Thursday, November 12, 2009

12 partîyên Kurdistanî, dê bi yek lîstê beşdarîyê di hilbijartinên Iraqê bin


HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Herdu partîyên serekî PDK û YNK û bi wan re jî duwazdeh (12) partîyên dinên Kurdistanî, dê bi yek lîstê beşdarîyê di hilbijartinên parliyamenta Iraqê de bikin. Polîtburoya PDK û polîtburoya YNK jî doh êvarê kombûnek bi çend alîyên siyasîyên herêma kurdistanê re li bajêrê Hewlêrê saz kiribûn û ev kombûna han, bi serperiştîya cihgirê sekreterê giştîyê YNK Kosret Resûl Elî û sekreterê polîtburoya PDK Fadil Mîranî bû.

Li angora pêzanînan jî, hemû partîyên beşdarbûyên evê lîstê biryar dane, ku li jêr navê Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî beşdarîyê di prosesa hilbijartinên parliyamenta Iraqê de bikin.

Pêdivêyî nîşandanê jî ye, ku piştî temambûna evê kombûnê, hinek nûnerên partîyên beşdarbûyî ragihandin, ku ew dê bi yek lîstê beşdarîyê bikin, da ku destkevtên herêma kurdistanê bihên paraztin û navmalîya kurd jî rêxistî be.

Ew partîyên beşdarbûyîyên yek lîstê jî ev in:

1- Partîya Demokrata Kurdistanê

2- Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê

3- Bizava Islamîya Kurdistanê

4- Partîya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê

5- Partîya Zehmetkêşên Serbixwe

6- Partîya Komonîsta Kurdistanê

7- Komeleya Lîberalên Turkmanî

8- Yekîtîya Neteweyîya Demokrata Kurdistanê

9- Partîya Karkir û Zehmetkêşên Kurdistanê

10- Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê

11- Lîsta Erbîlî ya Turkmanî

12- Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê.

Komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinên Iraqê ragihand, ku dê dabeşkirina kursîyên parliyamentê bi ser parêzgehan de, li angora hejmara hevwelatîyan be.

323 kursî

Li angora destûra Iraqê jî, dê her 100.000 deng kursîyeka parliyamentê misoger bikin û li ser evê bingehê jî, komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan biryar da, ku kursîyên parlementoyê 323 bin.

Serokê fermangeha hilbijartinan Qasim Ebbûdî jî, doh di kongireyeka rojnamevanî de ragihandibû û pê re jî serokê komisiyonê Ferec Heyderî û şandewerê NY yê li Iraqê Ad Melkert amade bûn, ku li angora hejmara hevwelatîyên parêzgehan, dê komisiyon hejamra kursîyên her parêzgehekê di parliyamentê de destnîşan bike.

Li angora evê destnîşankirina komisiyonê jî, hejmara kursîyên her parêzgehekê dê bi evî awayî be:

- Ji Baxdadê re 68 kursî hene.

- Ji Neynewa (Mûsilê) re 31 kursî hene.

- Ji Besra re 24 kursî hene.

- Ji ZîQar re 18 kursî hene.

- Ji Babil re 16 kursî hene.

- Ji Silêmanîyê re 15 kursî hene.

- Ji Enbar re 14 kursî hene.

- Ji Hewlêrê re 14 kursî hene.

- Ji Dîyala re 13 kursî hene.

- Ji Kerkûkê re 12 kursî hene.

- Ji Selaheddîn re 12 kursî hene.

- Ji Necef re 12 kursî hene.

- Ji Wasit re 11 kursî hene.

- Ji Qadisîyye re 11 kursî hene.

- Ji Meysan re 10 kursî hene.

- Ji Duhokê re 09 kursî hene.

- Ji Kerbela re 10 kursî hene.

- Ji Musenna re 07 kursî hene.

Qasim Ebbûdî weha jî da nîşandan, ku ji kêmberên wek Krîstyanî, Sabiye, Şebek û Êzdîyan re jî, heşt (08) kursî hatine berdestkirin.
(ajansan)

© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment