Tuesday, February 16, 2010

LI MEXMÛRÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT ŞERMEZARKIRIN

LI MEXMÛRÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT ŞERMEZARKIRIN

Yek ji deverên ku komploya 15'ê Sibatê lê bi awayekî girseyî hat protestokirin, Wargeha Mexmûrê bû..

Tevahiyê şêniyên Wargehê doh daketin meydanan û roja reş protesto kirin..

Penaberên Mexmûrê di çalakiya xwe de, banga berxwedanê li tevahiya gelê Kurd kirin..

LI MEXMÛRÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE
HAT ŞERMEZARKIRIN

Ji 7 salî heta 70 salî, tevahiya şêniyên Mexmûrê, doh reş li xwe kirin û daketin meydanan..

Bi hezaran kes, beriya dest bi meşê bikin, li ber Şaredariyê kom bûn..

Di meşê de, posterên Ocalan, alên PKK, KCK û HPGê hatin hilgirtin..

Piştî meşê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, mîtîngek hat lidarxistin..

Endamê Koordînasyona Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî Mehmet Nûrî Babat axaftinek kir û got, komplo bi berxwedana gelê Kurd û rêberê wî Ocalan hatiye pûçkirin..

Babat, li dijî hewldanên berdewamkirina komployê, banga xurtkirina berxwedanê li gelê Kurd kir..

No comments:

Post a Comment