| 21/11/2009 |
| |
| 'Li pey xapandinê ne' Karayilan plana dewleta tirk ya ji bo tasfiyekirina Mexmûr û Wargehên Penaberan ên din jî, wiha anî ziman: "Dixwazin hinekan bi riya pereyan, hinekan bi revandinê, hinekan bi şerê psîkolojîk û îstixbaratî, Wargeha Penaberan tesfiye bikin. AKP dibêje eger Mexmûr tesfiye bibe wê PKK zirareke mezin bibîne û nîvê wê tesfiye bibe." Karayilan bi bîr xist ku dilsoziya gelê Mexmûrê bi Tevgera Azadiyê re û welatparêziya wê, îspat bûye û dewleta tirk jî dê nikaribe bi rêbazên îro, encamekê bi dest bixe'. Karayilan bal kişand ser helwesta penaberên Mexmûrê û got: "Li Mexmûrê, mirovên bi rûmet ên li hemberî zextên çeteyan, cerdevanan û êrîşan, serê xwe netewandine hene. Mirovên bi rûmet bi 3-4 qurûşan nayên xapandin." ‘Gelê Mexmûrê bi rûmet e’ Karayilan anî ziman ku di dema şer de, şertên vegera penaberên Mexmûrê nîne û wiha dewam kir: "Ev mirov ji ber çi ji cihên xwe veqetiyan û ji bo çi dê vegerin? Ji ber zextên dewletê û şer ji cihên xwe veqetiyan. Ma niha şer rawestiyaye? Na. Îhtimala şer heye?. Erê heye. Cerdevan hene? Erê. Wê zext hebin? Erê. Di rewşeke wisa de, ev gel ji ber çi wê biçe? Jixwe şaşiya rêveberên AKP'ê jî ev e ku, bêamadekarî dixwazin hin tiştan bikin." Murat Karayilan diyar kir ku her çiqaş beşeke JÎTEM'ê hatiye deşîfrekirin jî, lê belê hê hebûna hêz û rêxistinên karibin qasî JÎTEM'ê zirarê bidin gel, dewam dike û wiha got: "Wekî mînak, Hazim Babat, serokê çeteyekê ye û çeteya wî û çeteyên dewletê di nava hevkariyê de ne. Ev kes serkêşê tevna kuştin û karên qirêj ên herêmê ye. Heta ev kes li Qilabanê be, hûn nikarin ti kesî bibin wir. Dema gundiyek biçe vê herêmê, wê bikeve nav lepên çete û komên şerê qirêj. Tu mirovê me tiştek wiha qebûl nake. Ew mirovên bi rûmet in. Ji bo ew vegerin, beriya hertiştî divê şer bi dawî bibe. Heta şer dawî nebe, wê çawa vegerin? Ka bila eleqeder bibin, wê karibin çend kesan vegerînin?" Hêviya ji revokan... Karayilan bi bîr xist ku AKP hewl dide bi birina kesên ji Tevgera Azadiyê reviyane, raya giştî bixapîne û got wê ev hewldanên AKP'ê jî negihîjin armanca xwe. Karayilan wiha dewam kir:"AKP niha dibêje, eger kesên reviyane bi awayekî girseyî bibe, wê karibe resmekî tesfiyebûna PKK'ê biafirîne. Tiştek wisa, wê bibe hewldana xapandina raya giştî. Wekî din, kesên bi vî rengî biçin, li wir wê nikaribin derkevin pêşberî gel. Divê berê ewlekariya herkesê bibin misoger bikin. Ji ber ku gelê me, gelê biryara azadiyê daye ye û wê bi ti awayekî îxanetê qebûl neke'. AKP ji Başûr çi dixwaze? Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan got AKP dixwaze rêveberiya Başûr jî, bike parçeyeke siyaseta jihevxistinê, ya bi navê hewldana çareseriyê dimeşîne. Karayilan anî ziman ku Tirkiyê bi vê armancê li Başûrê Kurdistanê seferetxane vedike û dixwaze rêveberiya Başûr bikeve yêdeka xwe û wiha dewam kir:"Dixwaze vê peyamê bide kurdên Başûr. Dev ji Kerkukê berdin li hemberî Amedê bi min re bibin yek, di rewşeke wiha de jî ez ê we nas bikim. Bi vê yekê jî, rêveberiya Başûr jî bike parçeyê siyaseta tesfiyekirinê û xeta xwe ya tesfiyeyê li hemû deveran serdest bike". Karayilan diyar kir ku şansê serketina vê plana dewleta tirk nî e û got: 'Êdî wekî berê derfet nîne, kurdan li hemberî hev bikarbîne. Dema wê derbas bûye. Divê kurd jî, êdî wekî netew berjewendiyên hevpar û pêşxistina wan esas bigirin". Banga ji bo Başûr Karayilan bal kişand ser têkiliyên AKP'ê yên bi hin komên başûrê Kurdistanê û axaftinên rayedarên Başûrî yên hêvî didin plana tesfiyeyê û wiha got: "Divê em bi baldar bişopînin. Hesabên hukumeta Başûr ya li ser Mexmûrê yên zelal nebûne, wê hêdî hêdî zelal bibin. Di rojên pêş de emê bibînin, ka hukumeta Başûr, di plana tesfiyeyê de rolekê çawa girtiye. Eger cih nagire jî, divê derkeve bibêje ku wê ti rol negirtiye. Lê mirov dikare vê bibêje, êdî gelê kurd gihiştiye zanîna demokratîk ya neteweyî. Li gorî me, wê ji niha û pê ve, ew alî zêdetir derkeve pêş". 'Têkoşîn dê bidomîne' Murat Karayilan ji dewleta tirk xwest ku dev ji helwesta xwe xapandinê ya wekî 'li her deverê PKK'ê tecrît dike' jî berde. Karayilan girîngiya mutefîkên stratejîk ên PKK'ê anî ziman û got: "Mutefîkê stratejîk ê yekemîn, cografya Kurdistanê û dûyemîn jî gelê kurd e. Dewleta tirk çi bike jî, nikare van mutefîkên stratejîk ji destê me bigire". Karayilan bi bîr xist ku pirsgirêk ne Qendîl û ne Mexmûre û wiha dewam kir: "Ev tevger ne tenê li Qendîlê, li hemû deverên Bakur jî û yê li Başûr jî heye. Qendîl jî û Mexmûr jî tinebe, wê têkoşîna PKK'ê bi domîne". Serdestiya şerxwazan Karayilan şerê di navbera hukumet, artêş û dadgeriyê de, yê piştî guhdarîkirina têlefonan ji nû ve hate rojevê jî, nirxand. Karayilan got ku, ev şerê ji nû ve rengdayina dewletê zêdetir, şerê berjewendiyê yên hêzên di nava dewletê de ye. Karayilan serbestberdana albay Dursun Çîçek yê plana têkoşîna çalakiyên li dijî îrtîcayê jî, wekî encama vê şerî bi nav kir. Karayilan anî ziman ku li tirkiyê herkes dixwaze sîstema xwe ava bike û ev jî wekî şerê desthilatdariyê didomîne û got: "Dîsa jî, têkoşîna li hemberî statukoparêzer, dikare ji bo pêşxistina pêvajoya demokratîk-kirinê bibe, bingeh". BEHDÎNAN (ANF) |
Saturday, November 21, 2009
‘Veger girêdayî aştiyê ye’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment