Thursday, January 14, 2010

Li Rojhilata Navîn şer dê gur bibe


14/01/2010

NALÎN DÎCLE –ANF-BEHDİNAN

* Li Rojhilata Navîn her tim şerê serdestiyê hatiye kirin û bûye qada şer. Çima her tim li ser vê axê şer heye û ew qas hesab li ser vê axê têne kirin? Gelo rojên aştî û çareseriyê dê bên ser vê axê?

Pirsgirêka şer û aştiyê ya li Rojhilata Navîn; pirsgirêka herî girîng a mirovahiyê. Ev yek hem di demên borî de hem îro jî bi vî rengî ye. Rojhilata Navîn li cîhanê cihê ku herî zêde şer lê qewimîne û hewcedariya wê bi aştiyê heye ye. Mirov dikare bibêje aştiya li cîhanê ancax bi aştiya li Rojhilata Navîn pêk bê. Rojhilata Navîn movika cîhanê, çavkaniya jiyanê û pêşeroja wê ye.

Sîstema kapîtalîst, dema bû sîstema cîhanî xwest desthilatdariya xwe li ser cîhanê pêk bîne. Şerê cîhanê yê yekemîn bi vê armancê pêk hat. Ev şer, bû şerekî navenda wê li Rojhilata Navîn e. Çunkî yên Rojhilata Navîn bixin bin destê xwe dê li cîhanê desthilatdar be. Eniya di bin pêşengiya Îngilistanê de Rojhilata Navîn bi dest xist û bû serketiyê şer, bû hêza rêveber a cîhanê. Kapîtalîzm bi destxistina Rojhilata Navîn serweriya xwe ya cîhanê pêk anî. Îngilistan û Fransa bi ‘Peymana Qahîre’yê li gorî sîstema kapîtalîst û berjewendiyên xwe teşe dan Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn di serê sedsala 19’emîn de li gorî encama zihniyeta modernîst a Ewropayê zihniyeta netewe dewletê pêş ket. Ev yek, neteweparêzî weke îdeolojiyekê derxist holê. Ewropayê zihniyeta netewe dewletê û îdeolojiya wê neteweparêzî veguhest Rojhilata Navîn. Bi taybetî neteweparêziya netewe dewlet a Ewropayê piştî şerê cîhana yekemîn bi Peymana Qahîreyê li Rojhilata Navên hate bicihkirin. Neteweparêziya netewe-dewletê, neteweparêziyeke wiha ye ku dewletbûnê û kesan dikin kole û kesên kirine kole jî ji holê rakirina wan esas digire. Ev zihniyet, dema rêxistinkirin û çalakiya wê bi pêş ket, şer û pêvçûn jî dest pê kiriye. Rojhilata Navîn her tim bûye qada şer, pevçûn, texrîbat û bêîstiqrariyê.

Sedsala 20’emîn li Rojhilata Navîn bûye sedsaleke ku her tim şer û pevçûn lê biqewimin. Sedemê vê; dewletên netewe ku li ser hev desthilatdariyê bikin, ji bo pêşxistina desthilatdariya xwe ketine nava pevçûnan. Civatên gel ên xistine bin desthilatdariya xwe jî hêj zêdetir xistine bin pekutiyan ku wan bimêje. Her tim bi van civatên gel re di nava pevçûnê de ne. Ji bilî vê pêşengên sîstema kapîtalîst ji bo Rojhilata Navîn hêj bêtir karibin bimêjin bi pêkutiyên bi pêş dixin li Rojhilata Navîn di nava netewe dewletan û civatên gel pevçûn û nakokî derxistine. Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî bi armanca bidestxistina Rojhilata Navîn e. Di vî şerî de yê serketî derketine dîsa bûne serwerê cîhanê û Rojhilata Navîn. Bi şerê cîhanê yê yekemîn li gorî sîstema kapîtalîst teşe dan Rojhilata Navîn û bi şerê cîhanê yê duyemîn ev yek temam bûye. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn pêşengiya sîstema kapîtalîst ji Îngilistanê derbasî DYA’yê dibe. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn qada Sovyetê berfireh bûye. Piştre di navbera Yekitiya Sovyetê û DYA’yê pevçûneke ku jê re dibêjin şerê sar derketiye. Rojhilata Navîn ketiye nava vê pevçûnê, her tim bûye qada ragêşî, nakokî û pevçûnê. Pevçûna di navbera DYA û Yekitiya Sovyetê herî zêde bandora xwe li Rojhilata Navîn daye hîskirin.

Piştî hilweşîna Sovyetê, sîstema kapîtalîst a bi pêşengiya DYA’yê, hem kete qadên ku bandora Sovyetê lê şikiyaye, ji nû ve sererastkirina van qadan hem jî bi çareserkirina pirsgirêkên sîstemê ji bo li cîhanê serweriya xwe bidomîne bi awayekî berfireh mudaxeleya Rojhilata Navîn kir. DYA ji bo vê got şerê cîhanê yê sêyemîn û bi pêşengiya xwe navê ji nû ve şekildayîna cîhanê lê kir. Ev yek, di sala 1991’ê bi Şerê Kendavê dest pê kir û hêj berdewam dike. DYA, li Rojhilata Navîn di sîstema netewe dewletê de bi hin guhertinan li gorî lihevanîna bi sîstema global re, ji bo sermaye bi awayekî serbest û ewle li ser rûyê cîhanê bigere û hemû dewlemendiyê vê hedef dike bixe xizmeta vê sîstemê. Li Rojhilata Navîn bêbandorkirina nirxên komunal ên demokratîk, alternatîfên şaristaniya demokratîk, dixwaze şaristaniya xwe ya li gorî sîstema dewletê berdewam bike. Mirovahiyê ji qutkirina rastiya dîrok û civakê, her tişt bi xwe dest pê kirinê armanc dike ku sîstem û berjewendiyên wê bixe bin temînatê.

Li hemberî vê mudaxeleya DYA’yê hin îtirazên netewe dewletan hene. Dijberî û nerehetbûna civatên gel ên li hemberî vê yekê hene. Civatên gel ên li Rojhilata Navîn êş û texrîbatên sîstema kapîtalîst ku li Rojhilata Navîn bi pêş dixe baş dizanin. Hişmendiyek bi vî rengî her çiqas bi awayekî xurt pêş neketibe jî çêbûye. Ev yek her diçe hêj zêdetir bi pêş dikeve. Ji ber vê yekê li hemberî desthilatdarî û mudaxeleya DYA bi pêş dixe, her diçe nerazîbûn û gumanên cidî yên gelan çêdibin. Di heman demê de pevçûn û nakokiyên gelan ên li hemberî desthilatdariya netewe dewletê ber bi hin guhertinên vê desthilatdariyê ve dahf dide. Netewe dewlet, ji derve bi mudaxeleya DYA-Îngilistan-Israîlê û ji hundir ve li hemberî nerazîbûnên gel ên ji bo demokrasî û azadiyê tengav dibe û ji bo ji vê tengasiyê xwe xilas bike hin guhertinan pêk tîne.

DYA ji aliyekî ve bi hin guhertinan li gorî sîstemê şekil dide netewe dewletan, li hemberî daxwazên gelan ên demokrasî û azadiyê jî ji nû ve şekil da van dewletan û vê xebata xwe pêş dixe. Li Rojhilata Navîn DYA bi netewe dewletan di esasê xwe de bi gelan re pevçûnan dijîn, netewe dewlet jî bi DYA û di esasê xwe de bi gelan re, gel jî bi hem netewe dewlet hem jî bi DYA’yê re nakokî û pevçûnan dijîn. Ji ber vê yekê nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn gelekî berfireh in. Nakokiyên îdeolojîk bi awayê nijadperestî û olî bi awayekî xurt derdikeve pêş. Nakokî û pevçûn di navbera neteweyên neteweperest û neteweyên demokratîk, şaristaniya dewletparêz û şaristaniya demokratîk, nirxên demokratîk ên komunal û civaka dewletparêz, exlaq û hiqûq, felsefeya ku manewiyat û madiyatê esas digire de hene.

