Saturday, November 21, 2009

‘Proje ji dewletê îmze ji AKP’ê’


21/11/2009

Ocalan got ku di navbera AKP, CHP û MHP’ê de wezîfe hatiye parvekirin û got: Hewldan ne ya AKP’ê ya dewletê ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina ku bi parêzerên xwe re pêk anî de diyar kir ku di navbera AKP, CHP û MHP’ê de wezîfe hatiye parvekirin û AKP wezîfa ku dewletê dawiyê, bi cih tîne. Ocalan got, tiştê ku AKP dike tenê morkirina siyaseta dewletê ye.
Ocalan wiha dewam kir: “Ya ku ‘hewldanê’ dike dewlet bi xwe ye, AKP jî mohra xwe datîne ser. Ji bo hemleyên mîna TRT-6 jî hin hêzên di nava dewletê de biryar da, AKP’ê jî biryar bi cih anî. Wezîfa dikeve ser milê AKP’ê pêkanîna biryarên dewletê ye. AKP çivan dide xwe, cidî nêzî mijarê nabe. Ew li Kurdistanê holdîngan diafirîne û bi riya van şirketên mezin dixwaze kurdan bi xwe ve girê bide. Ew bi riya CHP û MHP’ê mirinê nîşanî kurdan dide ji bo ku bi taya mirinê razî bibin. Zêhniyeteke wisa nikare were qebûlkirin. Eger aştî çêbe divê aştiyeke bi rûmet û jidil be.” Ocalan, got, lîderên CHP û MHP’ê ne kesên ji rêzê ne û nêrînên xwe yên der barê wan de vê hefteyê jî wiha domandin:

‘JÎTEM CHP’ê li pey xwe dibe’
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku JÎTEM CHP’ê li pey xwe dibe û pêşniyara Baykal a rasernasnemeya tirkbûnê jî weke rûpoş nirxand.
Ocalan wiha got: “Ev zêhniyeta tirkîtiyê ji sala 1906’an ve xwe bi vî awayî dijîne. Ev derdor siyasetên ingilîzan dimeşînin. Tirkîtî ji bo wan dibe rûpoşek. Dibêjin, ‘tirkîtî rasernasnameyek e û di bin wê de jî wê jêrnasname hebin.’ Ev zêhniyeteke ucûbe ye. Ez ji bo ravekirina vê rasernasnameya tirkîtiyê dibêjim qula reş. Qula Reş weke cinawirekî bêdawî ye û her tiştî dadiqurtîne. Ew ne tenê nasnameyên din, di serî de nasnameye tirk jî dadiqurtîne.”

‘Rasernasname nayê qebûlkirin’
Rêberê Gelê Kurd Ocalan beramberî vê yekê jî têgeha xwe ya nasnameyî wiha şîrove kir: “Di têgeha min a nasnameyî de rasernasname tune. Ya ez behs dikim, teoriya çemberên di nav hev de ye. Ketina nav hev a hemû nasnameyan, pergaleke pêşvebirina nasnameyan e. Nasname li tenişta hev bêyî ku serdestiyê li hev bikin, di nava azadî û aştiyê de bi yeksanî dijîn. Ne tirkîtî, ne kurdîtî ne jî nasnameyeke din li ser yeke din be. Divê her yek ji wan karibe xwe biparêze, xwe bi pêş ve bibe û her wiha yên din jî bi pêş ve dibe.”

‘Divê Dêrsimî defetê nedin kujeran’
Ocalan, der barê gotinên Onur Oymenê CHP’î yên tevkujiyan rewa nîşan dide jî ev bang li Dêrsimiyan kir: “Daxuyaniyên Oymen ên der barê Dêrsimê de li holê ne. Ev pergala ku pê bav û kalên wan hatin qetilkirin, dîsa ew bi xwe li ser lingan radigirin. Ew kujerên xwe bi destê xwe dijînin. Dîsa Dêrsimî ne yên ku zêhniyeta CHP’ê li ser lingan digirin. Heta ku hûn kujerên xwe nas nekin, û wan baş analîz nekin û dîroka xwe nas nekin hûn nikarin vê zîhniyetê jî baş têbigihin. Dêrsimî û bi giştî gelê me, destekê nedin kujerên xwe, divê zêhniyeta CHP’ê li ser lingan negirin.”
Ocalan bûyera kuştina lîderê pêşî yê Partiya Komunîst ê Tirkiyeyê Mustafa Suphî weke nimûne nîşan da û got: “Kê Suphî ji holê rakir? Heta ev neyê zanîn li Tirkiyeyê ne mimkûn e têkoşîna sosyalîzmê û a çepîtiyê jî were meşandin.”

‘Hêza Ergenekonê bi me nîn e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê hefteyê jî bersiv da daxuyaniyên ku navê wî li gel rêxistina Ergenekonê bilêv dikin. “Erê hem berê li derve hem jî di pêvajoya jêpirsînê de li vir bi min re axivîn. Lê belê nekarîn tesîrê li me bikin. Nekarîn me ji hev bixin. Û niha jî ew nikarin vê yekê bikin.”
Ocalan behsa bûyera hevalê xwe yê zaroktiyê Hasan Bindal jî kir û got; deh pazdeh cînayetên wisa hene. Ji bilî wan cînayetan jî bi ser min de hatin û li hemberî min sûîqest li dar xistin.

‘AKP li gor xwe bi kar tîne’
Ocalan diyar kir ku AKP 7 sal in gotin û projeyên wî digire û hewl dide pêwistiyên wê bi cih bîne. Ocalan anî ziman ku AKP’, dixwaze PKK’ê, bi PKK’ê tesfiye bike û wiha got: “Stratejiya Davutoglu li Rojhilata Navîn dimeşîne jî, ji ya min e. Jixwe AKP 7 sal in tiştên li vir dibêjim, hewl dide li gorî xwe pêk tîne. Hewl dide PKK’ê, bi PKK’ê tasfiye bike. Bi bikaranîna fikrên min, li Rojhilata Navîn dîplomasiya xwe pêş dixe. Tasfiyekirina PKK’ê jî, kiriye armanca bingehîn. Lê nikarin bi ser bikevin. Xwediyên esasî yên projeyên hene. Dema xwediyên esasî hebin, projeyên teqlîdî dê bi ser nekevin. Dewlet dibêje dê min û PKK’ê muxatab negire. Jixwe ez bi serê xwe, PKK û DTP bi serê xwe ne muxatab in. Ew hemî li gorî dema xwe, muxatab in.”

‘Bi rêbazên biçûk çareserî nabe’
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku Tirkiye bi girtina piştgiriya Başûr nikare PKK’ê tasfiye bike û got: “Divê Tirkiye vê baş bizanibe. Bi bikaranîna kesên ji PKK’ê veqetiyane, Barzanî û Talabanî nikare û tengkirina derdora me, pirsgirêkê çareser bike û PKK’ê tasfiye bike. Ev pirsgirêk bi rêbazên wiha biçûk çareser nabe”.
Ocalan ji Meclîsa Aştiyê xwest ku van polîtîkayan deşîfre bike, rêxistina xwe pêş bixe û li her bajêr û herêmê komîteyên aştiyê ava bike. Ocalan ji Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk ên çûn Tirkiyeyê jî xwest ku di xebatên Meclîsa Aştiyê de cih bigirin.

Komkujiyên cerdevanan
Ocalan girîngiya aştiya hundirîn anî ziman û got: ‘Divê berê em aştiya navxweyî pêk bînin. Komîteyên aştiyê dikarin roleke wiha bilîzin. Ocalan bal kişand ser komkujî û kuştinên kiryarên wan nediyar ên li Kurdistanê jî û wiha got: “Wek komkujiya Zanqirtê bi dehan komkujî dikarin pêk bên. Divê mirov pêşiya xwe bibîne. Li Mûşê karsazek hate kuştin. Li Rihayê jî, hin kes hatin kuştin. Min di rojnameyan de xwend. Min plana 20 cînayetan dît. Ew hemû ne tesaduf in. Ev hemû planên li dijî aştiya civakî ne. Li hemberî aştiya civakî, hewldana kûrtirkirina şerê hundirîn e. Divê Meclîsa Aştiyê bi van pirsgirêkan re eleqedar bibe û xwe bigihîne van derdoran û bi wan re hevdîtinan pêk bîne. “

Çanda kevneperest
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotina, ‘çanda destavêtinê ya pênc hezar salî bi bîr xist’. Ocalan got, ji bo ku jinek bibe şervaneke baş a azadiya jinê divê çanda destavêtinê ya ku pênc hezar sal in desthilatdar e, baş nas bike û wiha dewam kir: “Diyalektîka kole-efendî ya Hegel behsa wê dike, min jî weke diyalektîka jin-mêrê zordest ê desthilatdar anîbû ziman. Min gotibû heta dibe devjêberdin, bêsînor evîn. Dev jê berdin? Ev dev ji çanda desthilatdar a pênc hezar salî berdan e. Divê jin ji vê qirêja pênc hezar salî xilas bibin. Heta jin azad nebin, civak azad nabe.”

Îdamên li Îranê
Der barê mijara darvekirina girtiyên kurd li Îranê de got: “Ez ji bo bîranîna wan gelekî mezin difikirim. Ew ê cihê bi heybet ê heqê wan e, di dîrokê de bigirin”. Ocalan xwest gelê rojhilatê Kurdistanê jî rêxistinbûyîna xwe xurt bike.

Dema navbera 1921-1923’an
Di dawiya hevdîtinê de Ocalan bersiv da nameyên ji girtîgehan jê re hatine şandin. Ocalan weke bersiva nameyeke der barê pirsgirêka Mûsil-Kerkûkê de wiha peyivî: “Divê dema di navbera 1921 û 25’an de baş were fêmkirin. Dema di navbera 1921 û 1923’an de ji bo kurdan hêja ye bibe roman. Hevalên di girtîgehan de dikarin vê demê bikin mijara romanê. Ji girtîgehên Semsûr, Bakirkoy, Mûş, Ordu û Trabzonê name hatine şandin. Ez tevahiya hevalên xwe yên di girtîgehan de silav dikim.”

‘Tecrît girantir kirin’
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya hefteyî de bal kişand ser rêbazên cûda yên meşandina tecrîta li Îmraliyê. Ocalan destnîşan kir ku tiştê li Îmralî hatiye kirin di bin navê başkirinê de girankirina tecrîtê ye.
Rêberê Koma Civakê Kurdistanê (KCK) Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û guhertinên dawî yên li Îmraliyê nirxandin. Ocalan bi bîr xist ku hikûmet guhertinê wekî başiyekê nîşan dide, lê belê guhertin girankirina tecrîtê ye û wiha got: “Vir li gorî yê berê xerabtir e. Hewl didin vê wekî başiyekê nîşan bidin. Lê belê rewşa nû girankirina tecrîtê ye. Li vir derdora min teng, şertên min giran kirine û bi vê yekê jî dixwazin min teslîm bigirin. Belê, şert û îzole ji yên berê girantir in. Li vir nikarim rehet nefesê bigirim. Heta qirika xwe tijî bûme. Odeya tê de me, 6 metrekare ye, yanî nîvê ya berê ye. Tav ji pencereyê tam li rûyê min dide. Ji bo rehet hewa bigirim nêzî pencereyê dibim. Lê belê vê carê jî tav dişewitîne. Ji bo karibim rehet hewa bigirim neçarim wir bisekinim. Pencereya berê, ji aliyê dîtina berê û rehet hewaya girtinê baştir bû. Pencereya niha li jor dinêre, nikarim derve bibînim. Yanî şertên niha, ji yên berê xerabtir in û baş nebû.”
Ocalan anî ziman ku wî hê girtiyên nû yên li Îmraliyê nedîtine û rayedaran gotine wê heta mehekê karibe wan bibîne.

‘Armanc xapandin e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku armanca hikûmetê xapandina raya giştî ya hundir û kêmkirina zextên raya giştî ya derve û CPT’ê ye û got: “Bila guhertina dawî, wiha were danîn. Ev ne başkirina şertan, berovajî xerabtirkirin e”.
Ocalan der barê lêpirsîna nû ya li dijî wî de jî wiha got: “Min parêznameyeke 8 rûpelî da. Îdia dikin ku min li vir biryara şer daye. Ez tespîtên sosyolojîk dikim. Dibêjim eger pirsgirêk çareser nabe, wê xwe biparêzin û çareseriya xwe, bi xwe derxin holê. Ez tenê wekî riya çareseriyê dibêjim, ne ku dibêjim îleh wê şer biqewime. Riyên din ên ji bo çareseriyê jî mimkûn in. Ez ji vir fermanê nadim. Jixwe şertên wê jî nîn in û min fermana şer jî nedaye. Bila meclîs ji bo çareseriyê gavekê biavêje. Werin em aştiyê nehêlin heta biharê. Em bi awayekî cidî bixebitin û ne bi şer, bi aştiyê bikevin biharê. Eger cidî nêz bibin, wê pirsgirêk karibe di nava 3 mehan de çareser bibe”.

3 qonaxên çareseriyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya 3 qonaxî ya difikire jî wiha anî ziman: “Qonaxa yekemîn, li Meclîsê Komîsyoneke Lêkolînê were avakirin. Ev komîsyon dikare were min jî guhdarî bike. Piştre jî, meclîs der barê çareseriya pirsgirêkê de biryarekê bigire. Eger biryareke wiha bigire, wê dor were qonaxa duyemîn. Di qonaxa duyemîn de, wê hêzên çekdar derkevin derveyî sînor. Bi vî rengî wê bi temamî pêvajoya bêşerî dest pê bike. Piştre jî, dor were qonaxa sêyemîn. Di qonaxa sêyemîn de, wê guhertinên Destûra Bingehîn û Qanûnî bên kirin. Bi vê yekê jî vegera welêt dest pê bike. Pêşniyar û dîtinên ji bilî van, ne dîtin û çareseriya me ye. Xebata 160 rûpelî ya min amade kir, ne tenê nexşeya rê, xebata çareseriya ku em difikirinê ye”.

Sîstema KCK’ê
Ocalan xwest ku sîstema rêxistinî ya KCK’ê were qebûlkirin û wiha dewam kir: “Divê 4 aliyê rêxistiniya KCK’ê were qebûlkirin. Ya yekemîn, aliyê civakî. Di bingeha vê de hiqûq heye. Aliyê siyasî û dîplomatîk. Li hemû deverên kurd dijîn, karibim xebatên demokratîk, rêveberin, rêxistinî û azadiya koordînasyonê hebin. Aliyê sêyemîn, parastina rewa ye. Divê kurd karibin ewlekariya xwe bi xwe pêk bînin. Aliyê 4’emîn. aboriye. Divê rêxistiniya KCK’ê bê naskirin. Nêrîna me ya çareseriyê ev e. Çareseriyên ji bilî vê çarçoveyê, dê nikaribin çareseriyê bînin.”

‘Sîstema gelê Mexmûrê heye’
RÊBÊRÊ Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtinên xwe yên ji bo penaberên Mexmûrê jî anîn ziman û got ku, veger eger sîstema wir were qebûlkirin, mimkûn e.
Ocalan, Mexmûr wekî baskeke sîstema KCK’ê nirxand û wiha got: “Mexmûr baskeke sîstema KCK’ê ye. 3 xetên sor ên Mexmûrê hene. Yanî, meclîsên wan, rêveberiya wan û parastina rewa ya wan. Divê ev werin qebûlkirin. Mirov nikare dev ji van berde. Dikarin li ser van biaxivin, nîqaş bikin û eger were qebûlkirin, dikarin hemû bi hev re vegerin, lê belê biryara esasî yê wan e, eger bixwazin, wê vegerin. Eger şertên vegerê werin qebûlkirin û biryara vegerê were dayin, ji bo bicihbûna wan jî, pêşniyara min ev e. Bila li qontarên çiyayê Cûdiyê bajarek ava bibe û ew li wir bi cih bibin”.

STENBOL / ANF

No comments:

Post a Comment