Sunday, November 22, 2009

Ji bo zarokan meşiyan



22/11/2009

Li Stenbolê ji bo 342 zarokên ku di nava 20 salên dawî de ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin meşeke bêdeng hate lidarxistin. Kesên ku bi bazinên sor xistine destên xwe diyar kirin ku 342 zarok ji bo ku îfadekirina zarokên hatine qetilkirin sembol e û xwestin kujerên hemû zarokên hatine qetilkirin bên dîtin.
Komeke qerebalix ji bo 342 zarokên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin li ber Qada Tunelê hatin ba hev. Li vir huermend Şevval Sam û koroya zarokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê stran gotin. Komê piştre li cadela Îstîklalê meşeke bêdeng li dar xist. Parlamentera DTP’ê Sebahat Tuncel, prof. dr. Buşra Eraslanli, parazvanên mafên mirovan Şanar Yurdatapan, hunermend Ayça Şen û Şevval Sam jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn. Kesên ku beşdarî meşê bûn bazinên sor xistin destên xwe û onlukên ku navên zarokên hatine qetilkirin li xwe kirin.
Meş heta Lîseya Galatasarayê berdewam kir û li vir Dayikên Şemiyê jî bi dirûşmên “şehîd namirin” piştgirî da komê.
Li ber Lîseya Galatasarayê hunermend Ayça Şen, Mensur Zîrek bi tirkî û bi kurdî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de navên zarokên ku di navbera salên 1989 -2009’an de hatine qetilkirin hatin xwendin.
Ev zarok tenê sembol in
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Reqema 342 tenê ji bo zarokên ku di encama şîdetê de hatine qetilkirin sembolek e. Daxwaza me ji bo hemû zarokên ku di şer de hatine kuştin e. Navên wan û hejmara wan tune ye. Hejmara zarokên birîndar ji wan zêdetir in. Der barê kesên ku şîdetê bi kar tînin de doz jî nayê vekirin. Dema ku tê vekirin jî ya beraet dikin an jî kêm ceza digirin. Êdî bes e. Ev zilm û şîdeta ku 20 salên dawî ye canê ligel bi deh hezaran mirovên me canê zarokên me jî stendiye bila bi dawî bibe. Hêzên dewletê bila ji darazê neyên parastin. Bila sererastikirinên qanûnî bên kirin. Heta ku daxwazên me bi cih bê û ev şerê qirêj ku dibe sedema mirin û seqetmayîna zarokan bi dawî bibe em ê bazinên sor bixin destên xwe. Çavên 342 zarokan li ser van bazinan e.”
Çalakiyên ji bo zarokan dê li Amed û bajarên din de jî bêne lidarxistin. STENBOL (DÎHA)

No comments:

Post a Comment