Li Rojhilata Navîn pirsgirêka şer û aştiyê piştperdeya wê ya pênc hezar salan heye. Di nava geşedanên dîrokî de ev pirsgirêk bi şekildayînê heta roja îro hatine. Nakokî, pevçûn û şerê îro bi vî rengî derketiye holê. Ji civaka xwezayî ku nirxên demokratîk ên komunal esas digire bi derbasbûna civaka dewletparêz re, dîrok karakterekî ku şerekî hatiye berfirehkirin, mirovahiya ji rastiya xwe dûr ketiye, koletî û desthilatdarî hatiye kûrkirin, ligel vê yekê ji bo demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û aştiyê têkoşîn hatiye pêşxistin wergirtiye. Dîroka pevçûna di navbera civaka xwezayî û civaka dewletparêz, civaka jorîn û civaka jêrîn, şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletparêz de ye. Rojhilata Navîn qada ku cara ewil civakîbûn lê bi pêş ketiye ye, her wiha qada ku civakîbûn ku cara ewil lê hatiye parçekirin, cudabûn û pevçûn lê hatiye jiyandine jî. Qadeke ku civakîbûn û mirovahîbûna ewil li wir derketiye, her wiha jirêderketina ewil jî li wir qewimî ye. Qadeke ku civaka demokratîk û civaka dewletparêz bi pêş ketiye ye. Qada ku mirovahî û dîrok lê dest pê kiriye û jirêderketin hatiye jiyîn e. Bi civaka dewletparêz re gelek nakokî û pevçûn li wir qewimiye. Di bingeha hemû nakokiyan de nakokiya cins heye, ev nakokî jî li wir derketiye holê. Bi pêşketina desthilatdariya zilam a li ser jinê bûye bingeha hemû koletî û desthilatdariyê. Piştre şaristaniyên dewletparêz ên bi pêş ketiye li ser van nakokiyan ava dibe û bi awayekî kûrtir di roja me ya îro de dibe lûtke.

Di dîrokê de her sîstema dewletparêz ku bi pêş ketiye û xurt bûye xwestiye li cîhanê bibe desthilatdar. Xwe weke hêza pêşeng a şaristaniyê, ji bo xwe bike desthilatdarê cîhanê ketiye nava şerên dijwar. Ev rewş bûye sedem ku mirovahî her tim di nava şer de be. Herî zêde jî Rojhilata Navîn bûye qada şer. Li Rojhilata Navîn jî herî zêde li Kurdistanê qewimiye. Li vir civaka neolîtîk û şoreş bi pêş ketiye. Qadeke ku civaka xwezayî, civaka demokratîk a komunal li ser bi pêş ketiye û rehên xwe lê berdaye û li ser vê yekê sîstema şaristaniya dewletparêz cara ewil lê derketiye ye. Ji bo pêşketina şaristaniya dewletparêz bi dest xistina qadeke wiha û desthilatdariya li cîhanê, divê alternatîfa vê yekê şaristaniya demokratîk ku li ser bingehê nirxên demokratîk ên komunal bi pêş ketiye bê bêbandorkirin. Bingehê vê li Rojhilata Navîn e, ji ber vê Rojhilata Navîn her tim şaristaniya dewletparêz tehdît dike û divê ev tehdît ji holê bê rakirin. Ji bo vê yekê jî gerek Rojhilata Navîn bê bidestxistin û li ser wê desthilatdariya xwe ava bike ye. Ji bo vê yekê kesên ku li dû desthilatdariya hemû cîhanê ne xwestine Rojhilata Navîn bi dest bixin. Rojhilata Navîn hem navenda şaristaniya demokratîk e û hem jî ya şaristaniya dewletparêz e. Ev her du şaristanî her tim di nava nakokî û pevçûnan de ne, ev rewş bingeha pirsgirêka şer û aştiyê li Rojhilata Navîn diafirîne ne. Jêderka hemû pirsgirêkên din ji vê yekê diqewime. Şerê li Rojhilata Navîn diqewime şerê şaristaniyê ye. Şerê her du şaristaniyan yên li qadên îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî, çandî û exlaqî ne.

