê bi bahneya 'Pesnê suc û sucdar dane' hatin girtin.
Li Bedlîsê pêr girseya ku li ber Dadgehê girtina 10 kesan şermezar kir, rastî êrîşa polêsan hatibû û 70 kes hatin binçavkirin.
Piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polêsan 22 kes hatin berdan û 48 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Dozgeriyê jî piştî îfadeyên 48 kesan girtin 28 kes berdan û 20 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê nobedar kirin.
Heyeta dadgehê ji nav kesên îfade dan, 7 kes bi îdîaya "Pesnê sûc û sucdar dane" şandin girtîgehê...
Kesên hatin girtin ev in:
Murat Bakir, Hakîm Mukere, Alîcan Aslanper, Erkan Ayal, Sadettîn Bozmaz, Mustafa Artikboga û Onder Aktaş..
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment