Saturday, November 21, 2009

Civînên Komên Aştiyê didomin



21/11/2009

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku bi gel re tên cem hev, serdanên xwe yên li Wanê berdewam kirin. Kom li 5 taxan bi gel re hatin cem hev û peyama girîngiya rêxistinbûna gel dan. Heyeta ji Îtaliyayê hatî ku ji nûnerên saziyên civakî pêk tê bi Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê hatîn re, hevdîtin pêk anîn.
Hevdîtinên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên li Wanê berdewam kir. Endamên komê Gulbahar Çîçekçî, Hamiyet Dînçer, Nurettîn Turgut û Nizar Buldan herî dawî li taxên Koyîçî, Suphan, Yunîplîk, Xaçort û Erekê bi gel re hatin cem hev. Di hevdîtinên gel de Hamiyet Dînçer balikşand ser têkoşîna gelê kurd û anî ziman ku lehengên gelê kurd ên heta niha bi şer li berxwe dayîn niha ji bo aştiyê hewil didin. Dînçer diyar kir ku bedelên mezin dane û wiha got: "Em jî êdî aştiyê dixwazin. Ji bo vêa em bang li Tirkiyeyê dikin ku Birêz Abdullah Ocalan û tevgera kurd wekî muhatab bigire."
Endamên komê Nurettîn Turgut jî li ser rewşa Wargeha Mexmûrê agahî dan û diyar kir ku Mexmûr ji Tirkiyeyê gelek azadtir e. Turgut got ku heta pirsgirêk çareser nebe, mexmûrî venagerin.
Komên aştiyê her w wiha Buroya Çapemeniyê ya Firatê, Merkûr TV û Partiya Saadetê û gelek saziyên din ziyaret kirin. Komê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî li meqama wî ziyaret kir.
Heyeta ji nûnerên saziyên civakî û rewşenbîran pêk tê ya Îtalyayê, bi endamên komên aştiyê Mehmet Şerîf Gençdal, Lutfu Taş, Ayşe Kara, Endama Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Aygul Bîdav bi re hate cem hev. Endamên komê her wiha bi heyeteke îtalî re jî hevdîtinek pêk anî û nêrînên xwe bi wan re parve kirin. .WAN - AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment