Tuesday, February 16, 2010

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA 15'Ê SIBATÊ LI NAVÇEYÊN AMEDÊ BI MEŞAN HAT PROTESTOKIRIN

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA 15'Ê SIBATÊ LI NAVÇEYÊN AMEDÊ BI MEŞAN HAT PROTESTOKIRIN

Doh li Amedê bi deh hezaran kes daketin meydanan û li dora Ocalan bûn yek..

Lê polêsên xwe li xwedîderketina li Ocalan a Amediyan ranegirtin, bajer veguherandin qada şer..

Amedî jî, li dijî êrîşa polêsan bêdeng neman..

Ciwanan, bi keviran bersiv da êrîşa polêsan a bi bombeyên gazê û copan..

Şer li nava bajêr, heta derengiya rojê dewam kir..


Komploya 15'ê Sibatê li navçeyên Amedê jî hate protestokirin.

Li Bismil, Farqîn, Çinar û Ergxeniyê bi hezaran kesî careke din anî ziman ku ew li dora Ocalan bûne yek.

LI NAVÇEYÊN AMEDÊ BI MEŞAN HAT PROTESTOKIRIN
Li Bismilê doh dikan nehatin vekirin û bi hezaran kes jî tevlî meşa rûreşkirina komploya 15'ê Sibatê bûn.

Meşê ji pêşiya avahiya BDP'ê dest pê kir û heta ber avahiya şaredariyê dewam kir.

Di meşê de sloganên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin.

Piştî meşê çalakgeran daxuyaniyek da û li dijî konsepta AKP ya tesfiyekirinê nerazîbûna xwe anîn ziman.


Li Farqînê jî, Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk meş organîze kir.

Meşê ji pêşiya avahiya BDPa navçê destpê kir.

Beşdaran timûtim sloganên 'PKK gel e, gel li vir e' gotin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.


Bi heman armancê li navçeya Amedê Çinarê jî li ser riya Mêrdîn û Amedê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de pankarata li ser nivîsandî 'em komploya 15ê Sibatê şermezar dikin, yên ku ew pûç kirî jî silav dikin' hat hilgirtin.

Piştî meşê, li ber avahiya BDPê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û ji gelê Kurd hat xwestin xwedî li nirxên xwe derkeve..

Li navçeya Amedê Erxaniyê jî, çalakiya şermezarkirina komployê li ber avahiya BDP pêk hat...

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin, Tevegera Azadiya Gelê kurd gihîştiye asteke ku veger jê nebe.

No comments:

Post a Comment