Îro nirxên şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn bi awayekî xurt dijî, ji bo hemû mirovahiyê dibe hêvî, dilê mirovahiyê li vir lê dide. Ji bo vê yekê mirovahî û dijberên mirovahiyê hesabên xwe li vir dibînin, pêşeroja mirovahiyê dê ev hesabdayîn diyar bike.

Aştî li Rojhilata Navîn ancax bi pêşxistina şaristaniya demokratîk, qutbûyina ji şaristaniya dewletparêz û bibihurandina wê mumkûn e. Bi awayekî din li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêkan, bi dawîkirina şeran, pêkhatina demokrasî, azadî, edalet, wekhevî û aştiyê ne mumkûn e. Rojhilata Navîn heke nasnameya xwe ya rasteqîn esas bigire, li ser vê bingehê xwe bike îrade, jiyana li ser kokên xwe ji nû ve esas bigire, bi xwe bawer be, li gorî rastiya xwe tevbigere dê bigihêje serkeftinê. Bi awayekî giştî qutbûyina ji şaristaniya dewletparêz bi taybetî ji netewe dewletê pêk bîne û wan li pişt xwe bihêle û pêşxistina şaristaniya demokratik esas bigire dê bi ser bikeve.

* Talûkayên di sala 2010’an de li pêşiya gelên Rojhilata Navîn çi ne?

Îro li Rojhilata Navîn di bin navê şerê cîhanê yê sêyemîn de şerê şaristaniyan tê jiyîn. Rastiya ku di binê hemû nakokî û şerên diqewimin de ev yek heye. Hêzên şaristaniya demokratîk serwext dibe, xwe bi rêxistin dike û têdikoşe. Hem li dijî mudaxeleyên derve û hem jî li dijî desthilatdariya dewletên neteweyî vê yekê bi pêş dixin. Lê hê jî di warê hişmendî, rexistin û çalakiyê de lawaz in, ne di wê pozîsyonê de ne ku van hemû hêzan bibihurînin. Hêzên netewe dewletê esas digirin, nirxên dîrokî yên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û li ser vî esasî xwe li ser piyan dihêlin. Bi taybetî çand û di nava wê de olê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bi kar tîne. Naveroka çand û olê vala dikin, ji rastiya wê dûr dixin û berovajî dikin. Li ser bingehê şirîkatiya YE-Îngilistan û Israîlê bi pêşengiya DYA’ê li Rojihilata Navîn li dijî gelan, nirxên komunal ên Rojhilata Navîn şerekî mezin ê pelçiqandinê dimeşînin. Her çiqas têkoşîn bi netewe dewletên ku pirsgirêkan diafirînin li Rojhilata Navîn bi sîstemê re li hev nake xuya bike jî di rastiya xwe de li dijî nirxên şaristaniya demokratîk û gelan tê meşandin. Bi vî şerî şaristaniya dewletparêz armanc dike ku desthilatdariya xwe li Rojhilata Navîn ava bike û alternatîfê xwe bê bandor bike ye. Armanc bingehîn a vî şerî ev e.

DYA bi vê armancê li Kendavê mudaxele da destpêkirin. Piştre bi komploya navneteweyî li Kurdistanê mudaxele li dijî Rêber Apo, PKK û civak, jiyana azad û kesayeta afirandiye pêş xist, Rêber Apo dîl girt û xist sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê. Piştre mudaxeleyên Afganistan û Iraqê pêş xist. Beriya wê tevgera berxwedêr a Filîstinê bê çek kir, bi pêvajoya Osloyê re bi tevahî xist bin kontrola xwe û kişand nava sîstemê. Her çiqas li Afganistanê Talîban û li Iraqê jî Baasê ji desthilatdariyê xist jî, hêzên girêdayî xwe anî desthilatdariyê jî li van welatan hêj tam negihiştiye armanca xwe. Hê jî pirsgirêkan dijîn, pevçûn û şer berdewam dike. Li Afganistanê ketiye tengasiyê, rewşeke xeternak dijî, her diçe li Pakistanê jî pirsgirêkan dijî. Bi hemû hêza xwe hewl dide ku encamê bigire. Heke encamê negire aşkera ye ku DYA û sîstema kapîtalîst bi pirsgirêkên pir cidî re rû bi rû bimîne. Li Rojhilata Navîn bi Îranê re ku bi sîstemê re ne lihevhatî ye û ji bo vê pirsgirêkan diafirîne re pirsgirêkên cidî dijî. Ji bo pirsgirêkên ku Îranê diafirîne ji holê rake, pekutiyên li ser Îranê zêde dike, wê tecrîd dike, di nava Îranê de bi zêdekirina nakokî û pevçûnan, hewl dide li Afganistan û Iraqê encamê bigire. Sûriyeyê jî bi navgîna Tirkiyeyê ji Îranê dûr dixe, bi vî rengî bandora Îranê ya ji ser Sûriyeyê ya li Lubnan û Filîstinê hewl dide bişikîne. Ji bo piştgiriya Îranê ya ji bo şiiyên li Yemenê kêm bike her cureyên piştgiriyê dide desthilatdariya li Yemenê. Li Rojhilata Navîn li hemberî tevgera Şîa ku pêşengiya wê Îran dike tevgera Sunnî xurt dike ku bandora Îranê kêm bike. Li Rojhilata Navîn ji bo armancên xwe dixwaze Tirkiyeyê bi kar bîne, bi vê armancê tifaqa Tirkiye, DYA, Iraq (di navê de hikûmeta Kurdistanê ya li Başûr jî heye) bi pêş xistiye. Bi vê tifaqê dixwaze PKK û xeta wê li Kurdistanê bê bandor bike, li Kurdistanê bi desthilatdariya xeta kurdên hevkar hemû kurdan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. DYA heta li Afganistanê encamê bigire li qadên Kurdistan, Tirkiye û Iraqê, Israîl û Filîstînê dixwaze pevçûn hebe. Dixwaze Îranê jî bêbandor bike.

Ji ber vê yekê di 2010’an de şerê li Rojhilata Navîn dê li Afganistanê gur bibe. Zext û tecrîda li ser Îranê jê dê hêj zêdetir bibe. Zext û tecrîda li ser PKK’ê jî dê hêj zêdetir bibe. Bi tifaqa DYA-KT-Iraqê xurtbûna Îranê ya li Iraqê asteng bike, bandora Îranê kêm bike, hin serkeftinên li Iraqê bi dest xistiye biparêzê û hêj xurtir bike. Bi vê yekê re têkiliyên KT û başûrê Kurdistanê xurt bike û bi vê PKK’ê bêbandor bike, li Kurdistan-Iraq-Tirkiyeyê îstiqrarê ava bike, nehêle Israîl li qadên ereb û Filîstînê pevçûnê kûr bike, Sûriyeyê ji Îranê dûr bixe, ji bo KT’yê li Rojhilata Navîn di bin kontrola xwe de li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne di nava hewldanên ku li ser bingehê bike hêzeke herêmî de ye. Li hemberî mezheba Şîa, mezheba Sunnî xurt bike, bi awayekî mayînde li Rojhilata Navîn bi cih bibe. Bi piştgiriya mezheba Sunnî dê mezheba Şîa bêbandor bike û bikeve nava hewldanên ku berxwêdariya îslamî bêbandor bike. Bi kurtasî sala 2010’an ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn dîsa bibe saleke şer û pevçûnan.

