Saturday, November 21, 2009

‘Av! Su! Maî!’



21/11/2009

Rojnamegerê Arjantînî Alejandro Haddad, bi piştgiriya Komeleya Hewldana Jiyandina Êlih-Heskîfê galaya dokumantera "Av, Su Maî" pêk anî. Haddad, têkildarî dokumanterê diyar kir ku ev qîrîna bi kurdî, tirkî û erebî li dijî bendavê ye û qêrîna şermezarkirinê ye.
Rojnamegerê Arjantînî Alejandro Haddad, piştî Foruma Civakî ya Mezopotamyayê ji Arjantinê hate Tirkiyeyê, bi piştgiriya Komeleya Hewldana Jiyandina Êlih-Heskîfê, dokumantera bi navê "Av, Su Maî" amade kir. Hadad, piştî dokumanter bi dawî kir galaya dokumantera "Av, Su, Maî" li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney pêk anî. Di galaya dokumanterê de Parlamenterê DTP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, endam û rêveberên DTP'ê, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Nûnerên Hewldana Jiyandina Heskîfê, Şaredarê Heskîfê A. Vahap Kusen, Derhênerê dokumanterê Rojnamevan Alejandro Haddad û gelek endam û rêveberên saziyên sivîl amade bûn.
Di galayê de Endamê Hewldana Jiyandina Heskîfê Îpek Taşli, diyar kir ku di demên dawî de dîsa xebatên bendavê dest pê kirine û wiha got: "Em dê li dijî van xebatên bendavê têkoşîna xwe bidomînin. Pêwist e em hemû gelê bajêr kom bikin û biçin li pêşiya xebatan çalakiya rûniştinê pêk bînin."
Piştî axaftinê galaya dokumantera "Av, su, maî" pêk hat. Piştî pêşandana galayê Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, plaketa spasiyê da Rojnamevan Alejandro Haddad. Şaredar Atalay anî ziman ku dema belgefîlm hatiye kişandin ji bo ku xebateke profesyonel derkeve holê xwestine alîkariyê bidin rojnameger Haddad lê wî xwestiye bi derfetên xwe bikişîne û wiha axivî: “Xebateke bi watedar û pîroz e. Ne hewce ye hemû xebat profesyonel bin. Min jixwe belgefîlm eciband.
Parlamenterê DTP’ê yê Êlihê Bengî Yildiz jî ji ber alîkarî û piştgiriyên Navenda Çand û Hunera Baharê ya Êlihê plaketa spasiyê da komeleyê. Parlamenter Yildiz anî ziman ku dewlet û hikûmet dixwaze bedewiyên herêmî di bin avê de bihêle û bixeniqîne.

Çavkaniya jiyanê dibe ya mirinê
Rojnamevan Alejandro Haddad, anî ziman ku dema Heskîf di bin avê de bimîne dê gelê kurd, ereb û tirk bikevin bin bandoreke neyînî û ev qêrîna wan e û wiha axivî: "Ev dokumanter, di heman demê de qêrîna li dijî bendavê ye, qîrîna şermezarkirinê ye. Bi vê bendavê re ne tenê Heskîf her wiha 200 gund dê di bin avê de bimînin. Haddad bilêv kir ku navê ‘Av! Su! Maî!’ qêrînê îfade dike û wiha got: “Çavkaniyeke jiyanê di heman demê de dibe çavkaniya mirinê jî. Navê ‘Av! Su! Maî!’ qêrîna parastina jiyanê ye. Her wiha qêrîneke protestoyê ye.”
Rojnameger Haddad da zanîn ku Heskîf sembolek e û wiha got: “Dîrok sembol in. Tu wateyeke Heskîfa bê gel nîn e. Ji bo min tişta herî girîng ew e ku ev xebateke kolektîf ku bimirovên dilxwaz ve pêk hat. Ez ji bo naskirina pirsgirêka kurd hatim Tirkiyeyê. Endamên Hewldana Jiyandina Heskîfê di Foruma Civakî ya Mezopotamyayê de behsa cihê dîrokî Heskîfê kirin û gotin li vir bendav tê çêkirin. Fikra çêkirina belgefîlmê ji wir derket.”

Bendav çareserî nîn e
Haddad diyar kir ku li Arjantînê jî belgefîlmeke bi vî rengî kişandiye û wiha got: “Di belgefîlma ku min berê çêkiribû de 160 hezar mirov ji warê xwe hatin koçberkirin. Ez baş dizanim ku çi dê bê serê kesên ku ji vir koç bikin. Gelek kes nizanin dê çi bê serê wan. Ji ber wê li hemberderketineke dijwar nîn e. Bendav ne çareserî ye. Me ev belgefîlm bi derfetên biçûk û derfetên dûrî teknolojiyê kişand. Ya girîng encama polîtîk a xebatê ye. Her wiha navê belgefîlmê yê din jî ‘Ax û Azadî’ ye. Ev qêrîna gelan ya gerdûnî ye. Gelê bê ax û axa bê gel tu tiştekî îfade nake. Ax, azadî û jiyan heman tişt in. Bi çêkirina vê bendavê ve tişta ku herî zêde bê windakirin ax e.” ÊLIH - DÎHA

No comments:

Post a Comment