Sunday, November 22, 2009

Jin ji bo azadiya xwe daketin qadan



22/11/2009

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi sedan jin di çarçoveya kampanya "Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" de meşiyan û xwestin dawî li kuştina jinê bê. Li Şirnexê jî jinan daxuyanî da û êrîşên li dijî jnê şermezar kirin.
Komek endamên DOKH'ê di çarçoveya kampanya "Em jinin ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" de li ber Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Taxa Cûdî li hev civiyan û heta Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Sîlopî meşiyan. Komê di meşê de pankartên "Ji nijadperestî, qetlîama jinê, tacîz û êrîşa li dijî jinê re êdî bes e", "Em jin in, ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye", "Jiyan bi jinê xweşik e, cewher û ruhê jiyana ronak e", "Ji operasyonan re êdî bes e" hatin vekirin û dowîzên "Ji kuştinên kevneşopiyê re bes e", "Ji hemû êrîşên dewletê re na", "Jin jiyan azadî" bilind kirin. Komê bênavber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Em jin in ne namûsa tu kesî ne", "Bijî aştî" , "Bijî Serok Apo", "Ocalan" berz kirin. Piştî kom gihişt ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Sîlopiyê, li ser navê DOKH'ê Fatma Gunduz, daxuyanî xwend. Gunduz, anî ziman ku jin bi hezar salan di bin feraset û êrîşa mêr de dijî û êdî dê vê yekê qebûl nekin. Gunduz, anî ziman ku di nava civakê de bedelê herî giran jin didin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên vala dixwaze kurdan bixapîne. Li aliyekî bahsa çareseriyê dike, li aliyê din şer û operasyonan dimeşîne. " ŞIRNEX

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment