Saturday, November 21, 2009

'PKK hêza xwe ji gel digire'



21/11/2009

Çîmen KAPLAN
Serbaz SIYAMEND DIHOK (DÎHA)
Endamê KNK’ê û Hîndekarê Zaningeha Dihokê Kamuran Berwarî diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê li ser baweriya gelê xwe hatiye avakirin û wiha got: "PKK niha bûye hêviya gelê kurd ê li bakur û rojhilatê Kurdistanê. Gel xwedî li vê tevgerê derdikeve û tevger jî hêza xwe ji gel digire."
Endamê KNK’ê û Hîndekarê Zaningeha Dihokê Kamuran Berwarî têkildarî derketina PKK'ê û rewşa siyasî ya niha û siyaseta tê meşandin pirsên me bersivandin. Berwarî diyar kir ku 32 sal berî niha ji bo lêgerîn û xwestina mafên gelê kurd PKK derketiye holê û wiha axivî: "Dema em bizivirin ser şert û mercên PKK di nav de hatiye avakirin 32 sal berî niha 27’ê mijdara 1978’an em dibînin ku Kurdistanê bi giştî rewşek tirs û xof heye. Li bakurê Kurdistanê bêdengiyek mezin hebû. Şoreşên kurd bi dawî bibûn. Partiyên kurd ber bi hilweşandinekê ve diçûn. Kurd li Rojhilat û Bakur di nav rewşa hebûn û nebûnê de bûn. Di 1975'an tevgera azadî xwaz a Başûr jî di encama komployek navneteweyî de bê hêz bû. Di rewşeke wiha de ev partî derket ser dika dîrokê. Ji gelê kurd re bû hêviyek. Bi taybetî ji bo Bakur û Rojhilat bû hêviyek mezin. Ji ber partiyên berê û têkçûnan gelê kurd bê hêvî bûbû. Lê PKK'ê bi hizir, raman û îdeolojiya xwe di demek kin de diyar kir ku dê tevgerek cuda be. PKK tenê li ser aliyek jiyanê ranewestiya ye û hemû aliyên jiyanê bi hev re hildane dest."

Di hemû qadan de xebat
Têkildarî mijarê Berwarî da zanîn ku ku tevgerê aliyê siyasî, aborî, çandî, felsefî, îdeolojî û leşkerî bi hev re hildane dest û wiha domand: "Di hemû qadên jiyanê de xebat meşandine. Tu qad vala nehiştine. Yekem car zanist li Kurdistanê ji hêla tevgerekê ve bi vî awayî hate bikaranîn. Partiyên siyasî tenê siyasetê dikin û zanistê û qadên din re eleqedar nabin. PKK'ê kar û xebatên xwe bi awayek zanistî meşandin û ji ber vê yekê karî hişyariya neteweyî pêk bîne. Bi vê îdeolojiya xwe karên mezin kirin. PKK mêjve li Başûr heye û di salên 82-83'yan de weşanên wê digihiştin Başûr û gel dixwendin. Ramanek gelek baş li Bakûr çêbûye. Di warê neteweyî, niştimanperwerî, şoreşgerî û têkoşerî de felsefeyek azad heye. Bi taybetî kesên xewdî felsefeya Rêber Apo azad in û ev felsefeya ji nûve afirandina kesê kurd e. Şêwaz û şiklê nivîsandina wêjiya wir ji ba Başûr cudatir bû. Li Başûr tenê bêhna siyasetê ji pirtûkan tê."

‘Pergaleke siyasî û exlaqî ye’
Berwarî bi bîr xist ku kesayetiya mirovê kurd di tevahiya dîrokê de hatiye têk birin û wiha domand: "Li başûrê Kurdistanê jî ev keseyatî hatiye têk birin. Di bin kesayetiya ereb, fars û tirkan de perçiqî ye. Bandorek mezin a Rêber Apo li ser kesayet, siyaset û rewşenbîriya kurd heye. Hebûna gelek partiyan li Başûrê Kurdistanê bandor li ser gel nekir. Ji ber ku niha hejmara partiya derketiye nêzîk 70'yan. Rerwşa Kurdistanê nehat guherandin. Lê me dît ku li Başûr siyaset bi şêwazek zanistî nayê kirin. Ji ber vê yekê şoreşa me gelek dirêj bûye. Pişti 45-47'ê ve hizba Rizgari, Hiwa û Şoreş û hizbên din dirust bûn. Hebûna PKK li vê derê ne wekî tu hizban e. Hebûna PKK'ê li Başûr wekî sistemekî siyasî, fikrî, exlaqî û civakî ye. Divê ev sîstem derkeve ser rûyê erdê. PKK hewil dide pergalek ava bike, ne siyaseta partiyekê bike. Ev pergala kurdayetiyê ye."

'PKK nûneriya kurdan dike'
Li ser mijarê Berwarî daxuyand ku niha li Herêma Federal a Kurdistanê valahiyek mezin heye û wiha pêde çû: "Ev valahiya fikrî û felsefî ye. Me di warê avakirina kesayeta kurd de tiştek nekiriye. Ji sala 61'an heta niha me di warê rewşenbîrî, siyasî, aborî, fikrî û şorejî de şoreşek bikira niha rewş cuda bû. Mixatin me heta niha ev alî piştguh kirin. Em her tişt qurbanî şoreja çekdarî kir. Niha PKK'ê giranahiyek li ser siyaseta Rojhilata Navîn û navneteweyî jî heye. Li Rojhilata Navîn jî valahiyek heye. Niha hêzên girêdayî hêza Rojavayî hene û li gorî wan tevdigerin. Heta niha PKK neket destê tu kesî. PKK bi hêz û îradeya gelê xwe li ser piyan dimîne û hêza xwe ji gel digire. Ji ber vê di serî de Amerîka gelek dewlet li dijî berjewendiyên xwe dibînin. PKK dixwaze ligel van dewletan peywendî dane. Ji ber ku PKK nûnertiya kurdan bi giştî dike. PKK li çar perçeyên Kurdistanê heye. Ji ber vê divê Amerîka rêzê ji biryarên PKK'ê re bigire." Herî dawî Berwarî xwest ku kurd nakokiyên di navbera xwe de rakin."

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment