|
Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê li ser zêdebûna lîstik, senaryo û daxuyaniyên hikumeta Tirkiyeyê ya li ser Wargeha Maxmûrê daxuyand ku pêşveçûnên pêvajoya dawî û daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay ên di bingehê sîxurtiyê de valakirina Mexmûrê wan xistiye nava fikaran.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê, li ser zêdebûna lîstik û senaryoyên li ser valakirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Nuran Sezgîn daxuyanî xwend û diyar kir ku ew pêvajoya dawî bi endîşe û fikar dişopînin û wiha axivî: "Li hember wargeha me hewldan û lîstikên valakirinê didomin. Em weke penaberên Mexmûrê vê bi endîşe û fikar dişopînin. Civînên mekanîzmaya sêalî yên li Hewlêrê, hatin û çûna rayedarên DYE, ên weke FBI yên Enqerê û daxuyaniyên Wezîr Atalay nîşana vê yekê ne. Atalay di daxuyaniya xwe de îtiraf kir ku wan ji bo valakirina Mexmûrê heyetek avakiriye û ev heyet di nava Mexmûrê de di nava hewldanê de ne. Ji xwe me ev lîstika sîxurtî deşîfre kir û belgeyên wan ên agahiyan kete destê me. Em careke din diyar dikin ku weke gelê Mexmûrê nayên van lîstikan û bi van lîstikan naxapin. Bila dewleta Tirk û mekanîzmaya sêalî dest ji van lîstikên xwe berde."
'Heta operasyon û şer bidome em nikarin vegerin Tirkiyeyê'
Seroka Meclîsa Gel Sezgîn destnîşan kir ku heta li Kurdistanê operasyon bidomin û şer berdewam be ew nikarin vegerin Tirkiyê û axaftina xwe wiha domand: "Hîn li Kurdistanê operasyonên artêşa tirk didomin û li Bakurê Kurdistanê şerekî dijwar didome. Heta şer berdewam bike, em nikarin vegerin Tirkiyê. Lewre wê ewlehiya me tune be. Xala duyem jî cerdevanî ye. Li Bakûrê Kurdistanê cerdevaniyê bûye weke mafya û çete heye. Mînakên vê yê herî hêsan Hazim Babat, Kamîl Atak û hwd. ne. Vana ketine xwîna gelê me. Ji bo em vegerin Tirkiyê divê pergala cerdevaniyê were rakirin û hesap ji van cerdevanan were pirsîn. Divê di makezagonê de guhertinên bingehîn were kirin. Bi hezaran zarokên me ji dibistana seretayî bigre heta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerde û hîndekariyê dibîne. Ji ber vê yekê zimanê kurdî perwerde di serî de di hemû qadên jiyanê de fermî kirin pêwîst e. Weke gelê Mexmûrê heta ev daxwazên me neyên qebul kirin û di vê çarçeveyê de guhertin pêkneyên em venagerin Tirkiyê. Ji bo vê jî çareseriyek mayînde û aştiyek birûmet divê. Bêyî pêkanîn û qebul kirina van taleban Dewleta Tirk nikare yek kesî jî ji Mexmûrê bibe Tirkiye. Gotin û daxuyaniyên di vê çarçeveyê de hundirê wan vala ne."
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment