Tuesday, February 16, 2010

Di Roja Reş de jiyan rawestiya


16/02/2010

Li Gever û Colemêrgê şer

Komên bi armanca şarmezarkirina 15'ê Sibatê li navçeya Geverê û navenda Colemêrgê meş pêk anî rastî mudaxeleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Li Geverê di dema mudaxeleyan de di wesayîtên polîsan de marşên şovenîst dihatin gotin.


Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê esnafan bi armanca şermezarkirina salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê dikanên xwe venekirin û wesayîtên xwe dernexistin trafîkê. Komên bi heman armancê çalakî li dar xistin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê koma bi pankarta "Bimire 15'ê Sibatê" dest bi meşê kir rastî mudaxeleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Piştî mudaxeleyê li taxên Kişla, Esentepe û Cumhuriyetê di navbera polîs û çalakvanan de pevçûnên dest pê kirî didomin. Di heman demê de di wesayîteke polîsan a ku mudaxeleyî çalakiyê dikir de bombeya gazê teqiya û polîs bi zorî ji wesayîtê derketin. Polîsên ji wesayîtê derketin heqeret li welatiyan kir. Li aliyê din dema ku polîsan mudaxele li çalakiyan dikir di wesayîtên xwe de merşên şowenîst didan guhdarîkirin.


Li navenda Colemêrgê jî bi temamî dikan hatin girtîn û xwendekar neçûne dibistanan. Ciwanên li taxên Mezran û Keklîk Pinarê hatine cem hev li ser riyan barîkat danîn û pankarta "Bimire 15'ê Sibatê" vekirin ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şidyayî mudaxele li meşê kir û pevçûnan dest pê kir hê jî pevçûn didomin. COLEMÊRG

Li Şirnexê meşeke bi girseyî

Bi hezaran kesên ku Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Sevahir Bayindir, Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirneyê Sekvan Aytu jî di nav de, li ber avahiya BDP'a Şirnexê civiyan. Di çalakiyê de pankarta 'Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Însiyatîfa Gel a Botanê' vekirin û diruşmeyên 'Ji Ocalan re azadî', 'Bimre komploya 15'ê Sibatê' û 'Birêz Ocalan muxatab bigirin' berz kirin. Girse ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiya. Li Qada Cumhuriyetê Sekvan Aytu axivî û da derbirî ku bi girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.Piştî daxuyaniyê girseyê ji bo 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Girse pişt re jî ber bi avahiya Rêstina BDP'a Şirnexê ve meşiyan. ŞIRNEX

Li Mêrdîn û navçeyan çalakî

Li Mêrdînê jî, bi armanca şermezarkirina 15'ê sibatê, şaredarên BDP'ê yên navçeyan jî di nav de serokên Rêxistina BDP'ê û rêveber jî di nav de bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê hatin cem hev. Girseya ku li ser avahiya BDP'ê civiya ber bi avahiya AKP'ê ya bajar ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re tînin ziman hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku li ber avahiya AKP'ê ya Mêrdînê hate dayîn de Cîgirê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Ahmet Bîrgul, diyar kir ku mafê jiyanê ji kurdan re tu carî nehatiye nasîn û wiha got: "Ocalan ku 3,5 mîlyon kurd bi îmzeyên diyar kirin ku vîna wan a siyasî ye, bi rêbazên ku li cîhanê bêmînak in tenê tê girtin. Mafên wî yên zagonî nayên dayîn. Li gel vê yekê şaredarên me, siyasetmedarên me yên kurd tên girtin û wekîltiya parlementerên me tên betalkirin." Bîrgul, diyar kir ku 15'ê sibatê şermezar dikin û da zanîn ku heta dawiyê dê şopdarê têkoşîna gelê kurd bin. Her wiha li navçeyên Mêrdînê jî komploya 15’ê Sibatê hatin lidarxistin. MÊRDÎN

Li Amedê balafirên şer nizm firiyan

Li Amedê jî bi hezaran kes li ber Meclîsa Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsanê ya li navçeya Baglarê civiyan û xwestin ku ber bi Parka Koşuyoluyê ve bimeşin. Polîsan bi panzêr, bombeyên gazê û avê êrîşî girseyê kir û girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Balafirên şer ên ji balafirgeha leşkerî ya Amedê radibin li ser taxên ku çalakiyên 15'ê Sibatê lê tên lidarxistin û kepenk lê hatine girtin bi awayekî nizm firiyan.


Li Amedê bi hezaran kes bi mebesta şermezarkirina 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê li ber Komaleya Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsanê civiyan. Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengi Yildiz, Aysel Tugluk, Serokê Rêxistina BDP'a Amedê M. Ali Aydin, şaredarê navçeyan û bi hezaran kes tevl li meşê bûn. Welatiyan cilên reş li xwe birin û beşdarî çalakiyê bûn. Girse ber bi Ceda Lezgin Avci ve dest bi meşê kir. Polîsan bi bombeyên gazê û avê êrîşî girseyê kir. Ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan.


ERXANÎ: Koma li ber avahiya BDP'ê li hev kom bû, pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin û diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Kurdistan" û "PKK gele gel li vir e" berz kirin.


FARQÎN: Koma di nav de Şaredarê Ferqînê Fadil Erdede, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ferqinê Abdullah Eflatun, rêveberên KURDÎ-DER, Meya-Kadin, MEYA-DER, Yerel Gundem 21 ji heyî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Koma pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê lenet dikin" vekirin heya ber Mizgefta Selahattîn Eyubî meşiyan.


BISMIL: Girseya li ber Rêxistina BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev, ber bi şaredariyê dest bi meşê kirin. Girseyê di meşê de pankarta "Jiyan bi aştiyê, aştî jî dê bi Ocalan çêbibe" vekirin û diruşmeyên "PKK gele gel li vir e." û "Sila silav ji Îmraliyê sedhezar silav" berz kirin.


ÇINAR (BELKIZ): Bi sedan kesên di nav de Şaredarê Çinarê Ahmet Cengiz, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çinarê Abdulkadîr Dogan jî heyî li ber avahiya Rêxistina BDP'ê hatin çem hev û ber bi rêya Mêrdîn û Amedê ve dest bi meşê kirin. Koma pankarta, "Em Komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" vekirin, sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bêyî Serok jiyan nabe" avêtin.


LICE/PÎRAN: Li Lice û Pîranê jî çalakî hatin li darxistin û kes neçû ser sar. Li Liceyê ajokaran kontaxên wesayîtên xwe ne vekirin, esnafan dikan kepeng nevekirin û xwendekaran jî dibistan boykot kirin. Hate diyar kirin ku li navçeyê çalakî dê heta êvarî bi dome. Her wiha di avahiya Rêxistina BDP'ê ya Licê û hin malan de kince reş hate dalikandin. Li navçeya Pîranê jî ji bilî eczane û firinan tu dikan nehatin vekirin jiyan hate rawestandin.AMED

Li Êlihê çalakî û pevçûn

Li Êlihê bi hezaran kesên di nav de Parlamenter Ayla Akad Ata jî heyî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Biharê hatin cem hev û ber bi avahiya Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ve meşiyan. Gelek polîsan bi panzeran riya çalakvanan girt. Piştî ku girse gihîşt ber avahiya BDP'ê polîsan bi bombeyên gazê, ava bi şid û copan mudaxale kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv da mudaxaleya polîsan. Pevçûn li hemû bajêr belav bûn. Di çalakiyên şermezarkirinê de gelek kes hatin binçavkirin. ÊLIH

Li Serhedê jî hat şermezarkirin

Li bajarên Serhedê yên wekî Wan, Agirî, Qers, Mûş û Îdirê jî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Kurdan li van bajaran dikanên xwe venekirin, daketan qadan û bi saetan bi polîsan re ketin pê-evçûnan.


ÎDIR: Girseya li ber avahiya BDP'ê kom bû 15'ê Sibatê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankartên "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin", "Sala 2010'an bila bibe sala azadiya rêberê me" hatin vekirin. Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan li vir daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê şermezar kir. Piştî daxwuyaniyê girse ber bi Taxa 7 Kasım de meşiyan. Piştî meşê polîsan bi bommeyên gazê mudaxaleyî komê kir. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan û di vê demê de 2 kes hatin binçavkirin. Li bajêr pevçûn didomin./..


BAZÎD: Greva birçîbûnê ya 2 rojan bi meşekî girseyî bi dawî bû. Koma li ber avahiya BDP'ê ya Bazîdê kom bû, pankartên "An azadiya Ocalan an ji neman" û "Em komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar dikin" vekirin û heya Parqa Ehmedi Xani meşiyan. Di dema meşê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyê li girseyê kir. Girseyê jî bi keviran û fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Bûyer didomin.


MUŞ :BDP' a Muşê jî daxuyaniyek da çapameniyê. Koma ku li ber avahiya Rêxstina BDP'ê ya bajar hatin cem hev, ber bi Şardariya Muşê ve meşiyan. Piştî meşê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya bajar Faruk Yildirim, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi komloyek navneteweyî anîne Tirkiyeyê û ev yek jî wekî bin pê kirina hiqûqa navneteweyî, azadî û mafên bingehîn bi nav kir. Piştî daxuyaniyê, koma qelebalix ji ber avahiya şaredariyê ber bi avahiya BDP'ê ve meşiyan.


GIMGIM: Esnafan dikanên xwe venekirin. Girseya li ber avahiya BDP'ê kombûn pankarta "Bimber 15'ê Sibatê" vekirin û diruşmeyên "Bîjî Serok Apo", berz kirin û heya ber Pasaja Şaredariyê meşiyan û li vir daxuyanî hat dayîn.


QERS: Li navenda Qersê jî, bi armanca şermezarkirina 15'ê sibatê, daxuyaniyek girseyî hate dayîn. Şaredarê Dîgorê Muzaffer Kutay, Şaredarê Kaxizmanê Mehmet Alkan, Şaredare Daxpinarê Ayhan Erkmen jî dinav de koma qelebalix li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev û heta ber Rawestgeha Dîgorê meşiyan.


WESTAN: Li Westanê bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Grev bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.


SARAY : Li navçeya Sarayê ya Wanê jî bi armanca şermezarkirina 15'ê Sibatê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Serokê Rêxistina BDP'a Sarayê Abdulkadir Ayyildiz daxuyaniyê xwend û banga bilindkirina têkoşîna gelê kurd a ji bo aştî û azadiyê kir.


Çalakiya li Mersînê bi saetan dom kir

Mêrsîn bi boneya şermezarkirina 15’ê Sibatê çend roj in li ser piyan e. Li Mêrsînê hem roj û hem jî şev çalakî hatin lidarxistin û komplo bi tundî hat şermezarkirin.


Li navçeyên Akdenîz, Gundogdu, Şevket Sumer û taxa Taxa Yenî Pazarê yên Mersînê, hatin lidarxistin, rastî mudaxeleya polîsan hat. Çalakvanan jî bi keviran bersiva da êrîşa polîan û di nav kolanan de heta derengiya rojê jî çalakî dom dikirin. MÊRSÎN

Li Stenbolê êrîş kirin

Li Taksîmê girseya ku 15’ê Sibatê daxuyanî dan piştî ku bi dest meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Girseyê bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û Taksîm vegeriya qada şer.


Bi banga Platforma Çareseriya Aştî û Demokrasiyê ve bi qasî hezar kesî li Taksîmê bi boneya şermezarkirina 15’ê Sibatê hev kom bûn. Parlamenter Sebahat Tuncel jî beşdarî çalakiyê bû û girseyê xwest ber bi kolana Îstîklalê bimeşîn û li ber Dibistana Galatasarayê daxuyanî bidin lê girse ji aliyê polîsan ve hat rawestin û li meydana Taksîmê daxuyanî hat dayîn. Piştre girseyê xwest berbi avahiya BDP’ê ya Stenbolê bimeşin polîsan êrîşî çalakvanan kirin û çalakvanan bi keviran bersiv dan polîsan. Di kolanan de bi saetan pêvçûn domkir û gelek kes hatin binçavkirin. STENBOL

Kurdan jiyan rawestand

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat di serî de li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û li gelekî navçeyan, esnafan derabayên dikanên xwe venekirin û roja reş şermezar kirin û esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

LI AMEDÊ KES NEÇÛ KAR


Li Amedê bi minasebeta şermezarkirina 11'emîn salvegera anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, ji sedî 95'ê dikandaran dikanên xwe venekirin. Li Bajarê Amedê bêdengî bû serdest û dikandarên ku dikanên xwe venekirin, li ber dikanên xwe civiyan. Her wiha amediyan kincên reş li xwe kirin û ji bo rojekê rojî girtin. Xwendekar jî neçûn dibistanan.


Li navçeya Bismilê ya Amedê jî dikandaran dikanên xwe venekirin. Welatiyan jî kincên reş li xwe kirin.


Li navçeya Farqînê ya Amedê jî dikandaran dikanên xwe venekirin. Welatiyan jî bi munasebeta şermezarkirina 15'ê Sibatê kincên reş li xwe kirin û rojî girtin. Polîsan li navçeyê tedbîrên mezin ên ewlehiyê girtin.

ŞIRNEX Û NAVÇEYAN


Li Şirnexê jî esnafan dikanên xwe venekirin û ji bilî dengên wesayîtên polîsan li bajar bêdengiyek hebû.


Li navçeya Hezexê ya Şîrnexê jî, ji bilî firinên nan hemû dikan hatin girtin. Welatiyan kinçên reş li xwe kirin û hate zanîn rojî giritin. Polîsan tedbirên berfirhe girtin.


Li navçeya Cizîrê jî, ji bilî firinên nan û eczaneyan dikan nehatin vekirin û radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê ji bilî çalakiyên ciwanan welatiyan jî bi rojî û lixwekirina kinçên reş roj şermezar kir. Ciwnana li navçeyên Cûdî, Nur û Sur çalakî pêk anîn û li Girê Cafer-î Sadik jî bi agir "Apo" hat nivîsandin.


Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji bilî firin û eczaneyan hemû dikan hatin girtin û xwendekar neçûn dibistanan. Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê alên reş bi avahiya xwe ve daliqand. Li aliyê din polîsan tedbîrên berfireh girtin.


Her wiha li navçeya Bazidê ya Agiriyê, li navçeyên Gever, Şemzînan û navenda Colemêrgê, li Wanê jî şev li gelek taxan çalakî pêk hatin û serê sibê jî piraniya esnafan dikanên xwe venekirin.


Li Êlihê jî li Kolanên Amed, Gulistan, Kuçeya Hunerê, navenda sûkê û li taxan esnafan derabeyên xwe venekirin. Li Kopa Mûşê, dikandaran dikanên xwe venekirin.

No comments:

Post a Comment