'Mehmed di gorê de ye, lê kujer li kune?'
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di çarçoveya çalakiya daxwaza darizandina faîlan û dîtina windayan de 42'emîn çalakiya rûniştinê pêk anî. ÎHD'ê vê hefteyê Kudusî Adiguzel û Mîrza Ateş ê di sala 1994'an de li Pasûrê revandin û piştî 70 rojan di bin çavan de ma bi bîr anîn.
Şaxa ÎHD'ê di çarçoveya çalakiya "Bila kujer bêne darizandin û winda bêne dîtin" de li gel endam û nûnerên saziyên sivîl û malbatên windayan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê 42'emîn çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiya rûniştinê de Endam û rêveberên Egîtîm Sen, Dîyar TUHAT-DER, Înisyatifa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, Koma Heyeta Îtalî û parazvanên mafên mirovan amade bûn.
Di çalakiya rûniştinê de ji ber 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokên Cîhanê wêneyên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Mehmet Uytun û wêneyên windayan hatin bilindkirin. Di çalakiyê de dowîzên "Bila zarok neyên kuştin", "Wan nekujin ew pêşeroja me ne" "Mehmet di gorê de ye, lê kujer li kune?" hatin vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu, diyar kir ku ji ber dewletê kujerê Ugur Kaymaz cezanekirine, dewletê nêzîkatiya xwe ya li hemberî zarokên kurd aşkere kiriye. Zorooglu, destîşan kir ku dewletê bi dehan zarokên kurd kuştine û wiha got: "Karê dewletê yê yekem divê berî her tiştî hemû kujeran bibîne û darizîne."
Piştre Rêveberê ÎHD'ê Racî Bîlîcî jî çîroka Kudusî Adiguzel û Mîrza Ateş ê di sala 1994'an de li Pasûrê revandin û piştî 70 rojan di bin çavan de ma hatin kuştin xwend. Piştre çalakiyê bi 5 deqeyan bi rûniştinê dom kir.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment