Sibe li Meclîsa Tirkiyê, hevdîtina derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, destpê dike...
Beriya rûniştinê, Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK'ê daxuyaniyek da û got, qonaxa çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kiriye..
KCK'ê diyar kir ku têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê a gelê kurd, bi pêşengiya Ocalan dewleta Tirk mecbur hiştiye, êdî fêm bike, ew nema kare gelê Kurd înkar bike.
KCK'ê anî ziman ku, li hemberî hemû hewldanên Tevgera azadiyê, rêveberiya tirk ji bilî daxuyaniyan û gavên hewldanên tasfiyeyê, ti gavên ber biçav navêtine...
KCK'ê bi bîr xist ku li hemberî xitimîna siyaseta AKP'ê, li ser banga rêberê wan Ocalan komên aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê çûn Tirkiyê...
Lê partiyên nijadeperst MHP, CHP û paşê jî, hukûmeta AKP'ê hewld an vê pê vajoyê provoke bikin..
KCK da zanîn ku cara yekemîne di dîroka Tirkiyê de, pirsgirêka Kurd wê li Meclîsê were nîqaşkirin û got, ya ji vê girîngtir, afirandina çareseriyeke demokratîk û aştiyane ye...
No comments:
Post a Comment