Sunday, November 22, 2009

Tecrîd û sansûr bi hev re...



22/11/2009

Xwediyê Weşanên Aramê Bedrî Adanir, der barê operasyona li hemberî pirtûkên ku ji parêznameya DMME'yê ya Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan pêk tên daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê. Adanir, diyar kir ku ji bo mafê weşanê wan 5 meh berê serî li Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Amedê ya Giredayî Midûriyeta Giştî ya Mafê Telîf û Sînemayê ye, dan. Adanir, destnîşan kir ku zêdeyî 5 mehan e serî lê dane lê tu bersiv negirtine. Adanir, destnîşan kir ku diviyabû herî dereng di nava 10 rojan de bersiv bidana, lê bersiv nedane û bandrol nedane wan.


Pirtûk hatin desteserkirin
Adanir, bertek nîşanî komkirina pirtûkên ji parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê da û wiha got: "Hat xuyaakirin ku Hikûmeta AKP'ê wekî bêsamîmiyeta li hemberî pirsgirêka kurd li hemberî gavên demokrasiyê jî nesamîmî ye. Me parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir pirtûk û me gihand xwendevanên ku bi hêviyeke mezin li bendê ne. Lê mixabin 8 hezar û 500 cîld hatin desteserkirin. " Adanir, da zanîn ku hîn pirtûk di karkoyê û postayê de bûn li Mêrsîn, Edene, Wan, Îzmîr û Qoserê bêyî biryara komkirinê hatin desteserkirin. Adanir bi bîr xist ku li Îzmîrê hezar, li Edeneyê 2 hezar, li Mêrsînê hezar, li Wanê 2 hezar û 500, li Mêrdînê 2 hezar bi tevahî 8 hezar û 500 pirtûk hatine bi awayekî nehiqûqî hatine desteserkirin. Adanir, operasyona li ser komkirina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku ev li dijî demokrasî û hiqûqê ye.

‘Biryar keyfî û cudakar e’
Endamê Komîteya Azadiya Weşangeriyê ya Navneteweyî Ragip Zarakolu: Vê pêkanînê fikarên me yên ji bo ferzkirina bandrolan piştrast kirin. Nêrîna me ya Yekitiya Weşangeran a Navneteweyî ya der barê ferzkirina bandrolan a ji aliyê Wezareta Çandê ve, ew e ku dê deriyê sansûrê bêvekirin. Wezaratê bi hinceta ku rê li ber weşangeriya korsan bigire bandrol ferz kirin. Me jî gotibû ev yek rê li ber weşangeriya korsan nagire, dê xizmetê sansûrê bike. Bi nedayîna bandrolê ya ji bo pirtûkên Ocalan ev nêrîna me piştrast kir.


Wezaret bi kîjan hincetê bandrolê nade pirtûkên Ocalan? Heke peyman bi weşanxaneyekê re hebe û her tişt li gorî pîvanên weşangerî û qanûnê pêk hatibe, çima tê astengkirin? Guman ji bo nîn e ku ev helwesteke siyasî ye û sansûr e. Her wiha nedayîna bandrolan di heman demê de cudakariye ye. Em vê helwestê şermezar dikin.
Li dewsa ferzkirina bandrolan wekî amûrê sansûrê bê bikaranîn divê wezaret rê li ber weşangeriya korsan bigire. Armanca esasî ya ferzkirina bandrolan bi vê helwestê aşkera bû.


Ji bo rewşa pirtûkên Ocalan noqeteyeke din a girîng heye. Pirtûkên Ocalan ji parêznameyên wî pêk tên. Belgeyên hiqûqî ne. Astengkirina belgeyên hiqûqî, mijara vê sansûrê ne. Em wekî Yekitiya Weşangeriyê ya Navneteweyî nedayîna bandrolan a ji bo pirtûkên Ocalan wekî pêkanîneke keyfî û cudakar navdikin û ev yek sansûr e.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment