LI ÇEWLIK Û GEVERÊ 6 KES HATIN GIRTIN
Terora dewleta Tirk ya binçavkirin û girtinê, li bajarên din yên Kurdistanê jî, dewam dike..
Li Çewlik û Geverê, ji kesên hatibûn binçavkirin, 6 kes hatin girtin..
Li navçeya Colemêrgê Gever, polêsan bi ser malan de girtibû û zarokê 16 salî A.B, Yavuz Evîn û Feyyaz Şen hatibûn binçavkirin..
Doh piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hat girtin ew şandin Dadgeha Cezayê Sulhê û bi bahaneya 'propagandeya rêxistinê kirine' hatin girtin..
Hat zanîn ku rewa psîkolojî ya zarokê binavê A.B. ne başe..
Li Çewlikê jî, ji 6 kesên doh hatin binçavkirin, Özgür Bazencîr, Kenan Bazencîr û Mehmet Bulut bi îdîaya ku 'propaganedeya rêxistinê kirine' hatin girtin...
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment