Tuesday, February 9, 2010

Li şûna dêra dîrokî odeya gund tê avakirin

Li şûna dêra dîrokî odeya gund tê avakirin
Dêra li gundê Teremax a girêdayî navçeya Miksê ya Wanê tê xera kirin û li cihê wê odeya gund tê avakirin. Her wiha goristanê ermeniyan jî tên xirakirin. Gundiyan li hemberî vê yekê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan.

Gundê Teremax ê girêdayî navçeya Miksê di sala 1915'an de nifûsa wê temamî ji ermeniyan pêk dihat. Li gund gelek cih hê bi navên ermenî tê zanîn û li gund goristaneke aîdê ermeniyan û dêreke kevin heye. Her du berhêmên dîrokî di salên dawî de tên wêrankirin. Bi destûra Qeymeqam û Mixtarê Gund Munîr Hatîp, dêra ermeniyan a dîrokî tê hilweşandin û li şûna wê odeya gund tê avakirin. Her wiha goristana aîdê ermeniyan jî tê xerakirin. Hestiyên goristanê li derdorê belav bûn û gundiyan li hemberî vê yekê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan.

'Qeymeqam û Muxtarê Gund bi hevre dêrê xira dikin'

Gundiyê bi navê Hamît Karci diyar kir ku dêra nêviyê wê hilweşiya ye aîdê pir dîrokî ye. Kalci, anî ziman ku dêr ji hêla muxtar ve tê xera kirin û li şuna wê dukan û odeya gund tên avakirin. Karci, ji bo parastina dêra dîrokî serî li ÎHD’ê da. Karci, da zanîn ku Qeymeqamê Mixsê û Muxtarê Teremaxê dest dane hev û dixwazin li şuna dêrê odeya gund avabikin û jê rant bixwin. Karci bertek nîşanî vê yekê da û wiho got: "Muxtar û Qeymeqam bi hev rê bêyî îradeya gundiyan dêra xera dikin û li cihê wê odeya gund ava dikin. Ji xwe muteahît dest bi avakirina odeya gund kir jî. Çêkirina odeya gund û dikkanan dewam dike. Me di serî de li hemberî vê yekê serî li Miduriyeta Çandî ya Muzeyê da lê wan got 'Riya gund girtiye ew nikarin bên gund. Me jî piştre serî li ÎHD'ê da. Em li bendê ne ku ev qetlîma dîrokî bê sekinandin." Gundiyan da zanîn ku ji bîlî dêrê goristana aîdê ermeniyan jî tê xera kirin û hestiyê miriyan li derdorê belav dibe.

ÎHD dê pêvajoya hiquqî bide destê pê kirin

Li ser sêrîlêdana gundiyan Rêveberê Şaxê ÎHD'ê ya Wanê Huseyîn Ayaz diyar ku wan li ser daxwaza gundiyan pêvajoya hiqûqî daye destêpêkirin. Ayaz, da zanîn ku Komîsyoneke Hiquqî ya ÎHD'ê xebat da destpêkirin. Ayaz, anî ziman ku ji ber riya gund girtî ye ew nikarin niha li cihê bûyerê lêkolînan bikin lê dema ku riya gund vebû ew dê dest bi lêkolînan bikin.

Têkildarî mijarê rayedarên Qeymeqamtiya Miksê diyar kirin ku Qeymeqam Mehmet Yuzer derketiye dervê bajêr û agahî nedan.

No comments:

Post a Comment