Tuesday, February 16, 2010

LI CIZÎRÊ BI HEZARAN KESÎ BÊBEXTIYA NAVNETEWEYÎ BI MEŞEKÊ PROTESTO KIR

LI CIZÎRÊ BI HEZARAN KESÎ BÊBEXTIYA NAVNETEWEYÎ BI MEŞEKÊ PROTESTO KIR

Yek ji cihên şer lê hebû jî Cizîr bû.

Li navçeyê berî çend mehan, polêsên dewleta tirk bi bombeyên gazê zarokê 18 mehî Mehmet Uytun qetilkiribû.

Doh heman polês li Cizîrê dîsa li ser kar bûn.

Bi hezran kesî meşeke protestoyî pêk anî, paşê ciwanan çalakî li dar xist.

Polêsan jî bi sîlehan êrîş bire ser ciwanan.

Polêsan fermana 'bombeyên gazê bavêjin malan' da û ev fermana wan ji aliyê kamerayan ve hat qeydkirin.


LI CIZÎRÊ BI HEZARAN KESÎ BÊBEXTIYA NAVNETEWEYÎ
BI MEŞEKÊ PROTESTO KIR


Li Cizîrê bi hezaran kesên kom bûn, hêrsa xwe weha anîn ziman.

Piraniya beşdarên meşê jin û ciwan bûn û çalakgeran lanet li komplogeran barand û dilsoziya xwe ya bi Ocalan re jî bi sloganan anîn ziman.

Bi gavên eskerî meşa ciwanan jî bal kişandin ser xwe.

Piştî meşê Serokê rêxistina BDPa Cizîrê Selahattin Cıvıldak ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, xwest Ocalan pêşî li maleke were girtin..


POLÊSAN LI CIZÎRÊ SÎLEH BI KAR ANÎN Û
BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN NAVA MALAN
Piştî meşê, Ciwanan xwest komployê bi çalakiyên li nava taxan protesto bikin, lê polêsan êrîş bire ser wan..


Li taxên Sûr, Cûdî û Nûrê ciwanan bi keviran bersiv da êrîşa polêsan..

Li navçeyê polêsên dewleta tirk beriya niha bi bombeyên gazê Mehmet Uytunê 18 mehî qetilkiribû.

Heman polês li navçê dîsa li ser kar bûn.

Polêsan fermana bombeyên gazê bavêjin malan da û ev fermana wan ji aliyê kamerayan ve jî hat qeydkirin.

No comments:

Post a Comment