DYA, li Rojhilata Navîn hemû hêzan bi polîtîkayên xwe re bîna asta lihevhatinê, yên li hev neke dê bikeve nava hewldanên tasfiyekirinê. Di armancên wan ên Rojhilata Navîn de û ji bo pêkhatine stratejiya danîne pêşiya xwe de tu guhertin çênebûye. DYA ji bo van armancên xwe pêk bîne herî zêde hewcedariya wê bi Tirkiyeyê re heye. Tirkiye jî ji nû ve teşedayîna li cîhanê û Rojhilata Navîn dixwaze cih bigire û bibe hêzeke herêmî ya girîng. Ji bo vê yekê jî bi tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê dixwaze bigihêje vê armanca xwe. Ji bo pêkhatina vê yekê ji aliyekî ve hewcedariyê bi DYA-YE’yê dibîne, ji aliyekî ve jî hewcedariyê bi Îran û Sûriyeyê dibîne û di rastiya xwe de hewcedariyê bi KDP-YNK’ê dibîne. Ji bo piştgiriya van hêzan bigire her tiştê xwe daniye holê. Teqez dixwaze di 2010’an de encamê bigire. Bi vê armancê berê xwe daye Rêber Apo, saziyên siyasetê yên demokratîk û yên di van saziyan de dixebitin. Piştî vê hewl dide ku bi operasyoneke leşkerî vê yekê temam bike. Sala 2010’an ji ber vê yekê dê bi pevçûn û nakokiyên kûr derbas bibe. Hêzên desthilatdariyên yên paşverû ku dixwazin ji vê rewşê sûdê bigirin, li hemberî gelan dibe ku fealiyetên zext û zordariyan zêdetir bikin. Divê hemû kesên bindest û gelan vê îhtimalê li ber çavan bigirin rêxistinbûyin û parastina xwe ya rewa xurtir bikin.

* Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn divê çi bê kirin?

Ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn divê ronesans û reformansyona xwe, bêyî bê taloqkirin pêk bîne. Divê ku vê yekê li ser koka xwe û nirxên xwe bike. Divê ku bi esasgirtina rastiya dîrok û civaka komunal ya demokratîk bi awayekî pêşketîtir pêk bîne. Divê ku êdî ji feraseta netewe-dewlet û şaristaniya dewletî rizgar bibe û şaristaniyeke demokratîk bi pêş bixe. Ev yek jî bi rizgariya ji neteweperestî, olî, zanistî û zayendiyê pêk tê. Ji bo pêkhatina van xalan jî divê pêşiyê şoreşa zihniyet û wijdanê pêk bê. Divê zihniyeteke li gorî pêşveçûna exlaq, jiyan, çalakî û çandê bê afirandin û bipêşxistin. Divê zihniyet ji dewlet, desthilatdarî û şer bê rizgarkirin. Divê ku sosyalîzm û demokrasî ji dewletê bên rizgarkirin û sosyalîzm bi azadî û wekheviyê re bibe yek. Divê ku afirandina civakeke ku xwedî pergaleke aborî ya ku xwe dispêre îradeya azad a civakê û civakeke alternatîf a ji bo civak û siyasetê wekî armanc bêne diyarkirin.

Demokratîkbûyîna li Rojhilata Navîn di bingehê de bi têkoşîna li dijî zayendiyê û derxistina holê ya sekna azad û xwedî îradeya jinê pêkan e. Ji nû ve bi zindîkirina çanda xwedawendiyê û rojanekirina wê pêkan e. Heke ku bi nasname, giyan, raman, hest, reng, rêxistin û çalakiya xwe tevli jiyanê bibe wê demê jiyaneke azad, demokratîk, wekhev tê afirandin. Heke têkoşîna vê yekê neyê dayîn mirov nikare behsa serkeftinê bike. Heke li cihekî demokratîkbûyîn pêk neyê, mirov nikare li wî cihî behsa azadiyê bike. Heke li cihekî demokratîkbûyîn û azadî pêk neyê, mirov nikare li wî cihî behsa wekhevî, edalet û aştiyê jî bike. Bêyî têkoşîna azadiya jinê demokratîkbûyîn, azadî, wekhevî, edalet û aştî pêk nayê. Heke ku ev yek pêk neyê, mirovahî nikare bigihêje rûyê xwe yê rastîn, çewtiyên di dîrokê de nayên rastkirin, gemarî nayê paqijkirin, desthilatdarî û pergala koletiyê nayê rakirin.

Pêngaveke mezin a demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî, sererastkirina çewtî û rêderketinên di ol û çandê de hatine jiyîn e. Sererastkirina muhafazakar û dogmatîzmê ye û bi pêş xistina afirîneriyê ye. Ol; ji pozîsyona ku di bin xizmeta siyasî û aborî ya desthilatdaran derxistin û divê bibe weke jiyan û çandekê. Divê ji destê desthilatdaran bê rizgarkirin û bê asteke ku xizmeta pêdiviyên civakê dike. Di olê de bi pêş xistina şîrovekariyê û li gorî roja me rojanekirin dê bikeve pozîsyoneke ku hewcedariyên civakê dibersivîne. Mirov hebûneke metafîzîkî ye. Ji ber vê yekê hewcedarî bi olê heye. Di dîrokê de ol, ji ber van pêdiviyan derketiye holê. Heta ku ketiye destê desthilatdaran jî ev peywira xwe bi cih aniye. Mirov dikare bêje ku hemû ol li Rojhilata Navîn hatine bipêşxistin. Di çanda Rojhilata Navîn de cihekî girîng a olê heye. Çi li Rojhilata Navîn û çi jî li derveyî wê, tu kesên ku ol înkar kirine nekaribûne ku bi ser bikevin û ji vê û pê de jî nikarin bi ser bikevin. Ne înkar, ne nêzîkatiya dogmatîk û ne jî di cihê her tiştî de nirxandin encameke erênî nade. Di olê de reform û wateya olê ya rastîn a ji bo civakê dê demokratîkbûyîneke jî bi xwe re bîne.

Şaristaniya dewletparêz ku di lehê dewletê de têkiliya civak û mirov, civak û xweza, mejiyê hestî û mejiyê analîtîk xirab kiriye, ji nû ve û di riyeke rast de bên nirxandin. Ji bo demokratîkbûyîna civakê ev yek pêwîst e. Teqez divê civak ji zihniyeta netewe-dewlet û neteweperestiyê bê rizgarkirin. Divê li şûna vê yekê, zihniyeta neteweya demokratîk, exlaq, siyaset, biratî, wekhevî, parkirin, piştgiriya hev, rêzdarî û azadiya rêxistinbûyînê ya di nasnameya xwe ya azad de pêk bê. Divê ku yekitiya hemû gelan, bindestan, jinan, olan, mezheban, çand, civakan a wekhev û azad bê bipêşxistin. Divê ku siyaseta demokratîk, çalakî û rêxistina vê yekê bi awayekî bêsînor bê bipêşxistin. Pêkan e ku di Rojhilata Navîn de civakeke exlaqî, polîtîk û demokratîk bê afirandin.

SIBÊ:


3 Di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rola rewşenbîrên herêmê çi ye?


3 Di demokratîkbûnê de rola PKK’ê çi ye?


3 Li Rojhilata Navîn Tirkiye dixwaze çi bike?

No comments:

Post a Comment