Thursday, November 19, 2009

Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne

By Robîn Reşvan
19/11/2009

Alî Akel

Alî Akel


Alî Akel

Alî Akel
Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Alî Akel, nûnerê rojnameya Yenî Şafaka tirkî li Washingtonê, qala sîyaseta Partîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya derheqa pirsa Kurdî dike.

Birêz Akel dibêje, lazim e AKP nîyeta xwe ya çareser kirina pirsa kurdî zelaltir bike. Rast e, hem ji Partîya Gel ya Komarî (CHP), hem Partîya Tevgêra Neteperwer (MHP) û hem jî, ji leşkerîyê dijberî heye. Lê, çareser kirina pirsa Kurdî bûye sedema hebûna AKPê û edî vegêr tune ye. Heku ew nikane vê pirsê çareser bike, vê çaxê, wekî partîyên din hinda bibe û ji holê rabe.

Akel berdwam dide zanîn, li hindûra AKP jî, nerazîbûn li dijî prosesa rê vekirina kurdî heye lê, serokwezîr Erdogan bi hêz e û dikane pêşî li wan kesên nerazî bigire.

Gelî guhdarên hêja, hekû bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Dagirtin (MP3)

© VOA

No comments:

Post a Comment