|
HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- DMehmud Sengawî derbarê têkiliyên navbeyna artêşa Iraq û hêza pêşmerge de got:” Têkiliyên me baş in lê me hindek arîşe li Kerkûkê hene, çimkî fîrqeya 12ê dixwaze arîşeyan çêke û xwast fewceke leşkerî bîne nav Kerkûkê lê me qebûl nekir, razî jî nabin, eger ew fewcekî leşkerî bînin, emê jî piştî rawêja digel aliyên têkildar ên Kurdistanê, 2 fewcên pêşmerge bişînin wir."
Cîgirê fermanderê giştî yê hêza pêşmergeya Kurdistanê Mehmud Sengawî di hevdîtineke xwe ya digel rojnameya Kurdistanî Nwê de got:” Hêzên pêşmerge dê li jêr banê wezareta pêşmerge bicivin û fermanderiya giştî ya pêşmergeya Kurdistanê( YNK) û Fermanderiya Leşkerê Kurdistanê namînin.”
Sengawî got:” Wek hikûmeta Kurdistanê me wezareta pêşmerge heye, wek hikûmet jî me pêwîst bi hêzêkî perwerdekirî û amade heye ji bo parastina sinorên herêma Kurdistanê. Lewra Fermanderiya Giştî û Felek namînin, hemû dê bibin beşek ji hêza leşkerî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û li jêr banê wezareta pêşmerge bên komkirin. Bi vê çendê YNK û PDK’ê xwedî du hêzên cida nabin.”
Sengawî got:” Me ji nuha ve dest bi rêxistina hêzên pêşmerge kiriye, emê di van rojan de digel serokê herêmê jî bicivin, emê gundarî li rênûmayên wî jî bikin”
Sengawî derbarê meseleya pêkanîna 2 firqeyên din li herêma Kurdistanê de got:” Rast e Malikî biryara pêkanîna fîrqeyên 15 û 16ê li herêma Kurdistanê daye û ji bo vê çendê rêkeftin jî hatiye morkirin,biryara dawîn jî hatiye dayîn. Lê heta nuha neçûye qonaxa bicihanînê çimkî hikûmeta Iraqê bicihanîna biryarê paş de diêxe.” Li ser wan propagandana jî ku qoya sedema bicihneanîna wê biryarê YNK û PDK’ê ne, Sengawî got:” Gotinên bi vî rengî ne rast in , hemû propaganda ne. Nuha Bexda di vê mijarê de arîşeyan ji me re çê dike.Hewlên me yên ji bo pêkanîna herdu fîrqeyan dom dikin, pêkanîna fîrkeyan mafê me ye.”
Derbarê meseleya cîgirbûna hêza pêşmerge di navçeyên nakokbar de û daxuyaniyên neyarên kurd de Sengawî got:” Hêza pêşmerge ji destpêka rizgarkirina Iraqê ve beşek sereke a hêzên rizgarkirina Iraqê bû , hevkariya hêzên hevpeymanan kiriye, di destûrê de jî wek hêzeke leşkerî û qanûnû hatiye nasîn, nuha jî hêza pêşmerge ji artêşa Iraqê gelekî baştir e,çimkî hêzekî paqij e û rêzên wê de terorîst û xayîn nînin.”
Sengawî got:” Di van nêzîkana de mekanîzmeya pêkanîna hêza hevbeş a Amerîka,Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo parastina navçeyên nakokbar dê biçe qonaxa bicihanînê.”
Derbarê têkiliyên navbeyna artêşa Iraq û hêza pêşmerge de Sengawî got:” Têkiliyên me baş in lê me hindek arîşe li Kerkûkê hene, çimkî fîrqeya 12ê dixwaze arîşeyan çêke û xwast fewceke leşkerî bîne nav Kerkûkê lê me qebûl nekir, razî jî nabin, eger ew fewcekî leşkerî bînin, emê jî piştî rawêja digel aliyên têkildar ên Kurdistanê, 2 fewcên pêşmerge bişînin wir.. (ajansan)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment