Thursday, November 12, 2009

Bi helwesta CHP careke din derket holê ku hê jî xetera qetlîamê ser Kurdan heye



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Bi axaftina berdevkê partiya kemalîst a antî-Kurd Onur Oymen roja çarşemî ya li meclîsê ku çareseriya pirsgirêka kurd qetlîamên wekî li Dêrsîmê nîşan da derket holê ku zîhnîyeta tune kirina Kurdan hê jî dijî.

Hemberî gotinên Onur Oymenê ji her beşê civakî nerazîbûn hate nîşan dayîn.

Kevne Serokê Baroya Dêrsimê Huseyin Aygun, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Onur Oymen şermezar kir û axaftinên wî jî sererast kirin: ‘’Dêrsim ne îsyan e qetlîam e, tevgereke leşkerî ya yek alî û di heman demê de jinavbirin bû. Dîrokê xelet veneguhêzin.’’

Berteka li dijî Onur Oymen zêde dibin

Serokê Rêxistina DTP'ê ya Dêrsimê Velî Haydar Guleç, bertek nîşanî axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen a li parlementoyê da û diyar kir ku helwesta xwe ya nîjadperest û faşîst derxistiye derve.

Serokê Komeleya Çanda Elewî ya Sultan Hubyar, Ali Kenanoğlu: Öymen, qetlîamekê wek model dide nîşandin. Şûna ku ji me lêborîn bihatana xwestin, cîgirê serokê partiyek sosyal-demokrat qetlîamê wek modelek çareseriyê pêşniyar dike. Em Öymen’ê ku sûc û şerma mirovahiyê kirî, şarmezar dikin û wî vedixwînin ku fêrî nirxên însanî bibe.

Parlamenterê DTP’ê yê Dêrsimê Şeraffetin Halis: “Ez mîna kesek ku di hereketa 38’an de ji malbata xwe 24 kes wenda dayî diaxifim. Ez bi şîn û serpêhatiyên wê demê mezin bû me. Dîsa jî di hundirê min de qet hestên tolhildan û nefrînê nîne. Lê hêrsbûnek min heye. Şîna ku birêz Öymen nerazîbûna xwe bide nîşandin, hîn xwe ji hestên tol û nefrînê xelas nekiriye.

Wekîlserokê Grûba DTP’ê Selahattin Demirtaş: Axaftina wî, tê wateya “Pirsa kurd jî wek qetlîama Dêrsimê dikare bê çareserkirin. Axaftina wî a li ser navê çareseriyê ya destnîşankirina qetlîamê, em gellek êşandine û di dilê me de wesweseyek kûr afirandiye.

Parlamenterê Dêrsimê yê Serbixwe Kamer Genç: Di sala 1938’an de girseyek mezin însan hatine kûştin. Divê sedemê vê yekê bê kolandin.

Nivîskar û rewşenbîr Altan Tan: Ez ji bilî Öymen, Kemal Kilicdaroglu jî şermezar dikim. Li hember qirkirina ecdadên xwe bêdeng ma.

Endamê Meclîsa Partiya CHP’ê, kevneparlamenterê Dêrsimê Sinan Yerlikaya: Dewletê serhildana Dêrsimê bi awayek hovane û zalimane perçiqand. Aliyek vê bûyerê ku mirov biparêze nîne.

Hunermend Ferhat Tunç: Min ew axaftin bi dehşet guhdarî kir. Li ser navê demokrasiyê wek formul Dêrsim nîşan da. Ev yek şermek mezin e. Lênêzîkbûnek nijadperest e. Li gor min bi van axaftinê xwe, sûcê mirovahiyê lidarxistiye.

Ji rêvebirên Komeleya Pir Sultan Abdal ya Dêrsimê Enver Devletli: Axaftinên Öymen dide nîşandin ku polîtîqayek çawa faşîzan dimeşîne. Li Dêrsimê, ev axaftin bû sedemê reaqsiyonê mezin. Ev peyikandin, di demeke wusa de hate lidarxistin ku Atatürk nexweşê nava livînan bû. Bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.

Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin: Li gor şahidan serhildana Dêrsimê bi qetlîamê hatiye tefandin. Ev lênêzîkbûnên CHP’ê, didin nîşandin ku çima nikarin ji Dêrsimê parlamenterekî jî derxînin. Divê CHP bi paşeroja xwe re rûbirû bibe.

Cîgirê Serokê Komeleya Çand ya Hacı Bektaş-ı Veli a Dêrsimê Celal Karagöz: Tişta ku li Dêrsimê qewimiye, drameke hovane ye. Heger bi gotinên xwe xwestibe bêje ’Em pirsgrên heyî bi vî awayî çareser bikin’ ev axaftin qet lê nayê.

Serokê Federasyona Weqfên Eleyiwan Doğan Bermek: Dema min li axaftina Onur Öymen temaşe kir, ez pir xemgîn bûm. Argumanên herî nebaş, di axaftinê de bikaranî.

Aygun, ji Parlamenterên CHPê yên Dêrsimê Kemal Kiliçdaroglu, Yilmaz Ateş, Sînan Yerlikaya, Kamer Genç û yên wek Orhan Veli Yildirim ku di nav CHPê de siyaset kirine û niha jî dikin, xwest dijî axaftinên Oymen reaksyonê pêşan bidin.

Parêzvanê Mafê Mirovan û Kevneserokê Baroya Dêrsimê Huseyin Aygun, axaftinên Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) yên derbarê ‘‘berlêvekirina doza Kurdan“ de ku li Meclîsa Tirkiyê bikaranîn şermezar û riswa kirin.

Aygun wiha axifî: ‘’1938 rûpelekî reş û cihê şermezariyê yê Tirkiyê ye. Cîgirê partiyeke sosyal demokrat derkeve û piştgiriya tarîxeke wiha bike ku tê wateya jinavbirina fizîkî bi rastî cihê şermezariyê ye. Li Dêrsimê li dijî vê hevokê gelek reaksyon hene.’’

Girêdan

Oymen di axaftina xwe ya Meclîsê de dabezîbû ser hikûmetê û gotibû: ‘’Ma hun dibên dayik negiriyane? Ji bo dayik digrîn kes dest ji xebata dijî terorê bernade. Di îsyana Dêrsimê de jî dayîk giriyan lê wê demê kesî dest ji xebatê berneda. Ya rastî cesareta we ya hun li dijî terorê xebatê bikin tune.’’

Divê parlamenterên CHPê yên Dêrsimê şermezar bikin


Aygun, Cîgirê Serokê CHPê Oymen bi ‘’Veguhestina xelet a dîroka Tirkiyê’’ tawanbar kir û domand: ‘’Tiştên li Dêrsimê hatin jiyankirin ne îsyan bû lê tevgereke leşkerî ya yek alî û jinabirinê bû. Ji ber tiştê qewimî ne serhildaneke çekdarî yan jî îsyan bû jinavbirina yek alî bû.’’

Parêzvanê Mafê Mirovan Aygun, bibîrxist ku bûyereke wiha ye 40 heta 70 hezar însan têde hatine kuştin û zêdeyî 12 hezar kesan jî bi mebesta Tirkkirin û jibîrkirina ziman û baweriyên wan hatine sirgunkirin bo herêmên din ên Tirkiyê û pêde çû: ‘’Wê demê li Dêrsimê ligel ku îsyan nebû teror jî nebû. Ji bo wê demê behskirina xebata dijî terorê tenê têkilpêkilkirina mijarê ye.’’

Aygun, ji Parlamenterên CHPê yên Dêrsimê Kemal Kiliçdaroglu, Yilmaz Ateş, Sînan Yerlikaya, Kamer Genç û yên wek Orhan Veli Yildirim ku di nav CHPê de siyaset kirine û niha jî dikin, xwest dijî axaftinên Oymen reaksyonê pêşan bidin.

Batur: Nikarim behs bikim daxwaza lêborînê dikim


Geralê Xanenişîn Muhsîn Batur ku di nav tevgera1938 a Dêrsimê de cîh girtibû, di bîranîn xwe de wiha dibêje: ‘’Rojek ji rojan ferman hat, em bi rêya trênê gihan Elezîzê, ji wir destpêkê Pertek û em ketin tevgerê. Zêdeyî dû mehan min li Dêrsimê kar kir. Ez daxwaza lêborînê ji xwendevanên xwe dikim û newêrim vî beşê jiyana xwe veguhezim.’



Çaglayangil: Wek mişkan xeniqandin, gaz bikaranîn


Huseyin Aygun, axaftinên Rêveberê Asayişê yê berê İhsan Sabri Çaglayangil ku di bîranînên xwe de îtiraf kiribû ‘’Dêrsimî wek mişkan xeniqandin, gaz bikaranîn’’ bibîr xistin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Di dema 12 îlone de Suleyman Demirel jî ku serokwezîr bû di bîranîn xwe de dibê ji General Kenan Ewren re gotiye ‘Emê hemû desthilatekê bidin we lê daxwaza qanuneke wek ya Dêrsimê’ nekin.’’
(Hawar net / Anf / Rûdaw / dîha / ajansan)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment