Saturday, November 21, 2009

Ji zarokên amedî çalakî



21/11/2009

Zarokên li Amedê dijîn bi boneya Hefteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî nêrînên xwe anîn ziman û daxuyandin ku ji ber binpêkirina mafên zarokan jidayîkbûna wan a li Tirkiyeyê bêşansiyek e. Seroka Meclisa Zarokan a Şaredariya Sûrê Ozlem Nazlican (12) diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên zarokan pir zêde ye û bang li civakê kir ku li hemberî vê yekê hîstiyar be.
Zarok bi boneya Hefteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî li ber Bîrdara Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşuyoluyê hatin cem hev. Zarokan li cihê di 12'ê îlona 2006'an de zarok lê hatine qetilkirin strana, “Em zarokên Amedê ne” got. Her wiha zarokan bi boneya bîranîn Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ceylan Onkol û zarokên din ên hatine qetilkirin strana “li welatê me bombe barandin” gotin.
Şaxên MAZLUMDER, ÎHD, Yerel Gundem21, DTO, Baroya Amedê û rayedarên şaredariyên li Amedê beşdarî çalakiya zarokan bûn. Zarokan pivdankên nivîsa, “Zarokan nekujin, nedarizînin ez zarok im ji bîr nekin” û kulîlkên sor hildan.
Li ser navê zarokan Seroka Meclisa Zarokan a Şaredariya Sûrê Ozlem Nazlican (12) diyar kir ku zarok xwedî mafên mafê jiyanê, perwerdehiyê, tenduristî, hewandin, mêtingeriya fîzîkî û cinsî heye û ev maf nayên gaspkirin û desteserkirin. Nazlican anî ziman ku ev bi peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin û Tirkiyeyê jî bî îmzekirina Peymana Mafên Zarokan a BM'ê ev yek qebûl kirine. Nazlican xwest ku kes li hemberî şideta li dijî zarokan bêdeng nemîne û ev tişt gotin: “Ez wekî zarokek li Tirkiyeyê dijîm, ji ber binpêkirina mafan min nedixwest ez li Tirkiyeyê ji dayîk bibûma. Mixabin tiştên min dîtîn vê yekê tînin bîra min. Zordariya li ser mafê jiyan, tenduristî, perwerdehî û şideta fîzîkî û zayendî li ser zarokan tê meşandin. Heta 18 saliyê hemû kes zarok in. Lê zarokên wekî Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Abdulsamet Erîp hatin qetilkirin. Zarokên kurd bi hinceta 'Endamtiya terorê' tên darizandin û bi salan di girtîghan de tên girtin.
Heta duh jî dayîkên me nedikarin bi zimanê xwe bi axivin û îro jî mafê me yê perwerdehiyê tê înkarkirin. Em bêyî tu ramanên siyasî dibêjin mafên zarokan asten nekin.”
Piştî daxuyaniyê Nazlican ev helbest xwend: “Ez zarokim/ Dema ez ji bo xwarina maqarnaya hezkirina diya min di nav de diçûm/ Ji zikê xwe yê birçî gul xwar/ Hezkirinên min ên perçebûyî di bervanka diya min de hatine gerandin/ Ez zarokim kevir lîstika min a herî baş in/ Ez zarokek im/ We ji bîr kir zaroktiya min, ez mezin kirim û darizandin/ We ez ji hemû hêviyên min qetandin û qeyîdandim/ We lîstikek ceza kir/ A bigirin bila kevir jî ji bo we bin, dilê xwe bidin min/....” Zarokan piştî kulîlk danîn ber Bîrdara Mafê Jiyanê belav bûn. AMED (DÎHA)

‘Bi çend qanûnan pirsgirêk çareser nabe’
GUHERÎNAN hikûmet bi armanca başkirina rewşa zarokên bi awayek hovane li girtîgehan tên girtin, pêk tîne, nehatin qebûlkirin. Bangkerên Dadê ji bo Zarokan daxuyandin ku TMK ji qanûnên faşîzma 12'ê Îlonê xirabtir e û hikûmet nikare bi guherandina çend xalan pirsgirêka zarokên mexdûrên TMK'ê çareser bike.
Bangkerên Dadê ji bo Zarokan ku ji bo hikûmetê 9 pêşniyar amade kirin, balkişand ser nebesiya pêşnûmaya hikûmetê amade kiriye. Ji endamên hewildanê parêzer Mehmet Uçum pêşnûmaya hatiye amadekirin, nirxand. Uçum diyar kir ku bi xalet tê guherandin ji sedî 50 zêdekirina cezayan ji bo zarokan nayê bikar anîn. Zarokên heta niha li Dadgehên Cezayên Giran a bi rayeya taybet dihatin darizandin dê li dadgehên zarokan bên darizandin.
Uçum derbirî ku zarokên ligel ku ne endamên rêxistinê ne ji endamtiyê, bi boneya rûyê xwe girêdane ji propagandaya rêxistin û kevir avêtinê jî li dij derketina çekdarî ya leşkeran ji 13 salan heta 19 salan ceza ji zarokan re dixwazin. Uçum anî ziman ku heta ev xal neyê guherandin pirsgirêk çareser nabe û wiha got: “Zarok di nav şert û mercên mezin di nav de dimînin tên girtin. Di cezayên edlî de mezin jî ji 3'yan du beşên ceza radizên lê ji bo zarokan vî mafê nadin. Di vê zagonê de ev yek jî nehatiye guherandin. Li gorî zagona niha hatiye sererast kirin zarokên 3 caran cezayê dîsîplînê bikişînin nikarin bi şert bên berdan û ev mafê wan tê şewitandin. Li girtîgehan mixabin 3 caran dayîna dîsîplînê pir tiştek hêsan e. Niha ev guherîn bi vî awayî bên kirin di rewşa zarokan de tiştek naguere. Ceza tenê 20 mehan tên kêm kirin. Zarokên heta 24 salan tên darizandin hene niha. Ji 24 salan 20 meh bê daxistin çiye neyê daxistin çiye. Ji cezayên kêmtir jî ne 20 meh demekdin a kêmtir tê birîn. Ev sererastkirina pirsgirêkê çareser nake. Di serî de hikûmet di vê mijarê de pêkolînê dike. Lazim e mijar di çarçoveya parastina zarokan de bê nirxandin.” Uçum anî ziman ku ev zagon ji zagonên şoven ên 12'ê Îlonê xirabtir e û lazim e hikûmet bi tevahî qanûnê biguherîne. STENBOL

‘Zarok tu car nabin terorîst’
ŞAXA Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, bi munasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Bingehîn ê Zarokan, derbarê zarokên mexdûrên TMK'ê de li ber Postaxanêya Mêrsînê daxuyaniyek da çapameniyê. Di daxûyaniyê de gelek endamen rêveberên saziyên sivîl û civakî yên Mêrsînê û endam û rêveberên DTP'ê amade bûn. Serokê ÎHD’a Mêrsînê Mîrzê Mehmet Soylemez, diyar kir ku derbarê mijira pirsgirêka kurd û darizandina zarokên kurt gelek tişt tên gotin, lê belê tu gav nayên avêtin.
Soylemez, destnîşan kir ku bi hin guhertinên bêbingeh a di qanûna TMK'ê de zext û zordariyên li ser zarokan bi dawî nabin û wiha got: “Ev qanûnên Tirkiyeyê ku zarokan didarizîne li dijberî Peymana Mafên Zarokan ya Devletên Yekbûyê (DY) û Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Lazim e ne bi guhertinên bêbingeh, qanûn bi giştî bêne guhertin. Bila baş bê zanîn ku zarokên kurdan gelekî zor û zahmetiyên dewletê dîtine û ji ber vê yekê jî bertekên bi vî rengê nîşan didin. Heta zext û zordarî ser malbata zarokên kurd hebin, kevir avêtina zarokan jî mafek rewa ye.”
Soylemez, diyar kir ku zarok tu carî nabin terorîst û wiha axivî: “Tişt bê sedem naqewimin. Ger malbatên van zarokan bi darê zorê ji cihên wan hatibin derxistin û neçarî goçberiya metrepolan hatibin, ev yek asayî ye. Lazim e beriya her tiştî bingeha sûc ji holê bê rakirin.” Söylemez bang li hemû zarokan kir û xwest zarok tevli şahiya zarokan a li Parka Aştiyê ya li taxa Guneşê bibin. Söylemez got ku şahî di saet 13:00’an de dest pê dike.
Rêveberên ÎHD'ê piştî daxuyaniyê, 20 qoliyên tijî pirtûk bi riya postexaneyê ji zarokên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Pozantiyê ya Edeneyê re şandin. MÊRSÎN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment